Jinan reng da mihrîcana hêjîran a li Teq Teqê
Jinên ku bi berhemên xwe yên xwemalî debara xwe dikin û beşdarî Mihrîcana Hêjîran a li bajaroka Teq Teqê hat lidarxistin bûn, gotin ku “Girîng e ku kar û pîşeya jinê hebe.”

ŞIYA KOYA
Koye – Di 15’ê Tebaxê de li bajaroka Teq Teq a ser bi navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê, Mihrîcana Hêjîran hat lidarxistin. Teq Teq bi berhemên çandiniyê, hêşînayî û hêjîran bi nav û deng e. Her sal bi hezaran ton hêjîr ji vê herêmê diçin bajarên Başûrê Kurdistan û Iraqê.
Di vê mihrîcanê de piraniya beşdaran jin bûn. Jinan jî berhemên xwe yên destan dan nasîn.
Ji beşdarên mihrîcanê Dîdan Loqman da zanîn ku ev cara çaremîn e ku beşdarî mihrîcana hêjîran dibe û berhemên xwe yên wek hêjîr, tirî û hirmê dide nasîn. Dîdan Loqman wiha got: “Em ji hêjîran rîçal çêdikin û hêjîran hişk dikin. Ev cûreyên mihrîcanan gelek girîng in. Mirov dikare berhemên xwe bide nasîn. Girîng e kar û pîşeya jinê hebe.”
‘Bi berhemên xwemalî beşdar bûm’
Hêvî Efan ku ji Helebce beşdarî mihrîcanê bûye, diyar kir ku ew jî bi berhemên xwe yên wek sirka sêvan, zeyta xwezayî û hinek tiştên din beşdar bûye û wiha got: “Di pola duyem a zanîngehê de min dest bi kar kiriye û piştî ku zewicîm min domand. Hevjînê min jî alîkarî dide min. Ez tayîn nebûm, ev 6 sal in ku vî karî dikim.”
‘Girîng e ku jin bikarin debara xwe bikin’
Çîmen Seyîd Salih, bi berhemên karê dest ji bajarê Silêmanî beşdarî mihrîcanê bûye. Çîmen armanca beşdariya li mihrîcanê, bi van gotinan anî ziman: “Min xwest beşdarî vê mihrîcanê bibim. Ez bi berhemên xwe yê destkarî û xwarinên Kurdî beşdar bûm. Berhemên min ji aliyê nifşên nû ve nayên naskirin. Ji ber wê, min xwest bidim nasîn. Her çiqas kar giran be jî, ji bo debara jiyana me baş e. Girîng e ku jin xwedî dahata xwe bin.”
‘Hem tiştan difroşim hem jî geştê dikim’
Nermîn Mihemed a ji bajarê Silêmanî beşdarî mihrîcanê bûye, tiştên şîrînayî çêdike. Nermîn li ser berhemên xwe û armanca xwe ya beşdarbûna mihrîcanê wiha got: “Bi şîrînayiyan beşdarî mihrîcanê bûm. Ev 10 sal in karê çêkirina şîrînayiyan dikim. Ev bûye pîşeya min, ez bi vê yekê alîkariya hevjînê xwe dikin. Ev cûreyên mihrîcanê gelek baş in. Hem em şîrînayiyên xwe didin nasîn û difroşin, hem jî herêma Teq Teq herêmek geştiyarî ye, em geştê jî dikin. Ez spasiya rêxistinan dikim. Karkirin aramiya rih e.”
‘Bi saya mihrîcanan xelk karê me nas dikin’
Beşdara bi navê Mihabad Abdulrehman da zanîn ku ev 7 sal in di mala xwe de şîrînayî û xwarinan çêdike û wiha got: “Ez ji Koye hatime, beşdarî mihrîcana 5’an bûme. Ez bi şîrînî û xwarinên Kurdewarî beşdar bûm. Ez her bi onlîne, li gorî daxwazên kiryaran xwarinan çêdikim. Ev cûreyên mihrîcanan gelek baş in û di mihrîcanan de karên me zêdetir bi nav û deng dibin û xelkên nû nas dikin.”
‘60 jin bi karên cûrbecûr beşdar bûn’
Karmend û Rêvebera Geştûguzarî ya Koye Taybet Bawedîn Kerîm jî wek lijne beşdarî mihrîcanê bûye. Taybet jî li ser girîngiya mihrîcanê sekinî û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku mihrîcan bi awayek xweşik û rêk û pêk hat lidarxistin. Zêdeyî 60 jin bi karên cûrbecûr beşdarî mihrîcanê bûne. Geştiyar berê xwe didin mihrîcanan, geştiyarên ji navxweyî û Ereb û derve, hatine geştê.”