Projeya çandiniyê ya piştgiriyê dide aboriya jinan û barê dorpêçê sivik dike

Projeya aboriyê ya çandiniyê ku jinên kantona Şehbayê ji bo peydakirina derfetên kar ji jinan re dibe alîkar û ji bazarên herêmî re zebze peyda dike, bi vî rengî barê dorpêça li ser Şehbayê sivik dike.

FÎDAN ABDULLAH
Şehba - Ev demeke dirêje Rejîma Sûriyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye û rê li ber ketina xwarin û zebzeyan di kantona Şehba de digire û bacên giran li ser derbaskirina xwerin û zebzeyan ferz dike. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê hewl dide ku xwe bi xwe xwerêve bibe û di aliyê aborî de pirojeyan pêş dixe. bi vekirina projeyên ku alîkariya dabînkirina pêdiviyên gel û piştgiriya wan a aborî dikin di nava hewildanan de ne. Abûriya jinan a Efrîn û Şehbayê bi vekirina pirojeyek çandiniyê li gundê Til Şeîr a kantona Şehbayê ku li ser rûberk 7 hektar dirêj dibe çandiniyên cûr be cûr yên zebze û fêkiyan li gorî demsalên çandiniyê, despêkirine.
25 jin debara xwe li ser projeya aboriya jinê dikin
Ji rêvebera aboriya jinan a kantona Efrînê li Şehbayê Xezal Hesen derbarê pirojeyê de ev agahî da: "Me xwest em beşdarî vekirina projeyek aborî ya taybet ji bo jinan bibin da ku em piştgiriya madî û manewî bidin jinên di van şert û mercên zehmet de. Di projeyê de 25 karkerên jin dixebitin. Me ji serê salê ve dest bi çandina pîvazan kir û em di vê mehê de li ser berhevkirina wan dixebitin. Karê me demsalî ye. Me di Mijdara sala borî de sîr çand û di gulana borî jî me sîr berhev kiribûn, piştre me zebeşên sor çandin. Niha jî em bi pîvazan ve mejûl dibin û piştî ku em berhevkirina mûsimê pîvazê biqedînin, em ê zebze û fêkiyên payizê biçînin. Em mazot û pêdiviyên çandiniyê bi zehmetî peyda dikin. Ev zehmetî jî ji ber dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye. Tevî vê yekê em hewl didin ku derfetên di destê me de jê sûd bigrin û pirojeya xwe pêş bixin da ku kar ji jinan re bibe weke elîkariyekê ku hewcedariyên xwe pêk bînin."
"Divê jin bi xwe bixebite"
Fida Seîd ya 35 salî ya ji taxa Handarat a bajarê Helebê koçber bû û niha li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dijî ku di nava xebata projeya aboriya jinê de cîh digire jî got: "Ez ji biçûkaniya xwe de li malbata xwe û piştî ku zewicîm jî li ser erdê çandiniyê dixebitim. Ger jin bi xwe nexebite tu kes wê xwedî nake. Pêwîst e, em jin xwe bispêrin keda xwe da ku hewcedariyê xwe bi cih binin. Ji ber dorpêça giran a ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şeheba ferz kiriye, rewş girane, ji bo wê jî pêdivî heye her yek ji me di aliyê xwe de bixebite. Piştî ku em bi darê zorê ji malê me koç kirin, kar û xebat pêwîstir bûye. Em niha bi xêra aboriya jinan li herêmê dixebitin. Ez jî bi wan re li ser projeya berhevkirina betata xebitîm. Rêveberiya xweser piştgiriya me di warê madî û anewî de dike. Ji aliyê aborîya jinan, di heman demê de rêveberiya xwesre alîkariya mehane didi me. Tevî dorpêça li ser kantona Şehba lê nan  her dem tê peyda kirin, bi pereyên kêm û av jî her dem heye."