Tiştên li ser çavê dayikek diteyise…

Wê rojê rondikên wê dayîkê, bêdengiya kesên rêz girtibûn, destên kesên ku gelek tiştên xwe winda kirine… Her çendî hemû neyên vegotin jî dihatin heman wateyê: Tişta ku nayê dîtin bi hunerê dikare were dîtin; tişta ku tê dîtin di bîra gel de nemir dibe.

FERÎDE RAPO

Bi wesîleya 27’ê Mijdarê Cejna Vejîna PKK’ê, Şanoya Çiya, li hinek bajaren Rojava, yek jê jin yek jî mêr ên berxwedêr weke “peykerê zindî” pêşkêş kir. Li gorî roj û salê, dema wê 47 deqe bû, demê rawestand û di heman demê de jî zêde kir, bi performanseke ku hestê dida xuyakirin pêşkêş kir.

Peykerên asayî pêşerojê digihîjîne îro; peykerên zindî jî ji nû ve dîrokê di roja îro de ava dike. Peykerê zindî, xwedî dikek ku di nava seknê de ruh çêdike, bi sekna xwe tevgerê diafirîne ye… Vê rêbaza ku li gelek derên cîhanê heye, li Kurdistanê hê bi pêş neketiye lê Şanoya Çiya vê yekê bi wateyeke kûrtir di rojeke wiha de pêşkêş kir.

Demkurt bû lê tişta ku li dû xwe hişt nemir bû. Li derdora du fîgurên ku bi cilên berxwedêran li ser platformeke biçûk a li ser bi çar zimanan nivîs hebû, gelek mirov kom bûn. Gelek kesan demek dirêj li wan nihêrîn…

Hinek kesan bi hestên kûr rêz girtin…

Hinekan jî telefonên xwe derxistin û wan kêliyan qeyd kirin.

Dayîkek hebû: Bi çavên tijî rondik, bi laçika li serê xwe rondikên xwe zuha kir bi bêdengî.…

Wê demê di çavên wê dayîkê de ne tenê du kesên ku performans nîşan didan, me Ş. Baz Mordem, Ş. Helbest Koçer û şehîd Masîro Xabûr ê ku beriya çend rojan şehadeta wî hat ragihandin û ji berxwedana Rojava re pêşengî kiribû, şehîd Gulçiya Gabar û gelek kesên ku em navê wan nizanin me dît. Wekî ku hemû berxwedêrên nemir, kêliyek di wan bedenan de kom bûbûn.

Dibe ku wê dayîkê ewlad û xizmek xwe winda kiribe… Belkî jî tenê şahidi ji nirxên hatine afirandin re dikir lê diyar bû ku rastiya şer û berxwedana Kurdistanê xwe li hestên me bi cih kiribû.

Stranek ji bo kesek din hatiye gotin le tu heman êşê ji bo kesên te winda kirine dikşînî û hîs dikî.

Helbestek serpêhatiya kesek din dibeje lê wateya wê bi hestên te re dibe yek.

Peykerek rûyê kesek din e; lê bi şahidiya xwe vediguhere paşeroja te.

Ji ber wê sekna bêdeng a wan herdu fîguran, di rastiyê de kêliyek ebedîbûnê ji paşeroj, êş û berxwedana me re pêşkêş kir.

Ji ber vê ye ku ji dîrokê ve heta îro di tiştên ku hatine nivîsandin, xêzkirin û gotin de em xwe dibînin. Hestên ku em dibêjin qey takekesî ne, zêde dibin û vediguherin hevpariyeke civakî. Huner ji ber vê tenê ji bo hunerê nîn e; hest û ramanên civakê nîşan dide. Tevgera PKK’ê bi berxwedana xwe ya 52 salan, tenê têkoşîneke polîtîk nemeşand; di heman demê de tişta veşartî derxist holê, tişta qedexekirî vegot û bingeheke çandî ya ku êşê vediguherîne berxwedanê afirand.

Kasetên Kurdî yên berê me di bin axê de vedişartin; stranên ku me bi dizî li pişt dîwaran digot, zêmarên ku me bi dizî digotin, bi saya vê rastiyê derketin holê.

Hêza hunerê ya ku tiştên nedîtî derdixe holê, bi afirandina hunera şoreşger paşerojê digihîjîne pêşerojê di vir de diyartir dibe.

Wê rojê rondikên çavên wê dayîkê, bêdengiya kesên ku rêz girtibûn, destên kesên ku gelek tiştên xwe winda kiribûn… Her çendî bêdeng bin jî dihatin heman wateyê:

Tişta ku nayê dîtin, bi hunerê dikare were dîtin; tişta ku tê dîtin di bîra hevpar a civakê de nemir dibe.