Neteweyên Yekbûyî: Li Somaliyê hişkesalî bandorê li jiyana zêdetirî 7 milyon kesan dike

Li Somaliyê ji ber kêmbûna baranê metirsiya xelayê zêde ye, her wiha tê texmînkirin ku heya dawiya vê salê dê ziwabûn bandorê li jiyanan zêdetirî 7 milyon kesan bike.

Navenda Nûçeyan – Kordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Somaliyê Adem Ebd El-Mewla hişyarî da li ser perspektîfên wêranker ên bi milyonan Somaliyên ku ji hişkesaliyê bandor bûne.

Adem Ebd El-Mewla di yekem serdana xwe ya meydanî li gel nûnerê nû yê Somaliyê yê ji bo hişkesaliyê de wiha got: "Rewş tirsnak û pir xirab e. Heya dawiya vê salê dê ziwabûn bandorê li jiyanan zêdetirî 7,1 milyon kesan bike. Nêzîkî 1,4 milyon zarok îsal rûbirûyê kêmxwariniya giran dibin û îhtîmal e ku 330,000 zarok tûşî kêmxwarinê bibin."

Li gorî raporeke dawî ya ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, ji meha Gulanê û vir ve nêzî 6,1 mîlyon mirov ji ziwabûnê bandor bûne û nêzîkî 771,400 kes ji ber lêgerîna av, xwarin û mêrg ji malên xwe koçber bûn û piraniya wan jin û zarok in.