Ji firoşgehek biçûk ber bi avakirina kargeha şîrînahiyan ve

Şagul Xalid a li Koyeya Hewlêrê dijî, ji firoşgehek biçûk, kargehek şîrînahiyan ava kir û ji bo jinên din bû pêşeng. Şagul niha bi komeke jinan re kargehê bi rê ve dibe.

ŞILÊR KOYE

Koye – Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê, Başûrê Kurdistanê, jina bi navê Şagul Xalid di sala 2019’an de bi ked û hewldan xeyala xwe pêk anî û li herêma xwe kargehek biçûk ji bo çêkirina şirînahiyan ava kir. Destpêka karê wê bi vekirina dikaneke şîrînahiyan a biçûk bû lê bi xîret, hûrgilî û piştgiriya berdewam a dayîk û hevjînê xwe, dikaribû karsaziya xwe berfireh bike. Niha, ew çend cureyên cuda yên şîrînahiyan pêşkêş dike, bi navûdeng bûye û ji bo gelek jinan derfetên kar afirandiye.

‘Gav bi gav min karê xwe bi pêş xist’

Xwediya ‘Şîrînahiya Şegul’ a li Koye Şagul Xalid têkildarî destpêka karê xwe ji ajansa me re axivî û wiha got: “Min di sala 2019’an de dest pê kir, ez bûm xwediya karê xwe yê serbixwe. Gelek baweriya min bi min tê. Pêşî min firoşgehek biçûk vekir. Paşê gav bi gav karê xwe bi pêş xist û hewl da ji bo jinên din bibim pêşeng, debara xwe û malbata xwe bikim. Ji ber ku piştî mezûnbûnê ez tayîn nebûm, neçar mam xwe bispêrim xwe. Divê ez rola dayîka xwe, hevjîna xwe û xwişka xwe jî li ber çavan bigrim. Wan di destpêkirina vî karî de gelek alîkariya min kirin. Destpêkê min û dayîka xwe dest bi vî karî kir. Paşê, du şagirdên me çêbûn. Niha ez bi awayekî serbixwe bi komeke jinên ciwan re dixebitim, hemû jî mezûnên zanîngehê ne û ji bo xwe derfetên kar afirandine.”

‘Ji bo çêkirina şîrînahiyan em malzemeyên baş bi kar tînin’

Şagul Xalid wiha domand: “Her çendî beriya min kesên ku firoşgehên şîrînahiyan vekiribûn hebûn jî min şêwaz û cureyeke xebatê bi awayekî gelekî berbiçav û zelal pêşkêş kir. Ya ku em pê navdar bûn ev e. Berî her tiştî, em di demeke kurt de hatin nasîn. Ya duyemîn jî kalîteya tiştan e. Em ji bo çêkirina şîrînahiyan malzemeyên baş bi kar tînin. Bi awayekî bi tendurist dixebitin. Şagul di destpêkê de cihekî biçûk bû lê niha  mezin bûye.”

‘Ez beşdarî qursa çêkirina şîrînahiyan bûm’

Şagul Xalid li Kurdistanê beşdarî gelek qursên çêkirina şirînahiyan bûye lê ji bo dîtina qursên baştir çûye derveyî welat û wiha didomîne: “Ji bo çêkirina cureyên herî baş ên şîrînahiyên ku ji Îranê em tînin, ji bo ez wan li vir bi malzemeyên xwezayî û tendurist amade bikim, çûm Îranê û beşdarî qursa çêkirina şîrînahiyan bûm.”

‘Bila jin bixebitin’

Şagul Xalid dide zanîn ku di karê xwe de ji bo jinên din bûye pêşeng û wiha dibêje: “Ez gelek caran ji jinên li firoşgeha xwe re dibêjim, li benda tayînbûnê nemînin, hewl bidin kar bibînin û bibin xwedî karên xwe. Ji ber ku jin nîvê civakê ne, dayîk in, jinên malê ne û li derve dixebitin, dikarin rola bavan jî bilîzin. Lewma hêz û enerjiya jinan heye ku tiştên bedew bikin. Her çendî hûn rastî rexneyan tên jî rewş niha ji her demê çêtir e. Jin dixebitin, jin li bazar, xwaringeh û firoşgehan dixebitin û karê xwe dikin ev tiştekî gelek baş e.”

‘Daxwazeke zêde ji bo kulîçeyan heye’

Şagul Xalid got ku daxwaza ji bo şîranahiyan zêde ye lê bi taybetî daxwaza ji bo kulîçeyan gelek e û wiha domand: “Min bi kulîçeyan dest pê kir û hêdî hêdî cureyên din çêkir. Heta niha, ez zêdetirî 50 cure şîrînahiyan çêdikim, kulîçe ji bo cejn û pîrozbahiyan gelek tên xwestin, çi yên bi gûz, xurme bin, çi jî yên bi loqme, hemû şîrînahî em bi dest çêdikin. Tiştekî ji derve naynin. Şîrînahiyên me digihîjin piraniya bajaran û heta derveyî welat jî. Bi taybetî kesên ku ji derveyî welat vedigerin, şîrînahî û kulîçeyan bi xwe re dibin.”

‘Armanc girîngiya ji bo berhemên xwemalî ye’

Şagul Xalid diyar kir ku armanca şîrînahiyên Şagul, zêdekirin û girîngiya berhemên xwemalî ye û wiha got: “Niha ji bilî şîrînahiyan, gelek kes ji bo merasîmên mezûnbûnê û pîrozbahiyan daxwaza xwarinên weke pîzza, burma, borek, dolme, kufte û xwarinên din dikin. Ji ber destkarên dayîka min gelekî baş in, ew û xwişka min di demên wiha de, yan jî di şîn û rojbûnan de, di çêkirina helawê de alîkariya min dikin.”

‘Jin gelekî jêhatî ne û jiyan jî hewldan e’

Şagul Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kar zehmet e, jinên gel me, gelekî alîkarî dikin. Min dema xwe wisa eyar kiriye ku ez bikaribim hem dayîktiyê ji bo zarokên xwe bikim hem jî karê xwe bikim. Ji ber ku ez naxwazim zarokên xwe ji tiştekî bêpar bihêlim û dev ji karê xwe berdim. Dixwazim ji jinan re bibêjim ku kar hewldanê dixwaze. Jiyan hewldanek e; bila jin bikaribin bixebitin, ji ber ku jin gelek jêhatî ne.”