pirojeya Vîna Jinan bi armanca bihêzkirina aboriya jin hatiye afrandin

Berdevka Komîteya jin ya navçeya Kobanê Cemîla Faris da zanîn ku bi vekirina mala hawanê bi navê (Vîna jin) derfetên kar û xebat li pêşiya tevahî jinan hat vekirin, bi keda destê jin xebatên me berfireh dibin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di rirojeya Vîna jin a mala mûnetê 4 jin kar didin meşanid, ruxmî hemû astengiyan jî lê Komîteya jin xebatên xwe berfireh kirin û hewl didin ku hîna berfireh tir bikin. Komîteya jin li kantona Kobanê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava, hewl dide ku derfetên kar li pêşiya jinan çêkin. Bi taybet jinên ku ji xwendinê û nivîsandinê bê par mane. Bi vekirina mala re (Vîna jin), armanc jê ku bi jinan re di milê aborî û menewî bibin alîkar. Tişta herî balkêş di pirojeya Vîna jin de ewe ku jin bi xwe hişkirinê bi destê xwe çêdike. Sê tiltên jinan di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de dixebitin, li rex wê jî gelek jin bê xwendin û nivîsandin hene, ji bo ev jin bê kar nemînin, komîteya jin piroje vekirine. Yek jê pirojeya Vîna jin e ku jin di nava de dixebitin.  Ev piroje faydeyê li jinan û civakê dike, di heman demê de ji bo jin debara mala xwe bikin an go kar qezenc bike. Divê çarçoveyê de Berdevka Komîteya jin ya navçeya Kobanê Cemîla Faris ji ajansa mere axivî.
"Armanc jê derfetê kar li pêşiya jinan bê vekirin"
Cemîla di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pirojeyên jinan û wiha got: "4 salin em bi vê pirojê radibin, yekemîn armanca me ji vê pirojê ku em çawa bi hemû jinan bibin alîkar bi taybet jinên ku xwendin û nivîsandina wan tuneye. Jin bi keda destê xwe malên xwe û yê cîranê xwe jî bi rêve dibe. Hejmareke zêde jinên bê kar hene, lê ev piroje bi wan re dibe alîkar. Dê me ev piroje hîna berfireh tir bikira lê ji ber sedema belavbûna şewba vîrusa coronayê û şerê ku niha li herêmê diqewime hişt ku ev piroje wiha li halê xwe bimîn e. Lê ji nûve me dest bi pirojeya xwe kir, di dawiya salê de, her çiqas astengî hebin jî lê me derbas kirin. Tenê 6 jin kar dikin, hin ji jin bi temen mezinin. Di dîkana me de hemû pêdiviyên Zivistanê hene Becanê hişk, kundir, megdus, miloxiyê, rêçal, îsot û hwd. Lê wek min got me di dawiya salê de destpêkir, vê yekê jî hişt ku em hemû tiştên zivistanê çênekin. Her wiha ji bo zarokên danîngehê jî em tiştên wan dixin nava dîkanê. Pirojeyên me ji bo sala pêş hene."
"jin bi keda xwe civakê pêşdixe" 
Cemîla di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku jin kedeke bê hempa dide ji bo civakê û wiha bi lêv kir: "Pirojeyên bi vî rengî gelekî bi jinan re dibe alîkar, di heman demê de jinên bi temen mezin jî ji van tiştan fêm dikin û dizanin wê çawa çêbikin. Gelek jinên bi temen mezin bi tena xwe jiyan dikin, ji bo ew dayik xwe mihtacî kesekî neke an jî destê xwe li ber kesî dirêj neke bi mere dixebite. Her wiha tiştên bi destê jinan bê çêkirin ne wek yê kargehan e. Mirov dizane ku ev bi destê kê hatiye çêkirin, paqije û bi tame. Çêkirina tiştan li kargehan mirov nizane ku çi made xistine navê wê, gelek caran jî ew made dibe sedema nexwaşiyan. Ji bilî ked dayinê jin bi destê xwe gelek tiştan diafirîn e, ji ber jin bi xwe afrîneriya civakê ye. Mînaka wê mirov dikare çêkirina Zeytunan bide ku ji zeytunan gelek şêweyên cuda çêdikin."
"Bi ruhê komînal xebatên jinan tê maşandin"
Cemîla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî pirojeya vîna jin rihê komînal bi xwe re avadike û wiha pêde çû: "Di komîteyên me yê jin de, me li gundan jî çêkirina eşyayê ji bo zivistanê avakiriye. Li rex vê yekê jî malên ku bustan çandibin û bustanê wê ji wan zêde tir be, ew bi xwe amadekirina zivistanê dikin û bi mere jî dibin alîkar. Ev yek jî faydeya xwe li pirojeya me û li wan jinan jî dike. Her wiha li gundan nehneha kesk gelek kes diçînin, dema ku mezin dibe gundî qut dikin û hişk dikin, em jî li gundan digerin û ji wan digrin. Beşekî mezin ji jinan di sazî û dezgehên Rêveberiya xweser de dixebitin, ji bo her kes nikare amadekirina eşyayên xwarinê ya salê çêke. Ev tiştên ku ew nikarin çêkirin, em difroşin wan, wê demê her kes dikare berê xwe bide me, kesên Mamoste bi taybet an kesek bi tena xwe be û nikare çêbike, dikare berê xwe bide dîkane Vîna jin û pêdiviyên xwe temam bike. Dema ku Biharê tê, jin li berê xwe didin deyştan, pincar û gîh kom dikin û hişk dikin, ji bo nexwaşî giha kom dikin, bi taybet van deman de mirov bi kar tîne. Ne ji bo em pereyan qazenc bikin, wek min got tenê ji bo em derfetên kar li pêşiya jinan vekin, eşyayên ku em amadedikin ji bo firotinê, bihayên wan ji yê bajêr kêmtire."