Perînaz li ser dezgeha xwe ya 15 salan jiyanê dihûne

Perînaz Çupan a ku bi dezgeyê ta yê ku di roja me de di pir kêm malan de tê dîtin karê dest dike, bi dahata ji berhemên xwe digire debara xwe dike, destnîşan dike ku dema ew derbasî ber dezgeyê dibe hemû êşên xwe jibîr dike.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU 
Wan – Perînaz Çupan a ku li navçeya Edremît a Wanê dijî, li dezgeya xwe ya ji text hatî berhev kirin bi çêkirina berik, şalik û tûrikan rojên xwe derbas dike. Perînaz Çupan a ku ji ber zextên cerdevanan bi hesreta gûndê ku jê koç kiriye dijî bi karkirina bê rawestan bêrîkirinên xwe kêm be jî, jibîr dike, bi komkirin û firotina gûzan jî debara xwe dike, yek ji jinên ku li heremê xwedî dezge ye. 
Perînaz Çupan tayên ku digre destê xwe nîşanî me dide paşê derbasî ber dezgeya xwe dibe û ji bo me dest bi vegotina karê xwe dike, destnîşan dike ku ev ta ji hiriya pez hatiye çêkirin. Bi hereketkirina lingên Perînaz Çupan şixulîna ku dişibe makîneya dirûtinê jî dişxule, ji bo qemeraya me yek bi yek ziraviyên karê ku dike nîşan dide. 
Weke çavê xwe, li dezgeya xwe ya dîrokî dinêre
Perînaz Çupan bi perê ku ji firotina berhemên xwe digire debara xwe dike, destnîşan dike ku dema derbasî dezgeya xwe ya daniye qata ser a mala xwe dibe ji pirsgirêkên ji rêzê yên jiyanê dûr dikeve û wiha dewam dike: “Ev dezge 15 salî ye, min bi daran çêkiriye. Em gûzan kom dikin û difroşin, dema gûz nebe jî bi vê dezgeyê berik, şalik û her tiştî çêdikim. Berê li gund, her roj diçum ser dezgeyê û min çêdikir. Wekedinê jî li gûnd gelek karên me hebû, piştî em hatin bajar karê me kêmtir bû. Li vê derê pir karê me nîne. Ji ber vê yekê ez timî bi dezgeya xwe mijulim û wisa kar dikim. Ev kar disiplîn dixwaze, ger li yek tayê xetayek çêbibe, hemû xirab dibe. Ji ber wê ez jî bi sebrekî mezin tayên xwe bi cih dikim.”
“Ez xemên xwe li vir jibîr dikim” 
Perînaz Çupan di dawiyê axiftina xwe de wiha dibêje; “Ez, hevjînê xwe û kûrê xwe kengê sebra me neyê, teng bibin tên vê derê û vî karî dikin. Ez bi vî karî heqê nanê zarokên xwe derdixim. Dinê ne wekê berê ye; berê ewqasî êş û azar tinebû. Niha tu destê xwe bidî kê xwedî xem e û pirsgirêkên wan hene. Ez jî xemên xwe li vir vedibêjim. Li dezgeha xwe neqş, tûrik û şalikan çêdikim.”