Li Hatayê konteynir ji bo jinan him mal e him deriyê debarê ye

Naîme Dede, kuaforek ku bal kişand ser tengasiyên ku jinên li Hatayê dikşînin, got "Em bêjin mişteriyek tê û tu tenê porê wê çêdikî, an jî dema ku tu tiştek din dikî, ceyran diçe. Ez hewl didim ku bi awayekî wê rêkûpêk bikim."

BINEVŞ STÊRK  

Hatay – Her çiqas nêzî sê sal di ser du erdhejên wêranker ên li Hatayê û Mereşê re derbas bûye jî, jinên li Hatayê ku hîn jî bandorên wan dikşînin, êdî naxwazin di konteyneran de bimînin. Qutbûna elektrîk û avê jiyana rojane bi awayek girîng têk dibe. Bi taybetî kuafor ji van bandorên neyînî bandor dibin. Kuafor ji ber qutbûna elektrîk û avê tengasiyek mezin dikşînin. Yek ji wan jî Naîme Dede ye. Naîme, 38 salî ye û zarokek wê heye. Naîmeya li Antakyayê ji dayîk bûye, ji ajansa me re li ser zehmetiyên ku dikşîne axivî.

Naîme, anî ziman ku di dema erdhejê de li malê bûye û wiha got: "Şeveke tirsnak bû. Ew şev, dibêjin ya, sibeh qet nehat. Wê şevê ji bo me sibeh qet nehat. Em ditirsiyan. Me bawer nedikir ku em ê bikaribin ji malê derkevin. Ji ber ku heta ez dawiyê derdiketim jî, dîwar hildiweşiyan."

‘Em bi 35 kesên din re di serayê de man’

Naîme anî ziman ku ew yekser çûne mala xesûya wê, li baxçeyê wê serayek hebûye û wiha pê de çû: "Em heta sibehê bi qasî 35 kesên din re di serayê de man. Me ew şev wisa derbas kir. Em nêzîkî salekê di konan de jiyan. Pir dijwar bû. Dema ku zivistanê baran dibariya, her tişt di bin avê de dima. Her çi dibe bila bibe, me tiştekî zêde tunebû ku em xwe pê xwedî bikin. Me xwe bi tiştên ku me ji alîkariyan berhev kiribûn xwedî dikir. Ji ber ku êdî tu kes ji me nikaribû bikeve mala xwe. Ji ber vê yekê, jiyana di konan de pir dijwar bû. Ji mişkan bigre heya pisîkan, tu dikarî sibehekê şiyar bibî û pisîkek li kêleka xwe bibînî. Salek şûnda, ez çûm konteynirek. Lê konteyner ne jîngehek jiyanê ya pir saxlem e. Ez hîn jî di konteynirê de dijîm. Gotin ku mala min hindik zirar dîtiye. Niha tê nûjenkirin. Ez di konteynirek de dijîm, ji ber ku ez niha nikarim kirê bidim."

‘Neçar mam klîmayek kevn bibînim û saz bikim’

Naîme, destnîşan kir ku cihê karê wê jî konteynir e, li gorî cihên kar ên asayî gelek dezavantajên konteynerê hene û wiha got: "Mînak, havînê de pir germ dibe. Pir germ e. Tu bê klîma qet nikarî bixebitî. Mişteriyên we nikarin rûnin, ji ber ku xwêdan didin. Karê te xuya nake. Ji ber vê yekê neçar mam klîmayek kevn bibînim û saz bikim. Ger ku tu zivistanê wê nepêçî, ew ê av jê bê. Av jê diherikî, mîna ku li derve bî."

‘Ji kaniyê çamûr diherike û em neçar in ku ava hazir bikar bînin’

Naîme destnîşan kir ku qutbûna elektrîk û avê pirî caran diqewime û got ku ev bandorek neyînî ya girîng li ser karsaziya wê dike. Naîme wiha got: "Ev bandorê li jiyana me dike. Niha, heta dema ku em kaniyê vedikin jî, çamûr diherike. Ji ber vê yekê, em nikarin avê jî vexwin. Em neçar in ku ji bo xwarinên xwe ava hazir an jî ava dagirtî bikirin. Ji ber vê yekê, em nikarin ji bo xwarinên xwe ava kaniyê bikar bînin."

‘Tam dema ku porê mişteriyek çêdikim, elektrîk qut dibe’

Naîme da zanîn ku karê wê bi giranî bi elektrîk û avê ve girêdayî ye û giraniya rewşê wiha rave kir: "Em bêjin mişteriyek tê û dema tu porê wê çêdikî an jî tiştekî din dikî, elektrîk qut dibe. Ez hewl didim ku bi awayekî wê rêkûpêk bikim. Dema ku nikaribim jî, neçar dimînin ku biçin. Tiştekî ku ez bikaribim bikim tuneye. Ji ber ku tiştek min tuneye. Ji ber vê yekê ew tenê diçin. Carna em 2-3 saetan, 4 saetan, an jî 5 saetan bê elektrîk dimînin. Li vir wisa ye, lê li çend deveran, elektrîk dikare heta roja din qut bibe. Carna 2-3 rojan nayê. Li hin deveran, rewş wiha ye. Av hefteyek qut dibe. Mînak, hinek li dûrî min bajarekî konteyneran hebû. Bi rastî hefteyek, ne elektrîk û ne jî av nedan wan."

‘Li vir tiştek baştir nebûye û mirov şerpeze ne’

Mala Naîme niha konteynirek e. Naîme destnîşan kir ku ew ji bo di 21 metrekareyî de bicih bibe zehmetiyan dikişîne û wiha got: "Jîngehek pir saxlem nîne. Ji bo zaroka min jî ne jîngehek saxlem e. Lê mîna ku min got, rewş niha ne wisa ye û bawer bikin, li vir gelek kes di vê rewşê de ne. Tiştek wekî ku xuya dike nîne. Tu dizanî, dibêjin ku rewş baş bûye, her tişt çêtir bûye. Lê li vir tiştek baştir nebûye. Mirov şerpeze ne. Tenê li ser piya dimînin. Çaryekê hêviyên me nehatine bicîhanîn. Xanî ji TOKÎ (Rêveberiya Pêşxistina Xaniyan a Tirkiyeyê) dan mirovan. Lê me dît ku bi baranek re ew xaniyên TOKÎ’yê di bin baranê de man. Me li her derê lehiyê dît. Her kesî bi çavên xwe dît. Kesên ku li wir bi cih bûn jî şerpeze ne."

‘Cihê ku zarok here lê bigere an jî bilîze tuneye’

Naîme, ji ber nebûna qadeke lîstikê ya ji bo zarokê xwe jî gazinan kir û zehmetiyên ku kurê wê pê re rû bi rû dimîne wiha vegot: "Mixabin, zarokê min qet nikare bilîze. Ji ber ku qadeke lîstikê tuneye. Tu nikarî wî bibî parkekê an cîhek din. Li her derê toz, dûman, gemar û çamûr heye. Yanê zarokatiya me ya wê demê li ku ye û zarokatiya zarokên me niha li ku ye? Tu dizanî, dibêjin 'Telefon an tablet nedin zarokan.' Lê ji bo zarok cih tune ku derkeve derve, bigere an bilîze. Mixabin, cih tune. Û zarok bêzar dibe. Ew nizane çi bike. Ez bi mêr û kurê xwe re di konteynirek de dijîm. Me li kêleka cihê karê xwe cîhek mîna hewşê çêkir. Berê, ev ciyê xaniyê kevin ê xesûya min bû. Di erdhejê de hilweşiya. Ji ber vê yekê me konteyner danî vir. Xesûya min, xezûrê min, hevjînê min, ez û kurê min bi hev re dijîn. Bi saya bexşên xêrxwazan, me ew bi dest xist."

‘Peydakirina lazmatiyan gelek zehmet e’

Naîme ragihand ku di peydakirina amûrên ji bo karê xwe de gelek zehmetiyan dikşînin û sedema wê wiha vegot: "Ji ber ku ev der, axir, herêmeke erdhejê ye. Ji ber ku em li vir nikarin tiştekî ku em dixwazin bibînin. Cil, bazar, her tişt ji me dûr e. Bêyî wesayîtek, meş zor e. Mînak, ger ku tu li vir tiştek bixwazî, tu nikarî bêjî min dil kir ez tiştek bikirim. Zehmetiya herî mezin dîtina cil û bergan e. Roj hene ku em neçar in ji bo kirîna cil û bergan heta Îskenderûnê herin. Li vir ew tunene. Her çiqas hebin jî, pir biha ne. Ez dikandarên me fam dikim, lê ew van rojan pir zêde pere distînin. Tu dibêjî, 'Ezê hema herim rêwîtiyê bikim, li derveyî bajêr bikirim û paşê vegerim."

‘Ez ji pêşerojê hêvîdar nînim’

Naîme, diyar kir ku her kes li vir êş dikişîne û wiha bidawî kir: "Mixabin, ez ji pêşerojê hêvîdar nînim. Lê em dibêjin, 'Ez hêvî dikim.' 'Hêvîdarim, her tişt dê çêtir bibe.' Lê eger rewş bi vî rengî berdewam bike, ez bawer nakim ku herî kêm 10 salên din jî rewş baştir bibe. Ez bang li jinan dikim. Bi taybetî jî ji keçên me yên ciwan re: ji kerema xwe li ser lingên xwe bisekinin. Hewl bidin tiştekî bikin. Em ê bi rûniştina li malê an jî li benda tiştekî ji kesekî, neghîjin tu derê. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku her kes bikaribe li ser lingên xwe bisekine."