Jin bi berhemên xwe beşdarî mihrîcana çandî bûn

Peymangeha Dajyar bi mebesta zindîkirina çanda resen a Kurdî û bihêzkirina rola jinan di qada aborî de, mihrîcana çandî li Ranya hate li darxistin. Jinên destrengîn û xwedî proje bi berhemên xwe beşdar bûn.

Ranya – Peymangeha Dajyar ya navçeya Ranyayê, bi mebesta zindîkirina çanda resen a Kurdî û bihêzkirina rola jinan di qada aborî de mihrîcanek berfireh ji bo çalakiyên çandî li dar xist.

Hejmarek zêde jin bi berhem û çalakiyên cur be cur beşdar bûn. Weke projeyên aborî yên biçûk û karên dest ên rengîn, her wiha beşdaran daxwaza kirin ku divê jin zêdetir çalak bin da ku bikaribin bibin xwedî pîşe.

‘Divê em çanda Kurdî ji bîr nekin’

Beşdara bi navê Peyman Heme Emîn diyar kir ku weke xwedî projeya peymangehê ku 5 sal in tê de dixebite û firoşyarek berhemên keda dest beşdar bûye, bal kişand ser parastina çanda Kurdî û got: “Divê em hemû çanda Kurdî ji bîr nekin û beşdarî van cureyên mihrîcanan bibin.”

Peyman Heme Emîn bang li hemû jinan kir ku beşdarî van cureyên mihrîcanan bibin û got: “Ji bo derfetên kar ji bo jinan ava bibin em wek koma destrengîn a xwarinên Kurdewarî li Hacî Ava, beşdarî hemû mihrîcanan dibin. Bi beşdarîkirinê derfetên kar ava dikin û dikarin behemên xwe bidin nasîn.”

‘Jin dikarin hêz û kêrhatiya xwe li her derê nîşan bidin’

Firişte Eta ku bi dîzayn û nexşên moriyan beşdar bûye û wêneyê gelek helbestvan û serkirdeyên gelê Kurd çêkiriye, da zanîn ku jin dikarin bi riya hunerê hêza xwe nîşan bidin û wiha got: “Bi beşdariya xwe dikarim bibêjim ku rola jinan jî heye, dikarin bi mêran re bixebitin. Serdema veşartina jinan nemaye, niha jin li hemû cihan hene û ne weke berê ne. Hemû jin dikarin hêz û kêrhatiyên xwe li her cihî nîşan bidin.”