Jinên Xezayê bi Yekîneya Destên Baş re debara xwe dikin

Yekîneya Destên Baş yekemîn kargeha jinan e li dijî hejarî, bêkarî û ji bo pêşxistina rewşên jiyanî yên jinan e ku wan di warê aborî û civakî de xurt bike, kapasîteya wan bi pêş bixe û derfetên kar peyda bike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Kargeha Yekîneya Destên Baş a jinan ji bo piştgiriya jinên gundan û xurtkirina wan a aborî, ji bo di civakê de aktîf bibin kar dike.

Seroka Encûmena Rêveber ya Komeleya Kooperatîf Îkram Ebo Riziq der barê kargeha Yekîneya Destên Baş ku li ser pêşxistina rewşa jinan ya aborî û civakî kar dike de da zanîn ku Komele sala 2021’an hatiye damezrandin, xwedî taybetiya zagonî û demokratîk e, her wiha li ser xurtkirina aborî û civakî ya jinan li başûrî Xeza kar dike.

‘Hejmara endamên komeleyê 44 jin in’

Îkram Ebo Riziq destnîşan dike ku komele bi riya komek jin tê birêvebirin, bi hev re yekîtiya xwe avakirin ji bo pêdivî û hêviyên xwe yên aborî, civakî û çandî yên hevbeş bi riya koperatîfa komî pêkbînin ku di Çileya 2022’an de dest bi damezrandina yekîneya çêkirina berhemên şîrê pez û çêlekan ya wek masy û penîr kirine. Hejmara endamên komeleyê 44 jin in. Îkram Ebo Riziq da zanîn ku armanca projeyê xurtkirina jinan ya di warê aborî de ye û hevkariyê di navbera jinên gundî di herêmên cuda zêde bikin û bi riya çêkirina berhemên cuda û li bazarên azad bi bihayên baş li gor şert û mercên Xeza têre derbas dibe bê firotin.

‘Armanca vê yekîneyê piştgiriya jinên Filistînê ye’

Îkram Ebo Riziq der barê kargehê de jî wiha got: “Em cureyên cihê reng ji şêrê çêlekan û pez taze çêdikin, bi destê komek xwedîkarên nava projeye pêşxistina rewşa jiyanî ya jinên malan xwedî dikin û bi riya tîmarkirina pez ji bo hilberîna berhemên şîr bikartînin. Armanca vê yekîneyê piştgiriya jina Filistînî, pêşxistina kapasîteya wê ye û derfetên kar ji bo malbatên wan peyda bikin. Di pêvajoyên yekem yên projeyê de 140 jin ji herêmên cihêreng hebûn, pişt re yekîneye Ceh hate avakirin da ku ji bo lêçûn û erkên darayî kêm bike ku bigihêjin pêvajoya sêyem. Ew jî destpêkirina yekîneya Penêr û mast e. Saet 7’e sibehê şîr tê komkirin piştre dikin berhemên xwedî kalîteya bilind û taybetiyên li gor pîvanên cîhanî.”

‘Jinên karmend di her sektorên kar de rastî reşkirinê tên’

Îkram Ebo Riziq der barê astengî û dijwariyên di kar de dibînin jî wiha dibêje: “Gelek astengî pêş me rûdan, lê me hewilda em wan derbas bikin. Astengiyen weke zehmetiya bazarê û anîna madeyên xam û alavên ji bo kar pêwîst bi taybet ku hemû stafa kar jin in. Her wiha mûçeya karmendan ne li gorî keda wan e, ji destpê kar 7 mehan xwebexş bû, dema dawî hin pereyen bi sîstema xelatan didin jinan. Jina karmend di her sektorên kar de rastî reşkirinê û kêmkirina kapasîte wî tên li gel rexneyên neyînê yên berdewam ji jinê re.

‘Me xwe îsbat kir’

Îkram Ebo Riziq ji bo pêşxistina yekîneyê jî wiha dibêje: “Yekîneya Destên Baş ji destpêka avabûnê de her pêşve diçe û pêşdikeve, proje bi 16 kîloyên ji cureyekî taybet destpêkir û niha 50 kîloyî ji berhemên cuda cihêreng derdixe. Me karî xwe îsbat bikira weke jinên kedkar û pêşengên bazarê, em dikin di siya nepejrandina civaka Filistînî ji hebûna jinê nava bazaran de pêşbirkiya mezintirîn şîrketan jî dikin.”

Îkram Ebo Riziq der barê plana pêşxistinê ya pêş projeyê jî wiha got: “Em tevî zêdekirina cureyên nû ji bo bi pêş şîrketên din jî ber bi pêşxistina xetên berhemdariya nû û berfirehkirina asta kar û bazarê ve diçin.”

‘Me gelek caran perwerde dît’

Yek ji karmendan û serpereşta beşê berhemdariyê di yekîneya Destên Baş Yasmîn Ebo Seîd jî wiha got: “Fikra me ji zeviyên xwe  komkirina şîr bû û di bazara kar de bê firotin. Îro me karî di demeke kurt de bighêjin asteke rêzdar ya ji bo destkeftiyan. Me gelek perwerde dîtine daku karî berheman bi kalîteyên cîhanê derxe, pisporiya wê baş çêbûye ku berhem bi rêbazekî baş pêşkêş bike.”

Yasmîn Ebo Seîd diyar dike ku karê jinan di siya rewşên aborî xirab de gelekî baş e, ew dikarin pêdiviyên xwe yên taybet peyda bikin û mesrefa malbatên xwe jî bînin, piraniya jinên Xezayê malbatên xwe xwedî dikin.