Du çîrok û Starên Azadiyê: Çîçek û Leyla

Çîçek û Leyla du jinên şoreşger ên Kurdistanê ne ku bi têkoşîna xwe mîrasek mezin li pey xwe hiştine. Berxwedan, şerkerî û wêrekiya wan riya bi hezaran keç û lawên welat ronî kir.

JÎN EVÎNDAR

Di paşila hemû mirovan de hinek bîranîn û diyariyên ji hest û kêliyên ku nehatinê jibîrkirin hene. Di paşila hinek deman de jî bûyer û navên ku qet nehatinê bihîstîn ger hatibe bihîstin jî bi hemû hûrguliyên xwe nehatine zanîn hene. Ger mirov nebe zanyar, lêkolîner û wêrek wê nikaribe bi pey hinek hest û ramanên nixumandî bikeve. Ji ber ku carna cih û war, caran jî dem û civat destûr nedidan vegotinek xwerû û zelal. Niha jî her ku xwe davêjim bextê penûs û gotinan jî dibînim ku têr nake ji bo vegotina wan kêliyên bi coş û zemawendî.

Gelek caran westandin û rêwîtiyên bi demjimerên dirêj em bêtaqet dikirin. Ji bo me dawiya rê dibû çalakiya herî serkeftî. Ji ber ku em nizanibûn em ê careke din bibin mêvanê wan demên ku dîrokê wan nivîsand. Êdî em têgihîştibûn, dawiya rêwîtiyê naskirina şoreş û şoreşgeriya dîroka vejîna Kurd bû. Di rêwîtiya me de her carê nav, navnîşan, cih û bûyer dihatin guhertin. Di heman demê de hest, raman, şer, berxwedanî û bîranîn jî dihatin guhertin. Lê xaleke serekê hebû ku qet nedihat guhertin ew ji bo me jî û ji bo wan şoreşgerên vegotina bîranînan dikirin jî hevrêtiya şoreşê bû.

Her şoreşgerek dema dest bi danasîna xwe û wan jinên leheng û pêşêng dikir yekser em jî dibûn mêvanê wan. Bi rastî jî wan jî deriyê dil û hişê xwe heya dawî ji me re vedikirin û bi malovaniyeke pir rengîn peşwaziya me dikirin. Lê xalekê balkêştir hebû, ew jî ew bû ku; her şoreşgerek bi sekn, pêşwazî, nîqaş û parvekirinên xwe re çanda hevrêtiya hemdemî, xwezanîn û parvekirinên dîrokî jî dikirin.

Ji bo vegotina rastî û hevrêtiyê

Pir caran gavên wêrek pêwist dikirin ji bo vegotina rastî û hevrêtiyê. Me bi dil û can guh dida wan gotinan. Pir caran bi hemû şaneyên xwe em diricifîn beramberî wan zor û zehmetiyên hatine jiyîn. Me di wan vegotinan de birînên qaliknegirtî, xweziya ku di qirikan de maye û penase û gotinên nehatine gotin didît û dibihîst. Ji ber ku wan bi dilxwazî û dildarî em kiribûn mêvanê bîranîn û hişê xwe.

Niha em ê jî hinek bîranîn, danasîn, parvekirin û zanyariyên wan sal û dewranan bi wê re parve bikin. Dibe ku hûn jî bibin mêvanê komek peyvên ku mê rêz kirine. Em ê wê bi ramanên dema parvekirin û şopandina wan şoreşgeran re bikin mêvanê hestên xwe. Hûn jî dizanin di çanda civaka Kurd de mêvanperwerî çiqas bi nirx û qîmet e. Mêvan kî be pêşwazîkirin û deriyê dil û mala xwe jê re vekirin cihê rêzgirtinê ye.

Weke ku hûn jî dizanin di dîroka tevgera azadiya Kurd de girîngî û wateya Hîlwanê çiqas dîrokî û bi kok e. Pevajoya ku kadroyên tevgera azadiyê derbasî qada Hîlwanê dibin di heman demê de derbasî qonaxek nû ya şoreş û şoreşgeriyê dibin. Piştî lêhengê enternasyonalîst Hakî Karer li qada Hîlwanê erîşên dijmin bi pêş dikeve û bi plan û erîşeke xasokî pêşêng e ciwanên Hîlwanê Xelîl Çavgûn qetil dikin.

Di berxwedana Hîlwanê de jinên serhildêr

Şer û berxwedana Hîlwanê dema ku tê qalkirin yekser navê jinên serhildêr Leyla- Sultan Yavûz, Hawa- Xanim Yaverkaya û dayika serhildêr û wêrekî Dûrê Yaverkaya tên bîr û hişê me. Her wiha fermandarê mezin Mehmet Karasungur, M. Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr jî ji wan navên destpêkê ne.

Di nava ciwanên Hîlwanê de tevgera azadiyê xwe bi hêz rêxistinkiribû. Hêza ku dihat rêxistinkirin li dijî faşîzmê û feodalîzmê pêşketibû. Hêzên feodal û desthilatdar ji windakirina hêz, serwerî û dewlemêndiya xwe ditirsiyan. Ji bona wê bi qetilkirina Xelîl Çavgûn peyamek mezin dida wan şoreşgeran. Li dijî wê feraset û erîşa Silemanan û ya dewletê şoreşgeran di cih û demê wê de biryara çalakbûn, hêza xwe rêxistinkirin û bersivdayînê dan.

Di nava şer, berxwedanî û bi taybetî kadroyê pêşêng ên xort de weke jinek ciwan beşdarbûn, çalak tevgerandin, rêxistinkirina derdora xwe û qasidîkirin ne karekî hêsan û rehet bû.

Ji bo şoreşgerek kamil mirov çawa dikare vegotinek di cih de bike. Ji kûr dest bi hûnandina hevokan bike? An jî bi kîjan peyv û danasînên şoreşgerên jê re bûne hevrê destpê bike. Bi rastî jî her ku difikirim pirs di serê min de zêde dibin lê ez ê hewl bidim hinek danasîn û bîranînên hevriyên wan bibêjim û di heman demê de hinek çavderiyên xwe jî bi we re parve bikim.

Dema ku em gelî, newal, deşt, çiya û bajarên Kurdistanê digeriyan her dem bi hêviya şoreşgerên wan sal û deman peydakirinê bû. Her wiha ji bo vegotina wan bîranînan qanihkirina wan jî weke erk û peywirek mezin jî li peşberî me bû. Her çiqas di demên destpêkê de watedayîn û empatî kirine de me zehmetî jî kişandibe lê bi guftûgoyên wan şoreşgeran re di hizir û ramanên me de hinek ferasetên teng, lezgîn û yekalî fikirandinên heyî bêhtir didît. Ev yek ji bo me jî xala herî sereke ya rexnedayînê bû.

Ji şahidên wan rojan Îrfan Guler qal kiribû

Belê; rojek ji rojan em bûn mêvanên koma ku pirtûka Amara dinivîsandin. Carna dibejin "weke duh ew dem di hişê min de ye" bi rastî ji bo me jî wiha bû. Dema ku em derbasî hundir bûn û pêşwaziya wan şoreşgeran dît, weke ku em çûne destpeka dîroka tevgera azadiyê. Çavên me vebûn, gotin di cîh de be, em bi hestên keyfxweşiyê sermest dibûn. Weke ku em dinava kêliyên zemawendî de bin. Bîranînêk heye ku her tim di hişê me de wateya kedê de zindîbûn û rêzgirtina xwe hiştiyê. Em bi wan şoreşgeran re ketibûn nava gûftogo û nîqaşên ser xebatê ku em dimeşînin. Ji nişka vê hevrê Adil "Îrfan Guler" got ez xarinpêj im lê mixabin nizanim çi xwarinê çebikim? Dema ku me salên şoreşgeriya wan, temenê wan û zehmetiyên ku wan kişandine di kêliyek de dianî ber çavên xwe bi dev û lêvên bedeng, bi awirên çavên rêzdar me li wî û hevriyên wî temaşê kir. Ji kedê, disîplîna jiyanê, hurmet û hezkirina di navbera wan de ruhê komînek kamilbûyî bû.

Piştî demekê ji bo vegotina şoreşgera mezin em û hevalê Xeyrî yan ku "M. Fahrî Çîftkuş" ketibûn rêwîtiya ber bi qûntarên Cûdiyê Miradann ve. Destpeka demsala Havînê bû di nava riwekan de mar û dûpişk jî digeriyan. Her çiqas hinekî em ji maran ditirsiyan jî hewldan û lêhûrbûna me ew bû ku yekser dest bi kêşandina wan kêliyên ku dîrok bihata nivîsandinê dikir.

Lê gotin hene ku mirov dikare bînê ser hev û hûnandinek têr û tijî ya wêjeyî jî bike. Em ê tenê gotina wî şoreşgerê ku hemû şaneyên xwe vê bûye fedaiyê doza gelê xwe kir ji we re bibejin: "Ez nikarim wan cilên gabardîn, şal û şapikan li xwe bikim, min ev yek heq nekiriye, bila ew kes xwe bikin cihê kesên ku li çiya hevaltî û şerkerî kirine."

Hevretiya Leyla û Çîçek

Niha jî em ê wê bibin ber bi wan qadên hevretiya Leyla-Sultan, Rûken-Çîçek Selcan hatine kirin. Hinek deman li Dêrsimê, hinek kêliyan li Hîlwanê pir caran jî li qada Filîstîn û Libnanê hûn ê bibin şahidên têkoşîn û şoreşgeriya wan.

Keça çalak û serhildêr di sala 1964'an de di nava malbateke xîzan de ji dayik dibe lê xalek heye ku em dixwazin li vir balê bikşînin ser: Dema ku Sultan ji dayik dibe, dayika wê pir zehmetî dikşînê heya piştî welidandina keça xwe dikeve nava cihan. Pir kes bawer nakin ku dayik baş bibe. Ji bo wê jî dibêjin navê dayikê pitika wê bikin dibe ku bibe siûdek dayika wê jî baş bibe. Bi vî avayî navê dayika Siltan li pitika wê dikin û dibejin êdî navê wê jî Siltan e. Piştî çend salan ji ber rewşa malbat û eşîrî Siltan dikin niqîriya birayê xwe yan ku dikin destgirtî.

Ya rastî her ku me jî keça jîr nas dikir em ezmûnên wê yên beramberî, malbat, civak û ferasetên heyî re matmayî mabûn. Xwedî hêzeke çawa bû? Çi dibû pisûleya wê ya hêzdarî û dildariyê?

Keça serhildêr şoreşgerên derdora bira û hevalên xwe nas dike. Şoreşgerên ku diçin mala wan nîqaş û guftûgoyên xwe bandorek mezin li ser Siltan jî çedikin. Piştî beşdarbûna birayê xwe Mehmet Emîn Yavuz hîn zêdetir hêza wêrektî û lêgerînê di xwe de keşif dike. Pêşberî Siltan ezmûnêk mezin hebû. An wê weke keçikên eşîr û malbata xwe piştî dibistanê bizewiciya yan jî wê bi serhildanek guhertinên bi kok di nava eşîr û civaka Hîlwanê de bi pêş bixista.

Em dizanin serhildana ku Siltan dike, dibe bingehek ku di pêşeroja wê de wî taybetmendiyê xwe biparêze. Em ê çîroka navê Leyla ji kû û çawa dest pê kiriyê jî bi wê re parve bikin.

Keça ciwan Sultan piştî tevlîbûna tevgera azadiyê dest bi jiyana nû, lêkolîna dîrokê dike. Di nava rûpelên dîrokê de jinên ku mohra xwe li civaka Kurd û dîrokê xistine nas dike. Ji çîrok û serhildanên Sultan Xanzade, Besê, Rindêxan û Leyla Qasim bi bandor dibe. Herî zêde jî ji gotinên beriya darvekirina Leyla Qasim bi bandor dibe û soza şopandina berxwedana jinên Kurd dide. Leyla Qasim beriya ku were darvekirin dibêje; “ Îro hûn Leylayek dikujin lê sibê bi hezaran Leyla li dijî dagirkerî û zilma we dê rabin.” Bi van gotinan berxwedaniya jinên Kurd vedibêje. Ev hevoka Leyla Qasim di hişê Sultan Yavuz ango bi navê xwe yê nû Leyla de babetek diafrîne. Dibe teqdîsek di dilê we de da ku  îbadet û parestina wê bike.

Dema rewaniya ber bi rojê ve, tevna azadiyê liser Kurdistanê dihat xîzkirin. Di nava asoyên xevn, xeyal û hêviyan de bingehê jiyana nû honandin. Şoreşgerên ku navê xwe li erdnîgariya Kurdistanê weke heyamekê serhildanê reçandin. Keça ciwan Leyla û komek hevalên gerîlayê jin derbasî qada perwerde ya Libnanê dibin. Jibo qetandina sînorên tarî û ferasetên paşverû di deryaya raman û lêgerînên bêsînor de dibûn kesen avjen, zana û têgihiştî. Di warê çand, civak û lêşkerî de xwe bi berhemên deryaya zanistiya azadiyê de gûrçopêç dikin. Jibo ku her gerîlayek bikaribe xwe û nebesiyên heyî di parzûna rêxistinê re derbas bike, di tebaxa 1982’an de kongreya tevgera azadiyê li dardixin. Di vê kongrê de şoreşgera navdar Leyla piştî nirxandinan soza xwe ya têkoşîna azadiyê wiha tînê ser ziman:

“Ji bo kemasî û nebesiyên ku bûme sedem, ezê bi awayek hîn çalaktir li dijî wan şer bikim, di tevahî qadên jiyanê de hebûna xwe di soza xwe de bidim diyarkirin.

Her wiha êrîşên ku hûndir û derve li dijî rêxistinê peşbikevin ezê xwe bikim mertal,

Ji hevalanre heval û  ji neyaranre bibim neyar.

Ji bona we jî di despêkê de soz didim Rêberê gelê kurd Rêber APO.

Şoreşgerên ku bi xwîna xwe welat xemilandin, Hevalên ku di girtigehan re,

Gelê ku ji bo rizgariya xwe ya netewî  cangoriyan dikin xelatre

Hevalên ku xwe xistine bin barê têkoşîna azadiyê û hêza ku di kongrêde amadere soz didim.’’

Rê û rêwitî

Rê û rêwitiya Leyla her ku diçû em dibirin kêliyên welidandina hîmê arteşa jinên şerker.Halanên dilê wê dişibiya agirê dojêhe ji kelecanê. Di nava çiyayên xwedawend û stargeha mirovahiyê de meşa bi rewneq û semyan didomand. Weke bayêk tenik û narînî xwe li lat û zinaran, lûtkeyen çiya û newalan dialand. Pir bîranîn, bîrewerî kom dikir di bin sîwana dîroka têkoşîna azadiyê de. Êdî Leyla bi merak û azweriyêk mezin, dibû mamoste û şagirt di jiyana gerîla de. Tevî astengî, bêderfetî, zor û zehmetiyan jî gerîlaya jîr û şareza bi heskirina jiyanê berz dibû qad û qampa Hûrhûrê de. Leyla bi berxwedana xwe ya lêhengî, bi sekna xwe ya şerkerî nûnertiya têkoşîna jina Kurd kir. Bi wî şerê xwe serkeftin û azadiyê qonaxek nû ya salên pêş ronî dikir. Şoreşgera navdar Leyla di 25’ê Gulana 1988’an li herêma Benevok a Şemzînanê bi komek hevalên xwe re şerekî pir mezin li hember dijminê gelê Kurd dikin. Şer û berxwedaniya bê hempa dijmin tar û mar dike. Yekineya bi navê 21’ adarê dema ku xwe digihijînin cihên bi ewlê dijmin bi her cûre teknîk, hêrs û zilmê erîşê wan dike. Di wê berxwedana ku qonaxêk nû ya şer diwelidand 9 lêhengên arteşa azadiyê kiribû mêvanên axê.

Em çiqas hewil didin jî wê şoreşgera qamil bi van hevokên şermok û sitûxwar de bînin ser ziman jî kêm mayina wê re em bi sinca hevretiya xwe re dikevin nava şerekê pir dijwar û watedar de. Şoreşgerên ku weke Duran Kalkan, Zîlan Agirî, Sakîne Karakoçan û Ronahî Serxwebûn vegotina pêşenga navdar dikirin mîrasê ku îro heyî em ê çawa xwedî lê derbikevin, nirxên wan lêhengan bi çi awayî biparêzin jî me û temaşêvanan didan hîskirin. Em hêvî dikin ku we jî ev xelekên serhildêr û çalak temaşe kiribe.

Ji bo gerîla xaçirekên çiya weke zîzokekê dizivire û diçe. Dibe ku pir caran hûn destpêka wan xaçirekên zirav û dirêj de meşiyabin jî, heya dibe ku we cihê despêkirina wan xaçirekan jî dîtibe. Lê em bawer dikin ku pir kêm ji me û we dawiya wan xaçirekan dîtibe. Gelî û newalên çiyayan mirov weke meqletîzekê ber bi xwe ve dikşîne. Her ku çav li bedewî û bêdawîbûna wan rêze çiyayan dikeve asoyên xevn û xeyalên mirov jî fireh dike. Şevê bi barana stêrkan, rojê bi ewrên ser asîman re gerîla dike nivîskarekê romantîk. Çiya evîn û evîndariyên welat dihewîne nava xwe. Dibe ku ji bo wê jî be gerîla evîna herî mezin û pîroz wan cih û waran dijîn. Evîna welat, azadî, jiyan û hevrêtiyê.

Yek jî wi wan evîn û evîndaran jî keça dilwêrek û zana Çîçek Selcan an ku bi navê tevgerî Rûkenêe. Navek bi hemû bedewî û taybetmendiyê kesayeta şoreşgera evîndar xwe dide teyisandin. Ger ku mirov navê rast Çîçek bîne ser ziman dibe hemû xweşikbûna riwekên Dêrsimê radixe ber çavan. Ger navê Rûkenêe mirov vebêje keça dilwêrek û rûbiken ya Dêrsimê tê hişê mirov. Her dû nav dibin navnîşanên welat.

Di nava şer û berxwedaniyê de guh bidin vegotina hevrêtiyê

Niha jî em ê yekser we bikin mêvanên dilrûkena welatê Medan. Em ê wê bibin qada şoreşa Rojava û ji wir jî bikin rêwî ber bi qûntarên Cûdiyê Miradan. Her wiha hûnê li qadên heremên parastinê di nava şer û berxwedaniyê de guh bidin vegotina hevrêtiyê. Herî dawî ji bo bêhnvedanê jî em ê wê li çiyayên Qendîlê li ber agirê geş bi daqûrtandina qedehek ji çaya reşo pêşwazî bikin. Ger hûn bixazin jî li ber koz û pîzotên agir heya derengiya şevê bi hevretiya stêrkan re ji hestên hevaltiyê re bibin mêvanê hest û bîranîn wan deman.

Belê, ji bo vegotia Rûkenê pir bîranîn û bûyer hatin vegotin. Ji qada Avrûpa heya çiyayên Kurdistanê û deşta Rojava gotin xilas nedibûn. Dewlêmendî û zindîbûna Rûkenê me di lêvên girnijî guhdar dikir.

Tê gotin ku destpêk çawa be, wê dawî jî wisa berdewam bike. Di bingeh de dema mirov wê gotinê û têkoşera mezin Çîçek tîne ber hevdû, rastiya wê baştir dibîne. Çîçek, sala 1957’ê li Dêrsimê ji dayîk dibe. Çîçek di nava malbateke xwedî baweriya Elewî û xwedî zanebûna dîroka xwe de şikil digire. Heya dibistana amadeyî li Dêrsimê dixwînê. Keça Dêrsimî Çîçek, bi şoreşgeriya ji bo civaka xwe û têkiliya di nava malbata xwe de pêşerojekê nas dike. Lewma ji cihê ku destpêkê fêrî gavavêtinê bûyî, ji wir jî dest bi gavavêtinên şoreşgeriya mezin dike. Dilsoz û têkoşera nîştiman Rûken, ji cih û warê xwe ango jêdera hebûna xwe ya dîrokî xatir dixwaze û berê xwe dide qada Lubnanê.

Ji sala 1981’ê şûn de ji bo Rûken qadên têkoşîn, hevaltî û naskirinê firehtir dibin. Demekê li Sûrî xebatên gel meşandin û piştî wê çûbû çiya. Lê min ew di pêvajoya perwerdeya qapên Filistinê de nas kir. Bêgûman bûna yek ji hevala jin a yekemin ji bo wê girîng e. Nêvgîn û di nav derfetekî ku zilam casaret nekiriye nêzî deh hevalên jin derbasî Filistinê bûn. Bifikirin di nav 200 hevalên xort hene û tenê nêzî 10-15 hevalên jin hene. Ji wan jî heval Rûken bû.

‘Her tim derdora xwe bandor dikir’

Dema ku me dest bi guhdarkirina Fermandar Mazlum Abdî kir em dibirin kêliyên ciwantiya xwe. Me dikir şahidê zindîbûna hizir û xweşikbûna serpehatiyên bi Rûkenê re. Fermandar Mazlum Abdî di hin hevokên xwe de ji bo şoreşger Rûken wiha digot: "Di nav koma hevalên jin de yên ku li cem me li mal diman hevala Rûken wisa zêde bal dikişand. Ji ber ku hevalek girs bû, kesayetek xwe ya lekşerî hebû û bi heybet bû. Weke kesayet her tim bandorê xwe li derdorê xwe dikir. Heval Rûken di demek kurt de hat mal, li mala me ma. Di demek kurt de bû weke endamê malbatê. Di mitfaxê de bû, xwarin çêdikir. Alîkarî xebatên malê dikirin. Vê bandorê xwe yê pir mezin dikir. Dîsa di xebatên din de jî dema mijar dibû civin û axaftin ku piranî kûraniya xwe ya siyasî hebû, dîsa di mijarên leşkerî de astekî xwe yê xurt hebû. Wê çaxê nivîsandinê xwe hebû, nivîsandinek hazir kiribû weke semînerêkê li ser şerê demdirêj, digot em ê van di pratîkê de pêk bînin ji bo em bikarin di demê pêş de bêxin pratîkê hêzekê çêbikin û parçeyek ji kurdistanê rizgar bikin. Tişta herî zêde em bandor kirin baweriya vê hevalê bû."

Bi şerkerî û wêrekiya xwe bi hezaran keç û lawên welat dikişine nava şerê hebûn û azadiyê

Çîçeka Dêrsîmê û Rûkena kurdistanê di demeke weke bihara jiyanê dihate hesibandin de bi hesret û kêfxweşî hembêz dikir xaka nîştîmanî. Keça zana ya Dêrsîmî li Çiyayên Botanê bi serbilindî gav bi gav digeriya. Jina wêrek û serhildêr ji Dêrsîmê heta Botanê dev ji lêgerîna azadiyê bernedida.  Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin weke gurme gurma brûskan bi ser dijmin de dibarand. Weke wan ewrên reş û qetran tirs û xof xistibû nava neyar û xayînan. Germahiya lûleya çeka xwe bi agirê azadiya dilê xwe sor û geş dikir. Bi hebûn û şerkeriya xwe li Cûdî, Gabar û Herekolê pîroz dikir. Lê careke din xayîn û neyaran kirasê şerm û xiyanetê li hemberî berxwedana egîd û mêrxasan li xwe kiribû. 22 Tîrmeha sala 1985’an bi lehengî heta henaseya xwe ya dawî li ber xwe dide. Bi berxwedan, şerkerî û wêrekiya xwe bi hezaran keç û lawên Botanê kom bi kom dikişine nava şerê hebûn û azadiyê. Ango dikişine serhevgirtin û yekgirtina gelê Dêrsîm û Botanê.

https://jintv.net/ku/posts/post1763567367/