HTŞ’ê ya cîhadîst li Dêr Hafirê 4 zarokan birîndar kir

Cîhadîstên girêdayî HTŞ'ê, bi topên giran êrîşê gundê Zubeyda ya li gundewarê bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê kirin û di encama êrîşê de çar zarok birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşa ku 20’ê Îlonê ji aliyê Eniya Rizgarkirina Şamê ve li dijî gundê Um Tîna yê li gundewarê bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê hate kirin, li herêmê bertek zêde bûn. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Êrîşa ku îro li dijî gundê Zubeyda pêkhat de jî, çar zarok birîndar bûn.

Di encama komkojiya ku li dijî gundê Um Tîna pêkhat de, 5 jê jin û 2 jê zarok 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Ev êrîşên berdewam, têkildarî ewlehiya sivîlên li rojhilatê Helebê dibe sedema fikarên mezin.