Jin di atolyeya Siran Barakhasi de serxwebûna aborî bi dest dixin
Di vê serdema ku derfet ji bo gelek kesan bi sînor in û pergalên newekhev desthilatdar in de, atolyeya Sîran Beraxasî ya li Sineyê ji bo jinên ciwan bûye cihê kêrhatin, tecrube û riya debara aborî ya serbixwe.
SENIYA MORDÎ
Sine – Li gelek bajaren Kurdistanê ji ber newekheviya derfetên kar û pergalên newekhev, jin bi salan ji kar û xebatê dûr man. Wisa bû ku jin gelek caran weke hêza ji bo kar a erzan hatin dîtin lê tevî van hemû astengiyan jî; hinek jinan qadên perwerde û hilberînê ava kirin û tenê bi aboriya serbixwe bi sînor neman, di heman demê de ji bo jinên din jî riyeke nû vekirin. Di rewşeke wiha de helwdanên jinan ne tenê xebateke ji bo aboriyê; ji bo guherandina rêbazên newekhev û ji bo bihêzbûna jinan hewldaneke afirandina derfetan e. Ev nûçe, çîroka yek ji wan jinan e; jineke ku atolyeya xwe ji bo jinên nifşê nû veguherandiye qada perwerde, pêşketin û serxwebûnê.
Sîran Beraxasî, pispora dîzayna cilan û perwerdekar e. Ji bîst salan zêdetir e li lîseyên pîşeyî yên Sineyê di warê dizayna cilan de perwerde dide.
Beriya 17 salan yekem atolyeya dirûtinê ava kir û ji wê rojê ve ji bo xwendekarên xwe derfetên kar ava dike.

Bi salan e li Sine û Baneyê rêveberiya atolyeyan dike
Ne tenê li Sineyê 12 salan li Baneyê jî rêveberiya atolyeyek dirûtinê kiriye, dûre dîsa vegeriyaye Sineyê. Atolyeya we ya li Sineyê heft sal in aktif e û bi salan hinek xwendekarên ku perwerde kiribûn xebata xwe pê re didomînin.
Sîran Beraxasî, wiha dibêje: “Ji destpêkê ve eleqeya min ji dirûtiê re hebû. Min xwest di vî warî de hem ji bo xwe hem civaka xwe hem jî jinên ku eleqeya wan ji vî karî re heye karekî ku feyde bide bikim. Piranî şagirdên min ji bajarên derdorê û gundan tên û tevî mercên zor ên rêwîtiyê jî ji bo hînbûnê tên vê derê. Li vê derê perwerdeya profesyonel digrin, sertifîkayên pîşeyî û navneteweyî bi dest dixin û piştî perwerdeyê dikarin bi serê xwe bixebitin. Şagirdên min ên ku li taxên Abbasabad, Beharan û Basedê atolyeyên biçûk vekirine hene. Bi salan bûm şahid ku şagirdên min piştî perwerdeyê ji ber derfet nedîtin bixebitin bêhêvî bûn. Ji ber vê, min biryar da piştî perwerdeyê cihekî ava bikim da ku bi min re bixebitin. Hem ji bo tecrubeya wan çêbibe, hem jî dilê malbatên wan rehet be. Her wiha qada tekstîlê maliyeta wê zêde ye; kirîna makîneya dirûtinê, temînkirina malzeme yan jî kirêkirina dikanek ji bo xwendekarek pir zor e.”

Ji bo bajarên Sine Bane Dehgolan Bijar Serdeşt Dîwandere û Kamyaranê hilberînê dikin
Sîran Beraxasî li ser berfireha xebatên xwe yên hilberînê jî wiha dibêje: “Bi salan e em ji bo bajarên Sine, Bane, Dehgolan, Bijar, Serdeşt, Dîwandere û Kamyaranê hilberînê dikin. Berhemên me her pêvajoyê, di navbera pênc an jî şeş hezarî de ne. Pêdiviya vî karî bi komeke ciwan û çalak heye. Em bi 15 terziyên hoşta re dixebitin û li gorî perçeyan pere tê dayîn. Hinek xwendekar ji ber ku bi tecrube ne bi bihayek zêde dixebitin, hinek ji wan jî ji ber ku nû ne bi pereyê kêmtir dixebiti.”
Sîran Beraxasî herî dawî wiha dibêje: “Min xwest şagirdên min ji aliyê aborî ve serbixwe bin, pêdiviya wan bi kesek tunebe. Dema ku her yekê ji wan cihê kar ji xwe re vedikin, hîs dikim kum in peywira xwe ji bo nifşê xwe û ji bo jinan aniye cih û ev yek ji bo min şanazî ye.”