Kirêya zêde ya firoşgehan ji bo jinên bûye astengî

Di gelek warên jiyanê de ruxmê astengiyên li hemberî xwe, jin hewldanên xwe berdewam dikin û li ser lingên xwe radiwestin. Tunebûna cihekî ji bo nasandina berheman û kiriya zêde ya firoşgehan ji bo xebata jinan astengiyan çêdikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Di piraniya civakên girtî de, karkirina jinan ji ber aqilê mêr û kevneşopiyê weke şerm tê dîtin. Lê belê jinan ev astengî hemû derbas kirine û li gorî kêrhatiyên xwe û hêza xwe kar dikin. Bi berhemên destên xwe hem di aliyekî de çanda Kurdî diparêzin hem jî kêm be jî dikarin dahata malbata xwe pêk bînin. Lê belê ji ber kirêya zêde ya firoşgehan û tunebûna cihekî ku berhemên xwe tê de bidin nasandin gelek ji wan di malê de kar dikin û bi riya online didin nasandîn û firotin, beşek jê karê xwe li gorî pêwîst dike nadin nasîn.

‘Hêza jinan astengiyan derbas dike’

Şanaz Ehmed ku bi xwe marqeya xwe ya kolyeya bi navê Shanaz Jeweleri derxistiye diyar kir ku nêzî salek e dest bi çêkirina kolyeyan kiriye û destpêkê beşdarî dewreya perwerdeyê bûye, di wê dewreyê de pileya yekem bi dest xistiye. Şanaz Ehmed wiha dibêje: “Min dixwest dîzayna hemû tiştê bizanibim û der barê çêkirina kolyeyên bi morî de beşdarî dewreya online bûm. Piştre min giranî da çêkirina kolyeyan û niha ez çêdikim. Ev kar ne hêsan e, li pêşiya jinan gelek astengî hene. Hêza jinan zêde ye û dikarin li hemberî hemû astengiyan bisekinin bi ser bikevin.”

‘Dema ku kesek karê min diecibîne gelek kêfxweş dibim’

 Şanaz Ehmed da zanîn ku dema dest bi xebatê kiriye, malbat û hevjînê wê piştgiriya wê kirine û berê di gelek qadên cuda de kar kiriye û niha dixwaze li ser lingê xwe raweste û girîngî bide karê xwe û got: “Niha weke jinekê dahata jiyana xwe li ser karê xwe dabîn dikim. Plana min ew e ku ez projeya xwe mezintir bikin. Piranî kolyeyên ku çêdikim çanda Kurdewarî di wan de diyar e. Bi riya online û pêşangeh û festîvalan ez berhemên xwe difiroşim. Gelek caran aliyê me yê derûnî ji yê madî girîngtir e. Dema ku kesek karê min dibîne û piştgiriya min dike gelek kêfxweş dibim.”

‘Kirêya firoşgehan zêde ye’

Şanaz Ehmed destnîşan kir ku ji ber kirêya firoşgehean zêde ye di malê de karkirin guncawtir e û xwedî malbat e û got: “Di heman damê de ez nikarim kirêyek zêde bidim da ku li firoşgehê karê xwe bikim. Ger ez firoşgehek bi kirê bigrim, neçar im berhemên xwe bi nirxek zêde bifiroşim, ji ber wê ji bo me ne guncaw e.”

‘Ev 5 sal in berheman çêdikim’

Sirwe Osman jinek e destrengîn e û 5 sal in karê çêkirina mûm û şamdanan dike, diyar kir ku dema dixwend dest pê kiriye û got: “Dema ku min dixwend de gelek fikrên min hebûn û min der nekiribû, min hewl da fikrên xwe bixim meriyetê û min dest bi çêkirina mûm û şamdanan kir. Min gelek kar kiriye destpêkê min bi xêzkirina tabloyan dest pê kir. Hemû kes bi taybetî jin pêwîstiya wan heye ku kar bikin û ji xwe bawer bin. Her çendî astengiyên tên pêşiya me zêde ne jî divê em rê nedin van hemû astengiyan û li dijî wan bisekinin.”

‘Bi fikrên me jiyan xweşiktir dibe’

Sirwe Osman wiha got: “Weke jinek min komek ava kiriye û ji jinên xwedî kar pêk tê ev kom. Em bi hev re alîkariya hev dikin û piştgiriyê didin hev. Em jin zêdetir di pêşangehan de karê xwe didin nasîn. Ji ber ku em nikarin firoşgehek bi kirêyek zêde bigrin û ger em firoşgehê bi kirê bigrin divê karê destnê xwe bi nirxek zêde bifiroşin. Em nikarin pereyek zêde bidin van karan. Daxwaza min ji jinên din ew e ku kêrhatiya xwe derbixin derve û kar bikin. Ji ber ku her kes ji me xwedî fikrek cuda ye û bi fikrên me yên cuda jiyan xweşiktir dibe.”