5 jinên ku li Batmanê hatibûn binçavkirin bi jehrê ketin
Hat ragihandin ku 5 ji jinên ku li Batmanê hatibûn binçavkirin ji ber xwarina ku xwarine bi jehrê ketine.
Elih – Hat zanîn ku ji 18 kesên ku di 31’ê Gulanê de li Elihê hatibûn binçavkirin û li Midûriyeta Emniyetê tên girtin, 5 ji wan ji ber xwarina ku xwarine bi jehrê ketine. Li gor agahiyên ku parêzeran da 5 jinên ku di bin çavan de tên girtin duho êvraê ji ber xwarina ku xwarine bi jehrê ketine û wan rakirine Nexweşxaya Lêkolîn û Perwerde ya Elihê.
Hat zanîn ku piştî dermankirina wan a li nexweşxaneyê car din wan vegerandina Midûriteya Emniyetê ya Elihê.