Tecrubeya Kooperatîfên Jinan ên Rojavayê Kurdistanê li kongreya ICA’yê deng veda
Du nûnerên Aboriya Jin li Rojavayê Kurdistanê yekem car ji Kurdistanê li ser asta navneteweyî beşdarî duyemîn Kongreya Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî (ICA) ya li Panamayê bûn û xwestin di “Nexşeya kooperatîfan” de cih bigrin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî (ICA) ji bo yekkirina hewldanên tevgera kooperatîfan a cîhanî, herdu salan carekê konferans û civînên giştî yên cîhanê li dar dixe.
Yek ji erkên kongreyan, ew bû ku rêberên ramanê yên kooperatîfê û karsaziyên ku di warên cuda de dixebitin anî cem hev da ku ezmûnan biguherînin, stratejiyan çêbikin û rola xebata kooperatîfê di jiholêrakirina xizaniyê û berfirehkirinê de pêşve bibin.
Ji Rojavayê Kurdistanê yekem car nûnerên Aboriya Jin li Rojava ên tevî aboriya giştî, wekî mêvan beşdarî duyemîn kongreya Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî (ICA) bûn. Kongre di bin dirûşma “Avakirina Piran: Beşdariyên Hevkar ji bo Cîhaneke Aştiyane” li Panamayê ku paytext û bajarê herî mezin ê Komara Panamayê ye, di 13’ê Îlonê de heta 18’ê hat lidarxistin.
Ji Aboriya Jin li Rojava Şevîn Erdal û Hevseroka Komîteya Kooperatîfan a Aboriya Giştî ya li Rojavayê Kurdistanê Xelat Şêxmûs, hûrguliyên beşdariya xwe ya kongre ji ajansa me re ragihandin.
Yekem car tecrubeya kooperatîfên jinan li Rojava li (ICA) ya cîhanî ye
Şevîn Erdal got ku tecrubeya wan a avakirina koopertatîfên jinan û giştî li Rojavayê Kurdistanê li welatên Ewropayê gelek deng vedabû, da zanîn ku ew ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (UN) ve ji bo beşdariya kongreya Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî (ICA) hatibûn vexwendin, piştî ku di salên borî de serlêdana Rojava kiribûn.
Şevîn Erdal wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de jî heman şandeyê serdana Rojava kir, bi sekna me ya li hemberî êrîşên qirkirinê gelek bi bandor bûn. Ji lewre vexwendina me ya kongreyê Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî, ji vê yekê hat. Ji bo me gihandina dengê jinên Rojava ji bo cîhanê, tevî xeteriyên ku kooperatîfên me tê re derbas dibin, cihê şanaziyê ye.”
Kongre veguherî pira avabûna têkiliyan qada danûstandin û parvekirina tecrubeyan
Şevîn da zanîn ku armanc ne tenê beşdariya kongre û parvekirina tecrubeya kooperatîfên jin li Rojava bûye, bi qasî avakirina pirê têkilî û danûstandinan bi gel û civakên cuda re bû, wiha pêl da gotinên xwe: “Bingeha kooperatîfan mayîndekirina aştî û azadiya jinan e, hevgirtina gel û netewan jî bi xwe re ava dike. Hemû beşdarên kongreyê ji ber hatina me ya di vê pêvajoyê de ji Rojava û bi ewqas destkeftiyan gelek matmayî diman. Çêbûna şoreşa me û avakirina kooperatîfan, di nava şer û qirkirinê de ku heta roja îro maye û berdewam dike, matmayî bûn. Armanca me ew bû ku bi parvekirina tecrubeyên xwe li ser bingeha aboriyeke civakî, komunal û demokratîk, avakirina wê ne di bin sî û sîstema dewletan de, têkoşîneke hevbeş dana meşandin.”
Tecrubeya kooperatîfên li Rojava di nava zêdetirî sê milyon kooperatîfên cîhanî de cihê balkêşiyê bû
Şevîn Erdal bi bîr xist ku wan danûstandin bi zanyarên kooperatîfan û kooperatîfên sedsalî re kirine û wiha nêrîna wan a bo kooperatîfên jinan li Rojava anî ziman: “Her çiqas fikrên me yên koopertatîfan ne yek bin jî parvekirina wê asoyên nû li cîhana kooperatîfan vedike. Kooperatîfên temenê wan sed sal in, ji sekn û berxwedaniya kooperatîfên li Rojava di nava ewqas şer û qirkirinê re matmayî diman. Çimkî wan tişta ku me jiyaye nejiyabûn. Ji lewre hebûna pêncî kooperatîfên jinan li Rojava, di nava zêdetirî sê milyonan de gelek cuda û balkêş didîtin.”
Şevîn Erdal da xuyakirin ku piştî kongreyê wê danûstandin û xebatên wan berdewam bikin û wiha domand: “Em ê bi riya onlaîn hevdîtinên xwe pêk bînin, bêhtir hev nas bikin, nîqaşên berfireh li ser kooperatîfan û çawaniya pêşxistina wan bimeşînin. Armanca me bihêzkirina kooperatîfan, zêdekirina hejmarên jinan di nav de ye da ku bêhtir bikaribin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin.”
Xelat jî amaje bi kongreyê kir û got ku wan di 7 xulekan de tecrubeya kooperatîfên li Rojavayê Kurdistanê di kongreyeke ku li parzemîneke cîhanê hatiye lidarxistin de, parve kirine û wiha berdewam kir: “Bi qasî demijmêr û nîvek hevdîtin û danûstandin bi dîwan û ragihandina kongreyê re hat kirin, tecrubeya avakirina kooperatîfan heta pêvajoya entegrasyona ku îro Rojava tê re derbas dibe, hatin parvekirin û şîrovekirin.”
Kooperatîfên civakî ji yên dewletê cuda ne
Xelat diyar kir ku kooperatîfên wan ji yên navdewletî cuda ne da zanîn ku cudabûna kooperatîfên Rojava ew e ku li gorî pêwîstiyên civakê hatine avakirin, hinek kooperatîfên cîhanî ku temenê wan sed sal bûn girêdayî dewletê ne û wiha pêde çû: “Çimkî kooperatîfên desthilatdariyê bûn, têkiliyên wan bi dewletê re hebûn û sîstema wan jî ji aliyê dewletê ve hatibû danîn. Di nava ewqas kooperatîfan de tecrubeya Rojava ya herî pêşketî bû. Çimkî li ser bingeha aboriyeke komunal, ekolojîk û azadiya jinan hatibû avakirin. Me gelek kesayet û zanyar jî vexwendin serdana Rojava, dîtina kooperatîfan û pevguhertina tecrubeya.”
Îsrara cihgirtina kooperatîfên jinan li Rojava di “Nexşeya kooperatîfan” cîhanî de
Xelat bal kişand ser “Nexşeya kooperatîfan” a Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî ku di serî de ji bo tora kooperatîfên gerdûnî û destpêşxeriyên dîjîtal e, ji hêla hevpeymaniyê ve hatine destpêkirin da ku rêxistin û komeleyên kooperatîf ên li çar aliyên cîhanê ji hêla erdnîgarî û mijarî ve nexş bikin.
Xelat tişta ku wê xwestibû û îsrar kiribû wiha vegot: “Di kongreyê de nexşeya kooperatîfan, kooperatîfên ji her çar aliyên cîhanê vedihewîne hat pêşandan. Me xwest û gelek îsrar kir ku kooperatîfên jinan li Rojava di nexşeya kooperatîfan de cih bigrin. Bersiv di kongreyeke wiha mezin de nayê dayîn lê sozên erênî hebûn ku em jî di nav de cih bigrin.”
Damezirandina Kooperatîfên Mazopotamyayê yek ji pêşniyarên ICA’yê ye
Xelat di dawî de pêşniyara ku di kongreya Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî de ji bo aboriya Kurdistanê hatiye kirin, wiha bilêv kir: “Yek ji nêrînên di hevdîtinên taybet û kongreyê de hatin kirin ew bû ku Kooperatîfên Kurdistanê çêbibin û ku her çar aliyên Kurdistanê di nav de cih bigrin. Armanca me ya destpêkê ew bû ku kooperatîfên jinan li Rojava derbasî nexşeyê bibin. Ya din jî beşdarbûna damezirandina Kooperatîfên Mazopotamiyayê û danîna mekanîzmaya wê ya zagonî bû. Ya herî girîng ew e ku em derbasî Hevpeymaniya Kooperatîfên Navneteweyî bibin.”