Karkerên jin ên Koyeyî: Jin di jiyana kar de bedêla keda xwe nastînin

Jinên Koye, bi mebesta pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran diyar kirin ku mafên jinan di jiyana kar de nayên dayîn, bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin û tevî ku ew heman karên mêran dikin jî, bedêla keda xwe nastînin.

ŞIYE KOYE

Koye – Di salên dawî de, bi nûjenkirina berdewam a yasayên kedê ya li Rojhilata Navîn ku ji bo kêmkirina cudakariya zayendî ya di nava kar de pêk tê re, gavên cidî hatin avêtin. Ev guhertin ne tenê di metnên nivîskî de man, di heman demê de baweriya jinan ji bo ketina nava qad û deverên cûda yên bazara kar jî zêde kir. Jin niha dikarin bi rêya yasayê, mafên bingehîn ên wekî betlaneya dayîktiyê û parastina ji destdirêjiya li cihê kar, mîsoger bikin.  Di heman demê de asta hişmendiya şirketan û sektora taybet, ber bi dabînkirina hawîrdorek bi ewle û dadperwer ve çûye, ku hawîrdorek guncav ji bo pêşxistina şiyanên jinan afirandiye.

Astengî û perspektîfên pêşerojê

Tevî van pêşketinan, hê jî gelek astengî li pêşiya mezinbûna rastîn a jinan hene. Riya ber bi mafan ve, îro zelaltir e. Lê veguherandina van mafan bo rastiyek berbiçav hewcedarê hewldanek domdar e.

Mijara mafên jinan di cîhana kar de, di dehsalên dawî de bi awayekî berbiçav guheriye. Her çend jinên li Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna aborî ve  gavên baş avêtibin jî, pirsa bingehîn hê jî ev e; Gelo jinên karker di hawîrdora kar de tên parastin û mafên wan ên darayî û ehlaqî bi rêkûpêk tên peydakirin? Di vî warî de, jin bawer dikin ku hîn mafên wan wekî ku divê be, neyên dayîn.

‘Divê em bi heman çavî li cudahiyan binhêrin’

Rêzan Abdullah li xwaringehek li Koyê, bi salan e ligel hevjînê xwe û çend jinên din wekî aşpêj dixebite. Rêzan ji me re qala tengasiyên karê xwe, hêvî û bendewariyên xwe û daxwazên jinan vegot.

Rêzan li ser pirsa “Karkerên jin li Başûrê Kurdistanê heta çi radeyê dikarin mafên xwe bi dest bixin û gelo li cihê kar rêz li wan tê girtin?”, diyar kir ku bi karkerên jin re bi salan e di heman xwaringehê de kar dike û wiha got: “Ez mîna jinên din ên karker dixebitim û em bêyî cudakarî dixebitin. Ez wan wek keç û xwişkên xwe dibînim. Ez nahêlim ku ew hîs bikin ku ez xwediya kar im, ew jî karker in. Ew mafên xwe bi temamî bidest naxin.  Lê mîna min û hevjînê min, mafên karmendên xwaringeha me divê ji bo herdu zayendan jî wekhev û derbasdar bin. Divê em bi heman çavî li cudahiyan binhêrin û mafên wan bidin wan.”

‘Wekhevî tuneye’

Rêzan derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de diyar kir ku mafê aşpêjan ne di nav vê rojê de ye û wiha pê de çû: “Ez difikirim ku divê her roj mafên karkeran werin dayîn, çi xwecihî be çi biyanî be. Karkerek ku ji saet 6’ê sibê heta 6’ê êvarê bi mûçeyek kêm dixebite, parlamenterek mehê herî kêm 7 milyon qezenc dike, di heman demê de karkerek ji bo 300 hezarî kolanan paqij dike. Wekhevî tuneye.”

Rêzan Abdullah bal kişand ser tengasiyên ku jinên bi xwe li ser piyan dimînin di nav jiyanê de dijîn û wiha got: “Ez hemû jinên ku li ser piyan bi îradeya xwe radiwestin, dixebitin û debara xwe dikin, pîroz dikim.”

Nebûna kar jin neçar kirine ku karên dijwar bikin

Şonam Alexander jî ragihand ku firûna ev 3 sal in dixebite, aydê wê ye, ji bo wê û gelek jinên din derfeteke kar afirandiye. Şonam jî li ser newekheviya di navbera mûçeyan de rawestiya. Şonam destpêkê got: “Ez hemû karkeran, bi taybetî jî jinan pîroz dikim. Ev 3 sal in ez li firûnê kar dikim. Ev der ji bo min û gelek jinan bûye derfeteke kar. Ez rêzê li jinan digirim û mafên wan berteref nakim.”

Şonam Alexander destnîşan kir ku ew derbarê mafên jinan de li cihê xwe yê kar nîqaş dikin lê jin mafê xwe bi dest naxin. Şonam anî ziman ku her çiqas jin li kêleka mêran dixebitin û her tiştî dikin jî, mafên wan nayên dayîn û bi van gazin û daxwazan dawî li gotinên xwe anî: “Cudahî di navbera çînan de, bi taybetî yên xizan de heye û kar tune. Divê ez bixebitîma, lê min kar nekir. Ji ber vê yekê min di firûnê de dest bi vî karî kir. Di dawiyê de, ez ji hemû kardêran dixwazim ku rêzê li karmendên xwe bigirin.”