‘Divê jin di qada aborî de ji xwe bawer bin’
Pispora aborî û bazirganî ya ji Başurê Kurdistanê Beyan Nûrî bal kişand ku divê jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe û got: “Her jinek ku xwedî fikrek avakar e, divê netirse. Derfet kêm jî be, bila bikeve nav qada kar.”

ŞIYA KOYE
Koye – Jin xwedî gelek fikrên avakar in û dikarin van fikran bi plan û piştevaniyek baş veguherînin projeyên serkeftî. Jin divê ji fikrên xwe bawer bin û pirsgirêkên ku lê rast tên rast diyar bikin û rêyên çareseriyê bipêş bixin. Piştre divê bazarê lêkolîn bikin û pêwîstiyên kiryaran baş fêm bikin. Piştre fikrê xwe bikin meriyetê. Dikarin vê yekê bi hêsanî li mala xwe li ser medyaya dijîtal bikin. Li gorî nêrînên kiryaran berê xwe bidin pêşxistina kalîteyan. Projeyên jinan yên wek karê dest, dikarin bi awayek onlîne bên nasandin. Jin bi karên destê xwe û projeyên xwe dikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Hemû kar pêwîstî bi sermayeyek mezin nîne, pêwîstî bi hezkirina ji kar û xwe rêxistinkirinê heye.
‘Divê jin bi îrade gav bavêjin’
Pispora aborî û bazarê Beyan Nûrî têkildarî jin çawa dikarin fikrê xwe veguherînin projeyê, da ku bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe, ji ajansa me re axivî. Beyan Nûrî diyar kir ew dixwazin ji jinan re bêjin ku divê her dema fikra wan hebe, di mejiyê xwe de nehêlin û wiha got: “Bila bikin meriyetê û bi îradeya xwe gav bavêjin. Ji ber ku îro her çiqas jin bixwazin hewl bidin û di karkirina qadên taybet û giştî de yan jî bûyîna xwedî projeya xwe de bi wêrekî tevnagerin. Di her rewşê de divê jin mafê xwe biparêzin û bibin xwedî dahata xwe ya serbixwe. Ev dibe xebata di karek de be yan jî bi projeyek be, bi taybetî di vê rewşa krîza aborî de ku di demekê de gelek malbat kêmaniya debarê dijîn, karkirina jinan û bûyîna xwedî projeyên xwe, wê destekek mezin bide malbatên wan û dê pirsgirêk jî kêm bibin. Niha li gorî 40 sal berê jin baştir hatine nav qada kar û rêjeya wan zêde bûye. Lê belê ew rêje bi piranî di qada giştî yan taybet de ye. Rêjeya avakirina projeyên xwe û veberhênana jinan hê gelek kêm e, bi taybetî di karên mezin de.”
‘Rêjeya jinan a di bûyîna xwedî şirket de kêm e’
Beyan Nûrî da zanîn ku li ser asta Iraqê rêjeya jinên bûne xwedî şirketên xwe ji sedî 1 an 2 ye, ew jî gelek kêm e, ji sedî 98 mêr xwedî şirketên xwe ne û wiha got: “Ev jî cihê mixabiniyê ye. Di nava kar de rêjeya mêran gelek zêdetir e, ji sedî 98 e ya jinan jî ji sedî 2 ye. Ev dibe xwedî dahetek zêde be an kêm be, divê jinek xwedî fikrek bihêz be, wî fikrî bike meriyetê û bibe xwedî dahatek baş û projeya xwe. Bi taybetî piranî jin niha xwendekar in û xwedî belgenameyên xwe ne. Ji ber wê divê bikevin qada kar, bila fikrê xwe di mejiyê xwe de nehêlin.”
‘Di karên mezin de cûdahî diyar e’
Beyan Nûrî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser cudahiya di navbera karên jinan û karên mêran de û wiha got: “Em dibînin cûdabûnek mezin heye. Di karên biçûk de hejmara jinan ji ya mêran ne kêmtir e, heta zêde ye jî. Lê belê di karên mezin de ev rêje gelek kêm e. Li gorî demên din hejmara jinên bazirgan gelek kêm e. Herçend nêrînên civakê li gorî demên borî ku li beramberî ne karnekirina jinan guherî be jî, em dibînin ku jin di karan de serkeftinê bi dest dixin.”