Li Pîremegrûn jin navendeke dîzaynkirina cilûbergan birêve dibin

Li bajaroka Pîremegrûn a girêdayî Silêmanî komek jin bi hev re li ‘Navenda HF a dîzaynê’ dewreya perwerdeyê didin jinan û bi dîzayna cil û bergan jî debara xwe dikin. Jin dibêjin: “Divê jin bibin xwedî karê xwe.”

KEJAN ZAHIR

Pîremegrûn – Jin li ku bin, jiyanê ji nû ve ava dikin. An dikanek vedikin, an projeyek amade dikin an jî tevkarî didin projeyên ji bo jinan hatine destpêkirin. Li bajaran, navçe, gund û bajarokan xebatên ji bo debara jinan dikin. Yek ji vana jî bajaroka Pîremegrûn a girêdayî bajarê Silêmanî ye. Li vir komek jinên kêrhatî ku xwedî kar û pîşeyên xwe ne, ji bo pêşketin û debara xwe çend navendan vekirine.

Navendên pêşxistina jinan vedikin

Yek ji wan navendan jî ‘Navenda HF a Dîzaynê’ ye. Ev navend ji bo çêkirina find, sabûn û mamostetiya pîşeyan a ji bo ciwan û jinên herêmê hatiye vekirin. Bi rêya vê navendê, hinek navend û rêxistinên din, hejmarek jinên vê herêmê bi fêrbûna pîşeyan û derbaskirina astengiyên ku dixwazin jinê ji hemû qadên civakê dûr bixe, bûn xwedî kar. Jinan bi vî awayî astengiyên li pêşiya xwe kêm be jî derbas kirin.

‘Em hewl didin jin bibin xwedî kar’

Rêvebera Navenda HF a dîzaynê Ferîde Heme Emîn ku xwedî ezmûna 10 salan a kar e, ev salek e vê navendê vekiriye. Ferîde diyar kir ku gelek jin beşdarî vê xebatê bûne û ji navendê sûd girtine. Ferîde destnîşan kir ku niha du jin li navendê dixebitin û wiha got: “Em her tim dewreyên perwerdê vedikin. Armanca min a vekirina vê navendê ew e ku derfetên kar ji bo jin û ciwanên vê herêmê pêk bînim. Niha gelek kes zanîngeh û peymangeh qedandine û bê kar in, an jî derfetên wan ên kar gelek kêm in. Bi vekirina vê navendê re, bi dewreyên perwerdê, em hewl didin alîkariya jin û ciwanan bikin, da ku bikarin bibin xwedî karê xwe yê serbixwe.”

‘Girînge ku jin bibin xwedî karê xwe’

Ferîde Heme Emîn da zanîn ku jin xwedî karê xwe bin, ev di aliyê aborî de gelek girîng e û ev jî dibe sedem ku baweriya wan zêde bibe û ji bo karkirinê hewl bidin. Ferîde wiha got: “Di destpêkê de astengî heye. Lê bi derketina kesek û çend kesan ger ev qalib bê şikandin, wê ev astengî kêm bibe. Derfetê kar û hatina ji derve, ewê zêdetir pêk bê. Em di asteke baş de alîkariya wan jinên ku dixwazin bibin xwedî karê xwe yê serbixwe, dikin. Aliyên îdarî yên bajaroka Pîremegrûn û bajaroka Dukanê gelek alîkarî kirin. Alîkariya jinan dikin ku bibin xwedî kar û projeyên xwe. Ez spasiya hemû alî û kesên ku alîkariya me kiriye, dikim.”

‘Em kêfxweş in ku xwediya kar jin e’

Nermîn Ferîdûn ku beşdarî dewreya perwerdeya Navenda HF ya dîzyanê’ bûye, kêfxweşî û serbilindiya xwe anî ziman û wiha got: “Min gelek sûd ji dewreya perwerdê girt. Bi rêya dewreya perwerdeya vê navendê gelek jin bûn xwedî karê xwe. Ez spasiya Ferîde Heme Emîn dikim ku bi me re bûye alîkar. Em geek kêfxweş in ku mamoste û xwediya kar jine. Em derbarê karê xwe de pirs dikin û ew jî bi awayek baş bersîva me dide.”