Bêkarî jinên Cezayîrî yên xwenda ber bi guhertina rêya xwe ya pîşeyî ve dibe

Ezmûnên jinên ciwan ên Cezayîrî, dijwariyên ku mezûnên jin di gihîştina bazara kar de pê re rûbirû dimînin nîşan didin. Jinên ku bêkarî wan mecbûr dike ku riya pîşeyên xwe biguherînin.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Nîşaneyên fermî nîşan didin ku jin di bazara kar a Cezayîrê de, tevî xwedîbûna bawernameyên zanîngehê yên pejirandî, xwedîbûneke qels in. Ev jî, hestên wan ên bêhêvîtî û nebûna baweriya bi xwe, zêde dike. Rêjeya bêkariyê li gorî texmînan ji sedî 9,7 e, lê rêjeya jinên karmend ji sedî 18’an derbas nabe. Wekî din, ji sedî 60 mezûnên zanîngehê yên jin di dîtina kar de zehmetiyan dikşînin. Ev yek jî gelek ji wan ber bi karê destan ve dibe da ku alternatîfek pîşeyî ya aramtir bibînin.

Tengasiyên ku jin piştî mezinbûnê dikşînin

Ev rewşa Meryem Z. ye ku mezûneke beşa hiqûqê ya ji Cezayîrê ye. Di dîtina pîşeyek têkildarî karê xwe de rastî tengasiyên mezin hat. Meryem Z. da zanîn ku piştî mezûnbûnê, ji ber çend sedeman di aliyê dîtina karê xwe de tengasî kişandiye û wiha got: “Min zehmetî kişand ku karekî guncav bibînim. Ya herî girîng jî, ji bilî zehmetiya gihîştina bernameyên perwerdehiya pîşeyî, têrbûna bazara kar a bi pîşeyên xweser ên wek hiqûq, karê noterê û karê îcrakarî ye.”

Serlêdana karên nû yên ne girêdayî pisporiya akademîk

Di wê gavê de, Meryem Z. xwe di nav çerxek xerab de dît ku enerjiya wê dixwar. Wê tekez kir ku encama herî zirardar a bêkariyê hestek bêewlehiyê, nebaşiyê û nerazîbûna ji jiyanê bûye, ku bandorek girîng li ser tevgera wê kiriye û wiha pê de çû: “Dema ku ez bêkar mam, tenê du vebijarkên min hebûn her du jî tal, an jî dibe ku meriv bibêje ku her du jî bi heman rengî ne xweş bûn. Serlêdana karên nû yên ne girêdayî pisporiya min a akademîk an jî mayîna di hişê bêkariyê de. Ev, bi gelemperî bi valahî û stresa psîkolojîk ve tê diyarkirin."

Ji hiqûqê ber bi mamostetî û paşê jî dirûtvaniyê ve

Meryem Z. li ser vebijarka yekem biryar da û wekî mamosteya cîgir li dibistanek seretayî tevlî qada perwerdê bû. Lê belê, kar ji ber çend sedeman ji ya ku wê texmîn dikir dijwartir derket. Di nav de bêewlehiya kar, derengketina mûçeyan, nebûna karên daîmî û entegrasyonê, di wê heyamê de û di dawiyê de nebûna derfetên pêşveçûnê. Di encamê de Meryam neçar ma ku karê xwe bihêle û vegere hobiya xwe ya dirûtina cilên kevneşopî.

Rêjeyên bêkariya jinan a li Cezayîrê

Encamên lêkolînek ku ji hêla Ofîsa Îstatîstîkê ya Neteweyî ya Cezayîrê ve li ser kar, çalakiya aborî û bêkariyê hatî kirin, serdema di navbera 2019 û 2025’an de vedihewîne. Lêkolînê, eşkere kir ku rêjeya bêkariyê li Cezayîrê gihîştiye ji sedî 9,7’an. Di sala 2019’an de, rêjeya bêkariyê wekî ji sedî 11,4 hat payîn ku wiha hate belavkirin: ji sedî 20,4 ji bo jinan û ji sedî 19,5 ji bo mêran.

Li gorî heman îstatîstîkan, jin di qada giştî de bi rêjeya ji sedî 61,1 kom bûne, di heman demê de qada taybet ji sedî 38,9 pêk tîne. Ev yek bi wê têgihîştinê ve girêdayî ye ku qada giştî ewlehiyek mezintir û îstismara kêmtir ji karkeran peyda dike û şert û mercên xebatê yên guncavtir ji wan re peyda dike. Jin û jinên ciwan li Cezayîrê di qada tenduristî û xebata civakî de kom bûne. Ji sedî 45’ê hemû karan pêk tînin; di rêveberiya giştî de ji sedî 14 û di pîşesaziyê de ji sedî 19. Amarên berdest nîşan didin ku rêjeya karmendbûnê ya mezûnên zanîngehê ji sedî 35,3 tê payîn. Ev rêjeyek biçûk e li gorî asta perwerdehiyê ya ku jinên li Cezayîrê bi dest xistine.

Labîrenta piştî zanîngehê

Firyal Qeyt jineke din a Cezayîrî ya di 30 saliya xwe de, mezûneke biyolojiyê ye. Yek ji wan kesan e ku bi salan bêkarî kişandiye. Firyal, ji ajansa me re got ku “Salên piştî mezûnbûnê di nav qonaxên herî dijwar ên ku min di jiyana xwe de derbas kirine de bûn. Hem ji hêla nebûna aramî û ewlehiyê ve, hem jî ji hêla li bendêbûna bidestxistina karekî ku li gorî pisporiya min be.”

Li şûna pîşeya xwe di pîşeyek cuda de dixebite

Firyal Qeyt piştrast kir ku rewşa wê ne tenê ya wê bû, di nav gelek hevalên wê de jî hebûn ku heman beşa zanîngehê dixwend. Ji ber ku nikarîbû di warê xwe de derfetên guncav bibîne,  aşkera kir ku wê ew dem ji bo bidestxistina jêhatiyên nû yên pîşeyî û akademîk bikar aniye û wiha domand: “Di dawiyê de piştî salan bêkariyê, di cîhana bedewiya xwezayî de bicîh bûye, zeytên xwezayî ji bo ronîkirina lekeyên tarî û rengê çermê êvarê, her wiha zeyt ji bo qalindkirina por, hilberandiye.”

Ji nebûna derfetên guncav dev ji karê xwe berda

Rewşa Sûmeya B. ya ji bajarê Setif ku xwediya bawernameya masterê ya di biyolojiyê de ye jî dişibe ya wan. Bêkarî, çarenûsa wê bû. Sûmeya bi van gotinan behsa şikestina xeyalên xwe kir: “Piştî mezûnbûnê, min xeyala kar û serxwebûna darayî dikir, lê min xwe bêkar dît.”

Sûmeya tekez kir piştî ku nekarî pozîsyonek daîmî li navendeke lêkolînên bijîşkî an laboratuwarek hikûmetê peyda bike, bi rastiyek dijwar re rû bi rû maye. Piştre ew neçar ma ku di laboratuwarên taybet de bixebite, ji ber mûçeyên kêm li gorî demjimêrên xebatê yên dirêj, ji saet 8’ê sibê heta 6’ê êvarê, ji yekê ber bi ya din ve diçû. Di dawiyê de, wê biryar da ku li malê bimîne û dev ji kar berde.

JI ber derfetên sînordarkirî bi hezaran jin bê kar mane

Çîrokên Meryem, Firyal û Sûmeya rastiya tevlihev a ku bi hezaran mezûnên jin li Cezayîrê pê re rû bi rû dimînin, eşkere dikin ku bêkarî ji ber derfetên sînorkirî û nekarîna bazara kar a wergirtina mezûnên zanîngehê zêde dibe. Tevî hewldanên ji bo adaptekirin û guhertina rêçê, hêzdarkirina jinan a di warê pîşeyî de û berfirehkirina derfetên kar hîn jî pêdiviyek girîng e ji bo mîsogerkirina veberhênana rastîn a di şiyanên wan de û bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî.