Projeyên pîşesazî ji bo jinên Misrî dibin derfetên xebatê

Jinên Misrî yên ku di projeyên pîşesaziyê de cihê xwe digrin hem di warê aborî de xwe bi pêş dixin, hem, derfeta dahetek baş bi dest dixin hem jî çanda welatê xwe zindî dihêlin.

ESMA FATHÎ

Qehîre – Ji ber sedema ku gelek kes bi taybetî jî hinek saziyên girêdayî hikumetê karên destan wek karên jinan pênase dikin û ji bo ku pîşeyê teşwîq bikin dikevin nava hewldanan. Ji ber wê yekê ev kar bi jinan re sînordar dimîne lê gelek jin hene ku vê qalibê di nava civakê de hatiye rûniştandin şikandine û karê ku bi hişmendiya civakê ava bûye wekî karê ‘mêr’ mîna kehrepe, tamîra mobîlya, ajokarî, goştfiroş û yên ku di tekela mêr de tên dîtin dikin.

Li gor nêrîna hinekan jî karê destan bi taybetî yê keleporî xwedî girîngiyek mezin e ji ber ku ew nasnameya Misirê diparêze. Bi riya jinên ku dikarin kelepora xwe di dîrokê de binexşînin, ev jî hêjayî rêzdarî û nirxdayînê ye. Ji karên din ne kêmtir e, karên destan dûrî qalibên civakî ye divê bêhtir girîngî bê dayîn, ji bo bi pêş bikeve û berdewam bike hemû pêdivi werin peydakirin û astengî werin rakirin.

‘Ji bo karekî demdirêj pewîstiya jinan bi bazarê heye’

Wergêr û rojnameger Yasmîn Alaa El-Dîn der barê pîşesaziyê de axivî û got ku fikra perwerdekirina jinan a li pîşesaziyan rê li wan vedike ku bikevin bazara kar û alîkariya wan bê kirin da ku berhemên li gorî pêdiviyan derxin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dikarin jinên ku ketina nav karê pîşesaziyê erenî binirxînin lê ev jî têrê nake, ji ber ku piranî jin dahetek demkî peyda dikin. Ji bo ku xurt bibin û em bikaribin demek dirêj alîkariya wan bikin pêwîst e fêrî karên din bibin weke bazarkariyê. Jinên ku dixwazin bikevin bazara kar divê bên perwerdekirin, bo mînak Însyatîfa Wezareta Piştgiriya Civakî Forsa parçeyek ji projeya Jiyana bi Rûmet bû ku jinan fêrî mekanîzmayan û stratejiyên bazarê bi riya şopandina berdewam kirin. Mijar ne ew e ku jin fêrî pêşeyê tenê bibin divê kêrhatî û alavên ku berdewamiya karê wan mîsoger bikin jî hebin.

Li girava Qursaya projeyek heye di bingeh de ji bo parastina ava Nîl e lê dema dîtin gelek jin hene bi xirabûna rewşên aborî re nikarin pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin, li vir perwerdeyên jinan dest pê kirin li ser vezivirandina madeyan û berhemên ku bikaribin li bazara navxweyî bifroşin weke cil û bergan û tiştên xemilandinê. Ev kar jî jiyana gelek jinan guherand, bi dahateke baş û derfeteke nû êdî dikarin jiyana xwe berdewam bikin.”

Jin ji bo pêşketina xwe ji her tiştî re amade ne

Yasmîn Alaa El-Dîn  di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin ji bo pêşketin û pêşxistina jiyana xwe  amadene û wiha pêl da gotinê xwe: “Jin dixwazin di warê karê xwe de ji nû ve bixwînin û berdewam bikin, xurtbûna jinan bi xwe re jiyana rast tîne.

Xurtbûna jinan li ser fikir û çanda civakê jî bandora xwe çêdike. Ev xurtbûn dihêle ku desthilatdariya mêr a ku xwe li ser vê ferz dike hem biparêze hem jî kêm bike û ne tenê ji bo debara jiyana xwe bikin  di hilbijartina karên  xwe de jî azad dibin û bi heskirin karê xwe dikin.”

‘Jinên li Sînaayê hewcedarî piştevanî û piştgiriyê ye’

Damezrînera weqfa alikariyê ya Noon Muna Îzet jî got ku jinên Sînaa di gelek şert û mercên dijwar re derbas bûye ku neyênî bandor li ser jiyana wan kiriye. Di çêkirina cil û bergan de an jî di xwarinan de ew jin bi destên xwe berhemên keleporî çêdikin behsa xwezaya derdora xwe dikin.

Muna Îzet destnîşan dike ku Sînaa di bingehê de cihekî geştûguzariyê ye, ji ber bûyerên dema dawî qewimîne bi taybet li bakurê Sînaayê rewş xirab bûye. Lê belê ji bo keleporê biparêzin û rewşa giştî baş bikin hewldan hene ku car caran însiyatîfên çalakirina çanda jinan li Sînaayê di kar û berhemên de dest pê dikin û wiha gotinên xwe didomîne: “Yên ku di siya rewşa aborî ya niha de gelekî buha bûne divê girîngiyê bidin fikra bazarkirinê û madeyên kar peyda bikin. Her wiha divê jin bên perwerdekirin bi taybetî piştî vegera geştûguzariyê careke din, bazarên cihêreng peyda bikin ji ber ku geştiyarî tenê têra hemû berhemên jinên Sînaayê nake.”

‘Vekirina bazaran jinan di warê aborî de bêhtir xurt dike’

Muna Îzet di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bazar ji karmendên pêşeyên destan li hemû herêm û parêzgehan weke Sîwa, Merse Metrûh û Sayîd gelekî alîkariya jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Berê jî min pêşniyar kir ku desteyek navînker ava bibe û berhemên jinan kom bibe ji bo bazarên derve û hundir. Ev tişt ger di dayîna dahatên pêşangehan de dîsa ji bo hilberên jinan di pergala tevlêbûna darayî de were entegrekirin, dê gelek kirîzên bi jinan re rûdidin çareser bibe. Bi navê Diyarûna û Turasûna- Welat û Kelepora me çalakirinek rastî bi riya pêşengehan pêkanî.”

Muna Îzet gotinê xwe didomîne û dibêje: “Plana bazarkirinê û piştgiriya sazûmanî gelekî girîng e derfetên kar ên berdewam ji jinan re li gor pêdiviyên wan misoger dike, ev jî bandorê li pêşveçûnê dike. Dewletên Ereb hene weke Mexrib û Tûnis girîngiyek mezin didin fikra pîşeyên keleporî û bi riya bazarên fireh piştgiriya wan dikin. Li Misirê berhemên cihêreng hene, tenê pêwîstî bi piştgirî û rêxistinkirinê heye.”

‘Pîşesazî ji aliyê gel ve tê pejirandin’

Muna Îzet di dawiya axaftinê xwe de got ku pîşesazî ji aliyê gel ve tê pejirandin her wiha ji bo jinan derfeteke kar a baş e û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Min jî di projeya Bazara Zinîn de kar kir û têde gelek jin hene alavên elektronîk sererast dikin û hinek jin hene karê goştfiroşiyê dikin. Ji bo guhertinek rastîn çêbibe divê hemû girîngiyê bidin van karan, ev jî piştgiriya siyasî dixwaze û derfetên perwerdeyên cuda hebin da ku jin tevli pîşeyên cihêreng bibin û civaka derdorê bi wan bawer be. Karê kooperatîfan û yekîneyên berheman ên jinan qalibê civakî dişkînin û jin tevli civakê dibin. Wisa karê ne fermî birêxistin dibe, karmend bi sîgortaya civakî û tendirustî tên parastin, tên birêxistinkirin û pêşveçûn domdar dibe.