Jinên ji Sinê ji malên xwe tevlî hilberînê dibin

Di demên dawiyê de li Sinê gelek jin hişyariya tevlîbûna hêza kar û bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî dijîn. Jinên ji Sinê ji malên xwe tevlî hilberînê dibin.

HIMA RAD

Sinê - Ji bo jinan misogerkirina azadiya xwe ya aborî xwedî girîngiyek jiyanî ye. Jinên ku dixwazin li ser lingên xwe bisekinin, lê bi salan di malên xwe de heps bûne, di van rojan de ji malên xwe tevlîbûna hilberînê dibin û hewl didin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin. Li bajarê Sinê ya Rojhilat a Kurdistanê herçiqas jin nikaribin cihê kar vekin jî bi hilberîna ji malên xwe azadiya xwe ya aborî dest dixin. Em wek ajans bûn mêhvana malên jinên Sinê.

“Ez ji karkirinê pir kêyfxweş im, ji ber ku ez xwediya karê xwe me"

Leila Fathî tenê yek ji wan jinên ku em bûn mêhvana mala wê. Karek wê ya piçûk lê serkeftî heye. Di yek odeya mala xwe de sebzeyên hişk, kelandî, tirşî, nanê firinê û nanpêj û nanên taybet ên Rojhilata Kurdistanê dipêjine.

“Ez Leila Fathî me. Ez li Sinê ji dayik bûm. Bi salan e sebze, giya û fêkiyên hişk çêdikim. Nan dipêjim û xwarinên taybet ên çanda me çêdikim. Hişkkirina sebzeyan pir zehmet e. Ez neçarim vî karî bikim. Lê ez bi hezkirinê vê karê dikim. Ez pêşî tiştên hişk bikim dişom, piştre hûr dikim, dibim qata çarêmin li balkonê hişk dikim û 3 rojan li wir dihêlim ku bêyî tavê bibînin hedî hedî hişk dibin. Ji ber ku hedî hişk dibin ji mîde re baş in. Bi rastî ji bajarên derdor, heta ji hin gundên Tehranê gelek mişteriyên min hene. Ez ji karkirinê pir kêyfxweş im, ji ber ku ez xwediya karê xwe me.”

Berhemên bihaya guncaw û xwezayî

Leila Fethî diyar kir ku ew bi ked dayîne berhemên bihaya guncaw û xwezayî dihilberîne û wiha dibêje: “Li piyase berhemên pir bêkalîte û ne tendurist hene, ez bi bihaya nîvî berhemên xwezayî dihilberînim. Ez di payîzê de tirşiyan amade dikim.”

Leila Fathî ku dibêje ji ber şert û mercên aborî rê nedaye karê xwe derxe dervayî mala xwe û b rastî ji xwestiye karê xwe berfireh bike, bivan gotinan xwest hevgirtinê mezin bike: “Ez di pêşerojê de dixwazim karê xwe berfireh bikim ku jinên din jî fêrî vî karî bibin û pereyan qezenc bikim, lê niha ji ber ku pereyê min têra kirêkirina dikanekê nake, ez nikarim karê xwe mezin bikin. Niha li taxa min du jin û carinan jî jinên din tên alîkariya min."

Leila Fathî pir kêfxweş e ku serbixwe kar dike û xwediya karê xwe ye. Leila dibêje ku ew carinan ji bo sîparîşan amede bike, heta nîvê şevê dixebite.

“Divê jin ji bo li ser piyên xwe bisekinin, bixebitin”

Hajar Noshadî yek ji wan jinên ku alîkariya Leila Fathî dike û ew bi xwe jî ji mala xwe dixebite. Xwe ji ajansa me re da nasîn û ew peyam dide: “Ez li Sinê dijîm, cîrana Leila me û li gel wê kar dikim. Divê jin ji bo li ser piyên xwe bisekinin, bixebitin. Divê ji bo girêdayî tu kes ne be, pere qezenc bike. Tenê zarokek min heye, lê ji ber rewşa dijwar a aborî ya li Îranê, heta niha jî nikarim jiyaneke xweş ji bo zarokê xwe dabîn bikim. Ger jin jî bixwazin dikarin bixebitin û pereyan bi dest bixin û ji bo li ser piyên xwe bisekinin divê bixebitin.”