Tevgera Edaletê ya Jinên Efgan: Divê cihêkariya zayendî weke sûc bê naskirin

Tevgera Edaletê ya Jinên Efgan, ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya DYE’yê û hinek welatên din re nameyek vekirî şand û daxwaz kir ku cihêkariya zayendî weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Edaletê ya Jinên Efgan, ji Neteweyên Yekbûyî, DYE, Norwêc, Îtalya, Fransa, Almanya, Kanada, Îspanya û Keyaniya Yekbûyî re nameyek vekirî şand. Di civîna herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî û Lijneya Giştî ya Yekitiya Ewropayê de, daxwaza ‘cihêkariya zayendî’ weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bê naskirin, hat nîqaşkirin.

Di nameya vekirî ya Tevgera Edaletê ya Jinên Efgan de, bal hat kişandin ku piştî Talîbanê rêveberiya Efganistanê ji nû ve desteser kir, li dijî jinên Efganî ‘cihêkariya zayendî’ pêk aniye û wiha hat gotin: "Li Efganistana ku di bin rêveberiya Talîbanê de ye, jin rastî zext û cihêkariya pergalî tên.”

Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin: “Li Efganistanê naskirina ‘cihêkariya zayendî’ yek ji riyên li ser Talîbanê pêkanîna zexta dîplomatik e û ji bo başkirina jiyana civakî û siyasî ya jinan gaveke erênî û bi bandor e.”

Her wiha Tevgera Edaletê ya Jinên Efgan, ji bo pêkanîna bernameya naskirina ‘cihêkariya zayendî’ ya li Efganistanê, ji bo nûnerên welatên endamên NY’ê banga piştgirî û hevkariyê kir.