Li Kobanê werza Hinaran: Çîroka ked û westandina ji nava axê

Di pişt her libeke hinara çêbûyî û gihîştî de çîrokeke ked, westandin û axê heye. Jinên ku hinaran bi destên xwe kom dikin, axê şîn dikin û debara malbatên xwe diafirînin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi hatina demsala berhevkirina hinaran re li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, baxçeyên gundewarên Kobanê bûne cihê xebat, ked, hêvî û jiyana rojana ya şêniyên wê. Ji bo vê jî ev werza ku ji meha Îlonê heta Cotmehê didome, yek ji werzên girîng ên çanda Kobanê ye û di heman demê de ji bo gelek malbatan jî derfeta girîng e ji bo riya debara jiyanê. 

Baxçeyên hinaran xwezaya Kobanê dixemilînin

Ji bo qezenckirina berhemên ji ax û xwezayê kedeke mezin pêwîst dike. Bi taybetî ji bo hinaran jî ji çandina fêkiyan bigre heta bicihkirin, amadekirin û veqetandina wê kedeke mezin, baldarî û demjimêrên dirêj hewce dikin. Di nava baxçeyan de bi taybetî dîmen, dest û xebata jinan a di nava berhevkirin û veqetandina hinaran de, girêdana wan a bêdawî ya bi ked û axê re berz dike. Ji bo vê jî li gel rengên sor û zer ên hinaran, hebûna jinan jî baxçeyan dixemilînin û zindîbûna jiyanê nîşan dide. 

Ji gundê Boraz ked û berhemdarî

Ji bo em ev dîmenên ku çavan rengîn dike û dilan geş dike ji nêz ve belge bikin, me berê xwe da nava baxçeyên Hinaran ên gundê Boraz, xebat û keda jinan ji nêz ve şopand.  

Hêjayî gotinê ye ku gundê Boraz ji ber li peravên çemê Firatê ye, axa wê ji bo çandina bi dehan cureyên fêkiyan cihekî berhemdar e. Ji ber vê jî ev gund di hemû werzan de cihekî stratejîk yê çandin û komkirina fêkiyan e. 

Xezal Kenco ya 55 salî ku 800 darên wê yên hinaran hene û temenê wan 3 sal in, li gel malbata xwe ev meheke hinaran kom dikin. 

‘Li Kobanê çandina fêkiyan bi pêş ketiye’

Xezal diyar dike ku ew çandina fêkiyan hildibjêrin û got: “Berê me genim û pembû diçand, lê niha piranî darên fêkî, zeytûn û fistiqan diçînin. Me jî ev 3 sal in ku şimilek hinar çandiye ku 800 dar tê de hene û emê hîna jî di demên pêş de baxçeyekî sêvan jî biçînin. Bi piranî cureyên hinaran jê re tê gotin yên Firansî, ev cure hinar sor in û cêşa wan jî xweştir in.”

‘Îsal werza me ne baş e’

Xezal a ku debara mala xwe ji baxçeyê xwe dike, bi van gotinan behsa vê mijarê dike: “Îsal berhemên bexçeyê me nebaş in, di destpêkê de ji ber nebûna sotemeniyê em nikaribûn baş av bida. Paşê jî heta me alternatîf peyde kir êdî dem derbas bibû. Ji bo vê jî libên hinaran biçûk in û piranî qelişî ne. Jixwe ev cara sêyemîn e em hinarên gihîştî kom dikin, ên destpêkê hinekî baştir bûn lê komên dawî rewşa wan diyar e.”

‘Hinar fêkiyeke berhemdar e’

Xezal Kenco wiha bi dawî kir: “Hinar xizmeteke baş dixwazin ji detpêka çandinê ve, mirov çiqas pê re mijûl bibe ewqas zû jî berhem dide. Darên min 3 salî ne û ev du werz in em berhemên wê kom dikin. Li aliyekî din jî ji bilî firotina wan, em ji bo malên xwe jî radikin. Em ji hinaran şerab û dimis çêdikin. Ji bo vê jî fêkiyeke berhemdar e û li herêmê werzeke girîng e.”