Leşkerên Îsraîlê rojnamevan Ghufran Haroun Hamed Rasna qetil kirin

Leşkerên Îsraîlê piştî Şîrîn Ebû Akile duh jî rojnamevan Ghufran Hamed Horoun Rasna qetil kirin. Heyva Sor a Filistîne destnîşan kir ku ambûlans 20 deqeyan hatiye astengkirin û diyar kir ku rojnamevana jin nehatiye rizgarkirin.

RAFİF ESLİM

Xeze – Rojnamevana Filistînî Ghufran Haroun Hamed Rasna duh (1’ê Hezîranê) dema ku ji noqteya kontrolê ya Kampa El-Erûb a li başûrê Şerîa Rojava re derbas dibû, encama gulebarana leşkeran  hat qetilkirin. Heyva Sor a Filistînê ew agahî da, “ Ambûlansa ku diçû qada bûyer lê qewimî ji aliyê leşkerên artêşa dagirker ve 20 deqeyan hatiye sekînandin.  Rojnamegera jin rakirin nexweşxaneyê lê nehat rizgarkirin.”

“Jin rasterast tên hedef girtin”

Çalakvana Feminîst û mafê mirovan Fatima Ashour jî di hevpeyvîna ji ajansa me ra da de, wiha got: “ Dagirkeran hemû kesên Filîstinî û bi taybet jî jinan rasterast hedef bigre. Yên Şîrîn Ebû Akile qetil kirin, vê carê jî rojnameger Ghufran Haroun Hamed Rasna qetil kirin. Rojnamegera jin nû gihistibû azadiya xwe û dagirkeran nehişt ku ew azad bijî û pîşeya xwe bike.”

“Di salekî de 38 jin hatin qetilkirin”

Parêzer Hanadî Salah destnîşan kir ku Îsraîl hertim rojnamevanan û gelê sivîl hedef digre. Hanadî Salah wiha axivî: “ Dagirkeriya Îsrailê di sala 2021’an de, di Şeridî Gazeyê de nêzî 38 jin û di Şerîaya Rojava de jî 5 jinan hedef girt. Ji bo jinên di bin dagirkeriyê de tu ewlehi û parastin tune ye. Li Filistinê mirovan ji qeyrana aborî bigre û heta gelek mijaran pirsgirek jiyan dikin. Dagirkeran ew mijar hin zêdetir xiraptir dikin. Hewil didin bi qeyranên aborî û polîtîkayên qetliaman hebûna xwe biparêzin.”