47 rêxistin ji bo pêşîlêgirtina xelaya li Yemenê bang kirin

Zêdetirî 45 rêxistinên alîkariya mirovî, li dijî qeyrana mirovî ya li Yemenê ku roj bi roj kûrtir dibe bang kirin û diyar kirin ku li Yemenê bi mîlyonan mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne û ev yek wê malbatan bixe nav karesatek mezin.

Navenda Nûçeyan – Berdewamiya şerê li Yemenê, kêmbûna alîkariya mirovî, belavbûna nexweşiyan û qeyrana aborî, rewşa mirovî ya li Yemenê xistiye nava karesetek. 47 Rêxistinên alîkariya mirovî, di daxuyaniya xwe ya îro de, diyar kirin ku 17 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne û herî kêm 41 hezar kes jî bi birçîbûnek ku vediguhere kareseteê re têdikoşin. Her wiha hate destnîşan kirin ku 2.4 milyon zarok jî pirsgirêka kembûna xurekê ya giran dijîn. kêmbûna xwarinê ya giran dikişînin.

Rêxistinan, banga li cîhanê kirin ku mudaxeleyek lezgîn û koordînelî bikin û diyar kirin ku ger nayê kirin wê Yemeniyan bi xelayê re rû bi rû bimînin. Her wiha hate balkişandin ku mexdûran rastî baran û aloziyên herêmî yên û diyar kirin ku divê xebatkarên alîkariya mirovî bên berdan û gihandina alîkariyan bê mîsoger kirin.