Serkeftina endezyara ciwan a Iraqî: 7 cîhazên nûjen ên bijîşkî çêkir
Jina ciwan a Iraqî Sara Suheyl Nejm azweriya xwe ya bernameyên tibî, veguherandiye cîhazan û tevî pirsgirêkên lojîstîkî û çavkaniyên sînorkirî di xebatên xwe de bi ser ketiye.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di nava zoriyên ji hêla pandemiya COVID-19 ve hatine derxistin, endezyara ciwan Sara Suheyl Nejm di qada tibê de wek yek ji manîkên ciwan a bi biryar derdikeve pêş. Eleqeya wê ya ji bo bername û teknolojiya Arduino, bû sedem ku veguherîne projeyên tibî yên bi serkeftî ku xizmetê ji nexweş û saziyên tenduristiyê re bike.
Sara Suheyl Nejm wek endezyara amûrên bijîşkî û erkdara lêkolînan, li Zanîngeha Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê li Ziqarê dixebite. Rêwîtiya wê ya bernamekirinê, bi rêya bi xwe fêrbûnê dest pê kir. Bi taybetî bala xwe da ser teknolojiya Arduino ku platformek elektronîkî ya li çar aliyê cîhanê ji bo avakirina pergalên kontrola jîr bi karanîna koda bernamekirinê ya asan tê bikaranîn. Di perwerda robotîkê û sepanên bijîşkî de tê bikaranîn.
Ji Pandemiya Covîd-19 heta nûjeniya tibî
Sara Suheyl Nejm got ku xala wê ya destpêkê dema pandemiya Covîd-19 ya 2020’an bûye. Sara ragihand ku di nexweşxaneyan de di cîhana tibî de gelek kêmasî hebûne, apê wê yê karmendek Wezareta Tenduristiyê ye, rojane malbatan li ser rewşa hundirê nexweşxaneyan agahdar dikir, ev bû sedem ku berê xwe bide çêkirina alavên bijîşkî yên herêmî. Sara wiha got: “Yekem cîhaza ku min bipêş xistiye, monîtora nexweş (Patient Monîtor) bû. Ev cîhaz kêfxweşiya yekem a serkeftinê bi min da jiyîn. Min destpêkê cîhaz li ser pênc endamên malbatê û piştre li ser nexweşan ceriband. Amûr bi riya bikaranîna teknolojiya înfrared (IR) dixebite.”
‘Piraniya perçeyên elektronîkî ji derveyî bajêr tên’
Sara Suheyl Nejm da zanîn ku piştre pêşxistina projeyên xwe domandiye, cîhazê santrifuj (Centrifuge) ku ji bo cûdakirina mînakên xwînê di laboratuaran de tê bikaranîn dîzayn kiriye. Sara diyar kir ku piştre sûd ji teknolojiya Arduino girtiye, cîhazek ku nefesê kontrol dike (Vantilator) ava kiriye û wiha got: “Min bi piranî perçeyên elektronîk ên ku ez bikar tînim, ji derveyî bajêr anîne. Hinek perçe ji ber teknolojiyên nûjen in, li derveyî Iraqê tên çêkirin. Ev jî dibe sedem ku hatina parçeyan dereng bikeve û maliyetên hilberînê bi awayek cidî zêde bûne. Perwerda min a endezyariya teknolojiya cîhazên tibî, ji bo pêşxistina kêrhatiyên min ên pratîk baş e. Beşa min di mijara fêrbûna mekanîzmayên pêşxistina cihazên tibî de, bingehek ava kiriye.”
Ji jiyana edezyariyê ber bi serkeftinên tibî ve
Sara Suheyl Nejm anî ziman ku heta niha heft cîhazên serkeftî yên tibî hilberandiye û got: “Cîhaza destpêkê, cîhaza pîvana nîşaneyên jiyanê ku di dema pandemiyê de pêşxistî bû. Ev cîhaz rêjeya oksîjena di xwînê de, leza lêdana dil û germahiya laş dipîve, her wiha bi armanca pêşîlêgirtina enfeksiyonên temasê kêm dike, ji dûr ve bi teknolojiya pîvanê tê bikaranîn. Cîhaza duyem jî, cîhazek ku di laboratuarê de ji bo cûdakirina mînakên xwînê dihat bikaranîn bû. Ev cîhaz tevî berhemên din maliyeta wê kêm be jî, heman sûdê dide. Her wiha ez li ser hilberîna destê protez ku ji bo birîndaran e xebitîm. Her wiha min di hilberandina elektrokardiyografî (EKG), cîhazê pîvana masulkeyan (EMG) û cîhazê pîvana pêla mejî (EEG) de cih girtiye. Ev hemû cîhaz di çavdêriya bijîşkan de hatine ceribandin û encamên wê serkeftî bûn.”
Sara Suheyl Nejm da zanîn ku projeya wê ya dawî cîhazek ku cîhaza pîvana nîşaneyên jiyanê û cîhazê nefesê di pergalek ku were hilgirtin û bi asan were bikaranîn de dibe yek e. Ev pergal li gorî temenê nexweş û rewşa wê ya tenduristiyê rêjeya nefesê dikare bipîve û nexweş bişopîne.
Tengasiyên ku di kar de kişandiye
Sara Suheyl Nejm bal kişand ser tengasiyên ku dikşîne û destnîşan kir ku destpêk, pêvajoya herî zor bûye. Sara bi van gotinan qala wan deman kir: “Di nava van de sînordarbûna ezmûnên bernameyan, kêmbûna agahiyên derbarê parçeyên elektronîk, qedexeyên derketinê yên demê pandemiyê de û bi zor anîna perçeyan a ji nav bajaran heye. Ji bo xwendekarek ku hê mezûn nebûyî, fikrê hilberandina cîhazên tibî ji bo gelek kesan zor dihat. Aşkirina hinek mamosteyan a di mijara serketinê de ne asan bû. Lê belê encamên pratîk bandora wê îsbat kir. Monîtora nexweşan, me di endamek malbatek korona vîrus girtî de bikar anî û wê kêliyê ez kêfxweşiyek mezin jiyam. Ev jî xelata herî mezin a dîtina encama keda xwe ye.”
‘Bila hemû xwendekar kêrhatiyên xwe bipêş bixin’
Sara Suheyl Nejm wek erkdarek lêkolînê ya li zanîngehê ye, xwest xwendekar jî heman rêya fêrbûn û pêşketinê bişopînin û wiha domand: “Xwendekar dikarin bighîjin serkeftinên mezintir. Êdî çavkaniyên fêrbûnê bi rêya înternet, platformên medyaya dijîtal û YouTube hemû kes dikare xwe bighîne. Her wiha dikarin ji ezmûnên mamosteyên zanîngehan jî sûd bigrin. Cîhazê ku ez kêfxweşiya wê ya yekem jiyame, her tim dê dilê min de be. Projeya mezûnyetê jî ji ber zoriyên pergala nebûnê û peydakirina amûrên pêwîst xebata herî bi westan bû.”
Çavkaniya serkeftina wê
Sara Suheyl Nejm da zanîn ku li gel xwendekaran li ser projeya nû ya hilberandina ‘drone’ dixebitin û diyar kir ku tevî ku ev ji qada wê ya pisporiyê dûr e jî, ji bo wê gavek nû ya fêrbûn û kêrhatinê ye. Sara destnîşan kir ku tîma wê di fuara projeyên xwendekaran a di asta zanîngehê de bûye duyem. Sara Suheyl Nejm anî ziman serkeftina wê ya di heft cîhazên tibî de, ji ber malbata xwe ya ku ji roja destpêkê destek dane, mamosteyên xwe û hemû nexweşên ku pêwîstî bi van cîhazan heye û negihanê ye.