Karkerên jin ên li Hevselê dixwazin li Sûrê sûka jinan were vekirin

Zuleyhan Sezgîn a li zeviya xwe ya li Hevselê dest bi çandiniyê kir, bal kişand ku ji ber zêdebûna bihayê her tiştî dahata wan têra lêçûna wan nake û diyar kir ku nikarin gubreyê ji bo zeviyên çandiniyê bikirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di pêvajoya dawî de zêdebûna bihaya sotemenî û gubreyê hilberîna li baxçeyan jî kêm kir. Bi germbûna hewayê re jinên ku li Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNECSO’yê de cih digre dest bi çandiniyê dikin. Ji ber ku nikarin gubreyê peyda bikin neçar dimînin hin zeviyên xwe vala bihêlin. Jinên ku gelek caran li zeviyên ku di wan de marol, pirasa, pîvaz û hêşînahî tên çandin dixebitin, ji bo ku berhemên ku hilberîna wan dikin erzan nefiroşin, dixwazin li Sûrê sûka jinan bê vekirin.

Mesaî demjimêrên serê sibê dest pê dike

Zuleyha Sezgîn a ku di demjimêrên serê sibê de diçe nava bexçeyê xwe, piştî tevrik û tirmix dike dest bi çandina tov dike, heta êvarê bi zarokên xwe re dixebite. Zuleyha Sezgîn dibêje ku berhemên li baxçeyên xwe diçînin hem difiroşin hem jî dibîn malê û da zanîn ku herî zêde li zeviyê hêşînahî û pirasayê diçîne. Zuleyha Sezgîn diyar kir ku ji ber sebze wekî berê nayên firotin tenê ji bo xwe diçînin û destnîşan kir ku xebatên zeviyê ku meha biharê dabûn destpêkirin piştî avdanî, xwedîkirin û palehiyê di payîzê de bi dawî dibin.

“Ji ber ku em nikarin gubreyê bistînin zeviyên me vala dimînin”

Zuleyha Sezgîn, anî ziman ku ji ber nikarin gubreyê bistînin tenê dikarin li zeviyekê çandiniyê bikin û got ji ber ku nikarin li zeviyên din çandiniyê bikin wan zeviyan bi kirê bidin. Zuleyha Sezgîn, bal kişand ku ji ber bihayê her tiştî zêde ye çandiniyê bikin jî di destê wan de tiştek namîne û wiha dibêje: “Ez tenê li zeviyê jî naxebitim. Ez li malê zarokên xwe jî xwedî dikim û wan tînim nava zeviyê jî. Ger baxçeyê min bixwe nebûya, bi rastî jî min çandiniyê nedikir ji ber ku dahata me têra lêçûnên me nake. Karê em dikin gelek zehmet e lê tevî zehmetiyê jî em heqê keda xwe nastînin. Her tişt pir biha ye. Sotemenî pir giran e, ger em bixwazin karkeran bidin xebitandin em nikarin heqê wan bidin. Beriya her tiştî em nikarin gubreyê bikirin, bila gubre yan jî piştgirî bidin me. Ger piştgirî neyê kirin, sala li pêş kes nikare tiştekî bike.”

“Em dixwazin sûka jinan were avakirin”

Zuleyha Sezgîn diyar kir ku weke jinên li zeviyan dixebitin daxwaza wan a vekirina cihê sûkê heye û tevî ku daxwazên xwe ji şaredariyê re radigihînin jî xebatek nehatiye meşandin, wiha axivî: “Ger li Sûrê ji bo berhemên ku em berhev dikin, sûka jinan hebûya, me yê bifirota lê em wan dibin û bi pereyê pir kêm didin bazirganan an jî li sûkan difiroşin. Dema ku em vê yekê dikin jî, tiştek ji me re namîne. Wekî min gelek jin li vir dixebitin û dixwazin sûkek bê avakirin. Em çûn me ev yek ji şaredariyê re ragihand û agahiyên xwe yên nasnameyê jî da lê tiştek derneket. Em jin dixwazin cihekî aydê me hebe, em lê hilberînên xwe bifiroşin."