Jinên Xezayê bi xurtkirin û afrîneriyê li hemberî dorpêçê radiwestin

Di bin dorpêçê, kêmbûna madeyên xav û bilindbûna bihayan de, jinên li Zîvala Xezayê qumaşên konên zirardîtî vediguherînin cil û bergan. Ev kar di çarçoveya projeyên xurtkirina aborî û perwerdeya pîşeyî de tê kirin.

REFÎF ISLÎM

Filistîn – Komeke jinan dest bi dirûtina cil û bergan ji qumaşên konên ku ji ber mayîna li deriyên derbasbûnê an jî di dema lêgerînan de zirar dîtine, kirine. Hêzên Îsraîlê di dema kontrolkirinê de bi alîkariya amûreke tûj van konan diçirînin û ji ber vê yekê êdî nikarin wekî berê bên bikaranîn. Berhemên ku ji van qumaşan tên çêkirin, di çarçoveya projeyeke xurtkirina aborî ya li Zîvala Xezaya Filistînê, de ne.

Qumaşên hinek konan ji yên li bazara navxweyî hene baştir in

Yek ji perwerdekarên atolyeyê Sûca Derwîş dibêje ku di destpêkê de gavên rast ên dirûtinê fêr bûye û paşê yekem parçeya cilê xwe çêkiriye. Sûca dide zanîn ku tîmê wê piştî demekê rastî kêmbûna qumaşan li bazarê hatine û diyar dike ku dibe ev qumaşên konan ji hinek qumaşên ku li bazara navxweyî hene baştir bin. Ji ber ku bihayê van qumaşan pir zêde ye û gelek kes nikarin wan bikirin.

Gel dikare van cureyên cilan bi dahatek kêm bikire

Sûca Derwîş destnîşan kir ku qumaşên konan ji aliyê nermahî û hişkahiyê ve ji hev cuda ne û got: "Hinek ji wan bi şûştina dubare nerm dibin lê hinek ji wan ewqas hişk in ku çêkirina cil û bergan ji wan zehmet e.

Sûca Derwîş dibêje ku dibe ev berhem ji bo demsala zivistanê bikêrhatî bin, bi taybetî di vê dema daxwaza dayîkan ji bo cil û bergan zêde dibe û dema destpêkirina dibistanan nêzîk dibe de Suca wiha didomîne: “Carna jî qumaşên konan bi cilên kevn re tên tevlihevkirin. Ji bo ku hem parçeyên kevn werin nûkirin hem jî kalîte baştir bibe. Heta ku destûr ji bo ketina qumaşan ji aliyê hêzên Îsraîl ve bê dayîn dê şêniyên Xezayê hewl bidin bi van qumaşan îdare bikin.”

Jinên Xezayê êş û zehmetiyan vediguherînin derfetên hînbûnê

Nediya El-Besyûnî ku hem kerr hem jî lal e, dibêje ku xwe li navendê qeyd kiriye, ji ber ku navend piştgiriyê dide kesên weke wê. Her wiha diyar dike ku destpêkê nizanibûye ku li wir çi derfet dê ji wê re bên pêşkêşkirin. Lê piştî ku dest bi fêrbûna dirûtinê kir û tevî jinên ji heman temenî di perwerdeyê de cih girt, rehetî û aramiyê kir. Nediya diyar kir ku berê piraniya dema xwe bi tenê derbas dikir lê niha kesên ku piştgiriyê didin wê hene û ew bi hev re demên xwe derbas dikin.

Nediya El-Besyûnî tekez dike ku tevî zehmetiyên çêkirina cilan ji qumaşên konan, ev proje bûye derfetek ji bo amadekirina berhemên alternatîf ên bikêrhatî û bersivdayîna hinek hewcedariyên rastîn. Nediya piştî demeke dirêj a perwerdeya li ser makîneya dirûtinê, niha dikare xwe amade bike ku piştî qedandina perwerdeyê çavkaniyeke dahatê ji bo xwe peyda bike. Nediya wiha dibêje: "Hînbûna vê pîşeyê dê alîkariya min bike ku bi riya karê xwe dahata jiyana xwe bikim."

Navend bingehên dirûtinê hînî jinan dikin­

Rahênera perwerdeyê Izzet Selam dibêje ku navend du koman perwerde dike û di her komê de 25 kes hene. Ew bingehên dirûtinê wekî kar bi makîneyê û birîna qalibên cil û bergan, hînî wan dikin. Ji ber kêmbûna madeyên xav di dema perwerdeyê de, jin neçar mane piştî birîn û şûştina qumaşên konan, wan ji bo çêkirina berhemên bikêrhatî bi kar bînin.

Qumaşên konan vediguherînin berhemên bi sûd

Izzet Selam destnîşan dike ku hêzên Îsraîlê di dema kontrolkirinê de bi qest konan diçirînin û ji ber vê yekê ew êdî nikarin weke kon bên bikaranîn. Ji ber vê yekê, jin wan ji nû ve vediguherînin berhemên din û got: "Tevî ku cil li bazaran hene, bihayê wan pir bilind e. Ev biha ne tenê cilan tiştên malê wekî nivîn, bergên nivînan, destmalên nivînan û balîfan jî digre nava xwe."

Li gorî Izzet Selam hinek cureyên qumaşên konan piştî şûştinê baştir dibin, ji ber ku polyester tê de kêm e û taybetiyên wan nêzî qumaşên pembû ne. Her wiha dide zanîn ku hinek ji van qumaşan ji hinek qumaşên ku li bazara navxweyî hene baştir in. Lê qumaşên hişk ji bo çêkirina çenteyên destan tên bikaranîn. Berhemên ku ji nûve tên çêkirin jî ji bo parastina jîngehê divê bikêrhatî bin.

Xwe di warê hişê çêkirî de xurtir dike

Perwerdekar Hîba Yagî dibêje ku ew di çarçoveya bernameya hişê çêkirî û karê ji dûr ve de ji projeyê sûdê digre. Hîba pisporiya alîkariya rêveberiyê dixwîne da ku bikaribe di bazara kar de pêşbaziyê bike. Hîba diyar kir ku biryar daye perwerdeya xwe berdewam bike da ku jêhatîbûnên xwe di warê hişê çêkirî de xurtir bike û got: "Hê jî di fêrbûn û bikaranîna vê teknolojiyê de hinek zehmetî hene. Her wiha dixwazim di warê pêşxistina malperan de jî xwe bi pêş bixim.

Bi piştevaniya navendê yekem tabloya xwe xêz kiriye

Perwerdekar Şehad Ebû Emra jî dibêje ku çêkirina zînetan, karê krosê û berheên ji hirî hatine çêkirin ji wan tiştên sereke ne ku di vê projeyê de fêr bûne. Her wiha Şehad jêhatîbûnên xwe yên xêzkirinê bi pêş xistiye û bi alîkariya navendê, ku madeyên xav ji bo wê peyda kirine, yekem tabloya xwe çêkiriye. Şehad got ku yek ji tiştên herî zêde kêfa wê jê re tê, fêrbûna zimanê îşaretan û bihervebûna bi keçên xwedî pêdiviyên taybet re ye.

Ev proje derfetên hînbûnê didin jinan

Bi vê awayê projeyên xurtkirina aborî û perwerdeya pîşeyî li Xezayê ne tenê derfetên fêrbûnê ji bo jinan peyda dikin, alîkariya wan dikin ku di nava şert û mercên zehmet ên dorpêçê de jêhatîbûnên xwe bi pêş bixin, berhemên nû biafirînin û ji bo jiyana xwe çavkaniyên dahatê peyda bikin.