Nanê xwe bi agirê hêviya pêşerojek baş dipêjin

Li bajarê Koye tevî ku derfet kêm in jinan ji xwe re rêyek debarê dîtine. Jinan diyar kirin ku ji ber karê nanpêjiyê gelek kêfxweş in û debara malbata xwe jî dikin.

ŞIYA KOYE

Koye – Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê tevî derfetên kar kêm in û debara xelkê bi piranî li ser mûçeyê karmendan e, jin hewl didin debara xwe bikin. Ev çend sal in li Koyê gelek firûnên nan hatine vekirin û di her firûnek de nêzî 10 jin dixebitin. Nanê Koyê diçe bajarên din ên Başurê Kurdistanê jî. Bi saya vê firûnê derfetên kar ji bo gelek jinan ava bûye. Di nava kar de jinên ku zanîngeh temam kirine jî hene.

Me serdana 5 firûnan kir û em bi van jinên kedkar re li ser zor û zehmetiyên jiyanê, hêvî û daxwazên wan axivîn.

‘Ji bo çavê min li destê kesî nemîne…’

Narinc Refîq ji ber karek wê nebû û di qada giştî de tayîn nebû, di gelek karên cûda de şixulî. Narinc, niha jî di firûnek de nan dipêje. Bi awayek wêrekî, bê westan û bi keda destê xwe, şeş zarokên xwe mezin kiriye. Narinc da zanîn ku destpêkê dikanek vekiriye, lê belê piştre dikana xwe girtiye û wiha got: “Niha wek karmendek li vê derê kar dikim, rojane saet di 12’ê nîvro de têm, heta nîvê şevê carna zêdetir dibe. Ger em hewl bidin, kar gelek in. Karkirin cihê kêfxweşiyê ye. Min li çend ciyan kar kiriye. Çar salan li peymangehê di xwarinpêjiyê de min kar kir,  sê salan jî li zanîngeha Koye min kar kir. Berê jî li rêveberiya mafên mirovan min çay çêdikir. Her karê guncaw hatî pêşiya min, min dikir, da ku çavê min li destê kesî nebe. Niha ev du sal e li vir nan çêdikim.”

6 zarok xwedî kir

Narinc anî ziman ku gelek şanaz e ji ber ku çavê wê ne li destê kesî ye û wiha pê de çû: “Min şeş zarokên xwe xwedî kir bêyî ku pêwîstî bi destê kesek din hebe û niha jî zarokên min tayîn bûne û li malên xwe ne. Kes wek jinên Kurd jîr, bihêz nîne. Ger niha ne bi saya jîrbûna min bûya, ev sê meh bû mûçe nehatî, divê çavê min li destê kesek din bûya. Ez naxwazim çavê min li destê kesî be.”

‘Ji derve jî kirîgerên me hene’

Naric Refîq têkildarî herî zêde daxwaz li ser kîjan nan in û rojane çend nanan çêdikin ev agahî dan: “Her kes li gorî daxwaza xwe nan dixwaze. Nanê me yê ceh, spî, reş, genim heye. Lê belê li gor daxwaza xelkê em nan çêdikin. Rojane em wek du koman 8 kes 8 kes dixebitin. Em rojane nêzî 150-200 nanan çêdikin, ji ber bê mûçeyî bazara me jî lewaz bûye. Ji derveyî  Koye, li bajarên din jî kirîgerên me hene, nanê me namîne. Jin li mal rastî xem û bêzariyê tên, lê belê ger bên derve, kêfxweş dibin. Ez di wê hêviyê de me jin hewl bidin karê taybet ên wan hebin da ku çavê wan li destê kesî û hikûmetê nemîne.”

‘Daxwazek zêde ya ji bo nanê paqij heye’

Şewnim Eskender ku xwedî firûnê ye, têkildarî fikrê avakirina firûnê wiha got: “Destpêkê min nêzî 8 salan kar nekir. Lê belê piştre fikirîm ku ez bi xwe cihek vekim. Min cihê nan vekir û 2 komên jinan ên ji 8 kesan pêk tê hene. Ez bi karê xwe gelek kêfxweş im, jin gelek başin. Kar bi awayek baş birêve dibin. Û nanê xweşik çêdikin ez spasiya wan dikim û kirîger jî gelek ji nanê me hezdikin. Em bi awayek paqij karê xwe dikin, ji ber ku di vî karî de paqijî gelek girîng e û tama nan xweştir dibe. Daxwaza kiryar li ser nanê paqij zêde dibe.”

‘Karkirin cihê kêfxweşiyê ye’

Şewnîm Eskender di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çêkirina nan her çiqas giran be jî, ger debara jiyanê li ser be kêfxweşî ye û wiha got: “Dema min nan çêdikir zarokên min biçûk bûn, min li gel xwe dibir û niha mezin bûne. Lê belê kar xweş e dema zarok daxwaza tiştek bikin em jê re nabêjin na. Ji ber wê ez di wê hêviyê de me ku jin li mal kar bikin da ku debara mal û zarokên xwe pêk bînin.”