65 hezar 382 Filistînî li Zîvala Xezayê hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 65 hezar û 382 kesan.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û daneyên herî dawî yên li ser hejmara kesên di êrîşên berdewam ên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane parve kir.  

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 38 cenaze û 190 birîndar anîne nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê. Her wiha hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di êrîşên ku ji 18’ê Adarê ve, piştî rawestandina agirbesta ku di 19’ê Çile de hatibû lihevkirin, dest pê kirine, 12 hezar û 823 Filistînî qetil kirine û 54 hezar û 944 kes birîndar kirine. 

Her wiha hat diyarkirin ku ji 27’ê Gulanê vir ve di êrîşên sîstematîk ên li ser xalên belavkirina alîkariyan de Filistînî hatine kuştin û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 526’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 18 hezar û 511’an. 

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ji 7’ê Cotmeha 2023an vir ve jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 65 hezar û 382 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 166 hezar û 985 kesan. 

Tê ragihandin ku li Zîvala Xezayê hîn jî bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne. 

Di nav çend rojan de dê nexweşane werin girtin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, hişyarî da ku ji ber kêmbûna sotemeniyê li Xezayê, nexweşxane wê di nav çend rojan de bi tevahî werin girtin. Wezaretê ji ajansa Nûçeyan a Safa re daxuyaniyeke kurt da û piştrast kir ku aloziya kêmbûna sotemeniyê li nexweşxaneyên mayî yên dixebitin, di nav şerê berdewam û qutbûna dabînkirinê de, ketiye qonaxek pir xeternak.

Her wiha Wezaretê, destnîşan kir ku di çend rojên bê de dibe ku beşên girîng ên nexweşxaneyê werin girtin, ev yek jî aloziya tenduristiyê dê girantir bike û jiyana bi sedan nexweş û birîndaran bixe xetereya mirinê.

Wezaretê, diyar kir ku tedbîrên teknîkî û endezyariyê yên ku ji bo plansazkirina demên xebatê têne girtin êdî ne gengaz in ji ber rawestandina dabînkirina sotemeniyê.

Banga lezgîn

Wezaretê, bi awayekî lezgîn bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin da ku sotemeniya peyda bikin û berdewamiya xebatan li nexweşxaneyan misoger bikin, her wiha ji bo ku rê li ber karesateke tenduristî û mirovî ya bi encamên nepêşbînîkirî were girtin.