Soz dibû Sozdara welat

Careke din rûpela spî li pêşberî min e. Dil û hişê min dike dilovanek ber bi çîrok û serpehatiya wêrekî û şerkeriya jinên Kurd ve.

JÎN EVÎNDAR

Careke din hestên min dike mêvan ji şevên bêdeng re. Bi sîtavka heyva çardeşevî hestên nixumandî dide vegotin. Babetên heyamên borî îro jî bi zimanê heqîqet û evîndariyê xwe didin qalkirin. Ew çi qudret û pîrozî ye ku di asoyên kaînatê de şewq dide? Weke piyaleke ji şîn û şahiyan be tê vexwarin. Ew çi evin e ku ji tevn û teşiya tîrêjen rojê weke keziyek li ser serî û milan hatiye hûnandin. Mem û Zîn, Binefş û Cembelî, Xecê û Siyabend…

Derwêş û Edûlê… Sozdar û Zinar.

Eynika rîsta dîrok û evînê. Teşiya hest û vejînê.

Nîşaneya şer û cengaweriyê.

Nasîna eşq û xwebûnê.

Navê lêgerîn û tolhildanê.

Zinar û Sozdar…

Dema soza evîn û lêgerînê bû

Min her dem ji xwe dipirsî ger rojek were û ji bo evîn û evîndariyê danasîn ango vegotinek ji min were xwestin ez ê bi çi awayî bersiv bidim. Lê niha dikarim bi dilekî bi sinca rastiya civakê û welat bersiv didim. Bi mînaka du şoreşger û hevriyên bûne tîmsal ji civaka Kurd re dest bi hevokên xwe dikim.

Sozdar û Zinar

Ew du hevriyên lîstikan bûn. Hem dotmam hem jî pismam bûn. Ew sebir û hêviya dil û dildaran bûn. Eşqa wan xewn û xeyalên hemû keç û lawan bû. Ji bo wê jî weke rîşeyên evîn û evîndariyê li peravên Dîcle, heybera Cûdiyê Miradan şopên bedewiya şer û şerkeriya xwe neqişandin.

Ew keça ku digotin Eyşê, di sala 1973'an, li gundê Girê Sor ê bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe. Navê dapîra wê lê dikin û dibejin diyar e ew ê weke dapîra xwe zana û bi hêz be. Êşîr û civaka feodal hê Eyşê di temenek zarokatî de ye, bi pismamê wê re dikin destgirtî. Xelekek ji remza evînê dixin wan tiliyên xwedî hunera evînê. Sal û demsal di ser lîstok û evîna wan de derbas dibin. Weke siwarên hespê gewrê bozê çîrokan dibin mevanê xewn û xeyalan.

Piştî bi sedan salan careke din çîroka evîn û azadiyê şîn dibû li Kurdistanê. Wan kirasê reş û şîn ê li wan keç û xortan derxistin. Keskesora asîman li ser rûçikên bi hesret neqişandin û mizgîniya Serxwebûnê mal bi mal gerandin.

Dengê hêdî veguhrîbû qerînê, dor bi dor geriya

Gihîşt wî gundê ku bibûya pirek ji agir û evînê

Sozdar û Zinar…

Ew keç û lawê ku hem dotmam hem pismam, hem heval û hogir bûn ji hev re.

Bi rêgez û pîvanên evîn û jiyanê dibûn neynik ji civaka Kurd re.

Lê êdî mizgîniya serxwebûnê di dil û hinavê wan de dibû pizotek ji agir.

Sotin û şewitîn, di nava xweliya agir de xwerû bûn,

Careke din bi hebûna evîn û azadiyê safî bûn.

Dîmenek xwedî dîrokek bû di wan kêliyan de

Dema ku weke yekîne me dest bi hûnandin û neqişandina bernameya Starên Azadiyê dikir, me guh dabû wê çîroka evîn û evîndariyê jî. Ji bo dewlemendî û rastiya dîrok û berxwedaniya wan jinên ku bûne evîn û evîndar ji welatê xwe re, me hewl dida hinek danehev û dokumenteran peyda bikin.

Ji bo wê bi şev û rojan em li wêne, dîmen ango nameyek digeriyan. Dema ku şopek ji wan jinên şernasê şer me peyda dikir wê demê em jî bi kelecana dîrokê sermest dibûn. Weke ku mizgîniyek ji asoyên wan hestên nixumandî hatibe bihîstin ewqas bi coş bû.

Belê; ez ê dirêj nekim û qala dîmenê soza Sozdara cengawer bi wê re parve bikim. Di dawiya sala 1989'an û sala 1990'an di dibistana Mehsûm Korkmaz de di dema perwerdeyê de dîmenek wê heye. Di wî dîmenî de sekna wê ya leşkerî, bîrdozî û propagandayî bi awayekî zêlal diyar dibe. Her wiha di guftûgoya wê bi xwe de, mirov fermandara arteşa Starên Azadiyê nas dike. Di dîmenan de ew û şoreşgera bi nav û deng Gurbetellî Ersoz û Sozdara evîndar hevrêtiya jinêm Kurd diteyîsînin.

Bi rastî peydakirin û encamkirina wan dîmenan ji bo me serkeftinek bû. Em ê wan gotin û dîmenan bi temaşevan û xwandevan re jî parve bikin. Ji bo ku ji bo xwendevan û guhdarên hêja bernameya Starên Azadiyê wê bibe xaçeriyek ber bi xwebûn û nasînê ve. Bernameya Starên Azadiyê her roja Çarşemê li ser ekranên JIN TV di demjimêr 17:00'an de, weşana xwe dike. Her wiha li ser malperên civakî yên JIN TV jî tê weşandin.