Suweyda di bin dorpêça aborî de xwe dispêre çandiniyê

Li Suweydayê ji ber dorpêça aborî krîzek dijwar derketiye holê, dîsa jî xelkê bajêr ku bi koçberiyeke berfireh, windakirina dahatê û kêmbûna xizmetan re rûbirû ye, xwe dispêre çandiniyê.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê krîzeke aborî ya aloz dijî, di 10 mehên borî de ji ber dorpêçkirin û bandorên bûyerên Tîrmeha 2025’an rewşek girantir dijî. Ev yek niştecih neçar kirine ku li rêyên nû yên jiyanê li derveyî pergala aborî ya fermî bigerin.

Mezûnek aborînas û koordînatora însiyatîfa bi tîma Bazilê re, Lamîs Cudî aşkera kir ku berî van bûyeran Suweydayê bi giranî xwe dispart mûçeyên karmendên hikûmetê û şandina pereyan ji koçberan re. Lamîs got ku ev, digel çandiniyê wek çavkaniya sereke ya dahatê bûye û ev agahî dan: “Lê ev model ji ber nebûna projeyên pêşketinê û paşguhkirina aborî ya demdirêj ku ji ber helwestên siyasî yên li dijî rejîma Esed bêtir dijwartir bû, bi xwezayî qels bû.”

Koçberî û zexta duqatkirî

Bûyerên Tîrmehê xalek werçerxê ya tûj nîşan dan ku bû sedema şewitandina 37 gundan û koçberbûna niştecihên wan a ber bi navenda bajêr ve. Vê koçberiya ji nişka ve, zextek mezin li ser binesazî û xizmetan kir û bêkarî girantir kir. Bi taybetî ji ber ku piraniya koçberan debara xwe ya bi çandinî û xwedîkirina lawiran ve girêdayî, winda kirin. Ji ber ku dahatên di dabînkirina xanî û pêdiviyên rojane de kêm bûn, beşek mezin ji nifûsê bê çavkaniyek dahatê ya sabît man.

Bazarek bê pere

Lamîs Cudî da zanîn ku yek ji xuyangên herî berbiçav ên krîzê qutbûna mûçeyên karmendan e, ku bûye sedema kêmbûna dabînkirina pereyan di nav bazaran de û wiha got: “Di encamê de çerxa aborî bi tevahî hatiye têkbirin. Kêmbûna dahatê ji xwarinê bigre heya kelûpelên ne-esasî, bandor li ser çalakiyên bazirganî yên cûrbecûr dike. Qada taybet jî ji ber nebûna ewlehiyê û lêçûnên xebitandinê yên bilind, bi taybetî bi krîza elektrîkê û enerjiyê re bûye sedema kêmkirina seatên xebatê û kêmbûna hilberînê, bi zehmetiyên girîng re rûbirû dimîne.

Bilindbûna aboriya nefermî
 

Lamîs Cudî tekez kir ku aboriya nefermî wek yekane vebijark ji bo gelek niştecihan derketiye holê û wiha domand: “Firoşgehên kolanan zêde bûn û firotina kelûpelên bingehîn bû rêyek ji bo mîsogerkirina dahatiyek herî kêm. Hejmareke mezin ji malbatan, tevî xwezaya wê ya sînordar û nearam, xwe dispêrin alîkariya mirovî ya ku ji hêla rêxistin û komeleyan ve tê peydakirin. Bazirganî jî ji nû ve derket holê, niştecih ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên rojane tiştên xwarinê diguherînin. Krîza elektrîk û enerjiyê ku bûye sedema kêmkirina seatên xebatê û kêmbûna hilberînê û bi zehmetiyên girîng re rûbirû dimîne.”

Pirsgirêkên ewlehiya xwarinê

Lamîs Cudî balkişand ser pirsgirêkên ku di nava civakê de herî zêde rû dane û wiha vegot: “Kêmbûna aborî rasterast bandor li ewlehiya xwarinê kiriye, bi taybetî ji bo komên herî xeternak. Malbatan ji ber bilindbûna bihayan, di aliyê gihîştina sînorkirî ya pêdiviyên bingehîn û kêmbûna derman û lêzêdekirina xwarinê de tengasî kişandine da ku xwarinên hevseng peyda bikin.”

Çandinî wek çareseriya dawî tê dîtin

Lamîs Cudî destnîşan kir ku bi bilindbûna bihayên sebzeyan, niştecih wek alternatîfek vegeriyane baxçevaniya malê û wiha pê de çû: “Bi rêya bikaranîna balkon û banan an jî berhevkirina nebatên demsalî ev yek pêk tê. Ev pratîk bûne çavkaniyek girîng a xwarinê û carna dahat bi riya firotina berhemên zêde pêk tê. Formên girîng ên hevgirtina civakî jî derketine holê. Di nav de piştgiriya ji bo stargehan û dabînkirina xizmet û çalakiyên perwerdehiyê ji bo zarokan hene.”

Çareseriyên nedomdar

Lamîs Cudî çareserî anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her çend karsaziyên biçûk û mîkro derketibin holê ku derfetên kar ên sînorkirî peyda dikin jî, ew çareseriyên demkî ne ku nikarin sedemên bingehîn ên krîzê çareser bikin. Ev bersiv ‘adaptasyonek bi zorê’ nîşan didin ku ji hêla şert û mercan ve hatî ferzkirin.”

Ezmûna Suweydayê şiyana civaka herêmî ya berdewamkirin û ji nû ve rêxistinkirina xwe ya di nebûna saziyên hikûmetê de eşkere dike. Lê di heman demê de ew mezinbûna pirsgirêkên ku çareseriyên demdirêj hewce dikin, ronî dike.