Jinên kedkarên çandiniyê bi betaliyê re rû bi rû ne

Li Misirê ji ber pirsgirêkên avê û germahiya hewayê di sektora çandiniyê de kêmbûna berheman, jinên karker ên çandiniyê bi bêkariyê re rû bi rû ne. Ji Weqfa Pirsgirêkên Jinê ya Misirê Mona Fadali bang li saziyên sivîl kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

ESMA FATIHÎ

Qahîre – Li paytexta Misirê Qahîreyê, germahiya zêde û pirsgirêkên avê bû sedem ku di sektora çandiniyê de berhema ku tê xwestin nayê bidestxistin û ev yek jî jinên karkerên çandiniyê mexdûr kir. Tevî ku ji bo çareserkirina pirsgirekê tu tedbîr nayên girtin, karkerên jin ên ku di vê sektorê de bi binpêkirina gelek mafên xwe kar dikirin, niha jî bi pirsgirêka bêkariyê re rû bi rû ne.

Yek ji kesên ku ji ber vê rewşê zehmetiyan dikşîne Huda Amer e. Huda Amer, diyar dike ji ber ku kar di beşa çandiniyê de kêm e ji bilî lêgerîna karekî din tu derfet li pêşiya wê tunebûye. Huda Amer, diyar kir ku rewşa hewayê, ziyanê rojane zêdetir dike.

‘Ji ber ziyana ku li ser çandiniyê çêbû gelek kes bêkar man’

Hude Amer a bi çandiniyê debara xwe dike anî ziman ku ji ber kêmbûn û bihabûn di berheman de çêbû kelek karker neçar mane karê xwe rawestînin. Huda Amer, wiha got: “Tiştek di destên me de tune ye, derfetên kar nemane û xwediyên zeviyan bi xwe tê de kar dikin. Min bi nîvê heq kar dikir niha bi ribekî qebûl dikim û kar tune ye. Min hewl da di firotana fêkî û sebzeyan de kar bikim lê ji germa havînê dirizin û pereya ku jê digrim têrî ziyanê nake. Ji ber vê min berê xwe da karê şirînahiyê lê ew jî biha bû min dest jê berda.”

‘Karkerên di çandiniyê de dixebitin gelek zehmetiyan dikşînin’

Civaknas û aktivîst Mona Fadalî di mijara tundiya li ser jinan de di saziya doza jinên Misirî de dixebite, teqez kir ku karkerên di çandiniyê de dixebitin gelek zehmetiyan dikşînin. Mona Fadalî, wiha got: “Aloziya ku bi awayekî mezin didome, girêdayî guhertina hewayê ye. Di werza zivistanê de demjmêrên kar kêm dibin û ji ber sermaya hişk piranî karker bi nexweşiyan dikevin û bi heman awayî di werza havînê de jî germa zêde zirarê dide mercên xebata karkeran û çandiniyê.”

‘Ji ber ku jin ji mîrasê bêpar in neçar dimînin bixebitin’

Mona Fadalî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Encama neyîniya hewayî ne tenê ziyanê da karkeran, da firoşkerên li bazaran jî. Yên ku ji ber xirabûna berheman û kêmbûna bihayê wan zirarê dîtin destvala man. Kesên ku zêde ji vê rewşa ku zirarê dide berheman bi bandor dibin jin in, ji ber ku pêdiviyên mezin ên malbatê li ser milên wan e. Lewma neçar dimînin bixebitin û di encamê de jî zirarê dibînin. Rêjeya zêde ya karkeran jin in û rêjeya zêde ya kesên xwedî zeviyan jî mêr in, ji ber ku mafê jinan ê mîrasê tê xwarin.”

Mona Fadalî, da zanîn ku kar û pîşeyên girêdayî çandiniyê jin bi rê ve dibin mîna berhemên şîr, xwedîkirina sewalan û her wiha firotana di bazarên gelêrî de. Her wiha Mona Fadalî, bi bîr xist ku mînak jin di gundê Dikrinsê ya bajarê Qelyûbiyê de masî digrin, lê di sermayên hişk de nikarin karên xwe bikin.