Jinên Mahabadê bereketa biharê vediguherînin kedê
Jinên Mahabadî ji aliyek ve bereketa biharê vediguherînin kedê, ji aliyê din ve jî li hember cudabûyînê, serdestiyê û xuyanekirina di medyaya dîjîtal de têdikoşin û berhemên xwe rasterast li ser torên xwe difroşin.

VÎAN MEHRPARVAR
Mahabad – Bi hatina biharê re, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest bi firotina giyayên derman ên demsalî tê kirin. Jinên ku diçin li çiya van giyayan kom dikin, piştre li sûkên bajêr difroşin. Jinên gîha kom kirine, bi nazenînî wan paqij dikin, hinek ji wan gîhayan jî hişk dikin û wan dikin toz û bikar tînin. Ev pêvajoya jinên Mahabadê ne tenê bi debara jiyanê ve sînordar e; ev keda ku ji hêla cudakarî û zordariyê ve şekil girtiye, carna vediguhere rêyek berxwedanê ku derfetên nû diafirîne.
‘Her sal di biharê de derdikevin çiyayan’
Jinên ku westiyayî lê bibiryar in, bi kîsên li ser pişta xwe di meydana Saetê ya Mahabadê de dimeşin û bi ber çavê mirovan dikevin. Yek ji wan jî, Zara ya 40 salî ye. Zara ya ku dibêje ew xebatkara bexçe ye, wiha dibêje: “Ji ber bêkariyê diçim ji çiyayan giya kom dikim. Em bi gelek jinan re diçin çiya. Lê giyayê ku em difroşin tenê bi rêya hinek navbeynkaran dikarin bifroşin û ew jî pir erzan dikirin. Em ji vê rewşê ne razî ne. Ez bi xwe dixwazim vana bifroşim lê mixabin hemû sûk di bin serweriya mêran de ye. Berê di şilî an jî sermayê de, ji bo me jinan sûkên taybet ên heftane dihatin vekirin hebûn. Niha ew dever hema beje hemû ketiye destê mêran.”
‘Di bazaran de cûdakariya li dijî jinan’
Zara tîne ziman ku dilsoziyek pir xurt a jinan bi xwezayê re heye û wiha got: “Lê mêrên ku tên çiyayan, tenê derdê wan pere ye. Giyayan bi nezanî kom dikin. Ez awayê komkirina giyayan a bi awayê herî bê zirar, nîşanî gelek kesan didim. Lê dema pere dikeve nava kar, yê ku qezenç dike mêr e, yên ku wenda dikin dîsa jin in. Gelek jin ji ber bêkarî û zehmetiyên aborî vê dema salê li çiyayan derbas dikin. Ew ji ber rêzgirtina ji bo jîngehê, kêmtir giyayan kom dikin. Lê belê, hem daxwaza zêde ya li sûkê û hem jî nebûna deverên firotinê yên rasterast ên ji bo jinan, cudakariya li vî warî kûrtir dike.”
‘Ji bo firotina rasterast jin bazarên dîjîtal bikar tînin’
Beşek din a bazara nebatan a biharê ne li bazarên rojane, li atolyeyên malan pêk tê. Li van atolyeyan, nebat tên birîn û pakêtkirin. Her çend piraniya atolyeyan ji ber lêçûna zêde ya alavan di destê mêran de bin jî, hinek jinan di vî warî de gavên serbixwe avêtine. Atolyeyên ku ji aliyê jinan ve hatine avakirin, mînaka şênber a keda wane. Jin di ferqa newekheviya heyî de ne. Ji bo ku vê xeleka bê edalet bişkînin, berxwedanê nîşan didin. Niha di vê atoleyeyê de sê jin kar dikin.
‘Ji bo gelek kesan têkiliya rasterast a bi bazarê re hê jî tabû ye’
Yek ji van jinan, Şeyda ye. Ew jî, li ser karê xwe wiha dibêje: “Em bi piştevaniyê kar dimeşînin. Di vê demsalê de paqijkirin û jêkirina giyayên biharê, ji bo me bûye kar û modelek nû. Me stratejiyên xwe yên reklamê afirandin û derdora xwe ya kirîger ava kir. Gelek jinên ku di mal de dixebitin, derfetên wan ên xwe gihandina bazaran tuneye. Ji bo gelek kesan, têkiliya rasterast a bi bazarê re hê jî qedexe an jî tabû ye. Ji ber vê yekê jin pirê caran berê xwe didin navbeynkaran. Bikaranîna qada dîjîtal û reklamê, me ji van navbeynkaran xilas kirin. Em berdewam dikin ku karsaziya xwe mezin bikin.”