Jin xwedî li berhemên xwemalî derdikevin
Jin xwedî li berhemên xwemalî derdikevin, diparêzin û dibêjin: “Berhemên xwemalî baştir û paqijtir e. Ger berhemên ji derve neyên hawirdekirin, wê berhemên me yên xwemalî têra Kurdistanê hebe.”

ŞIYA KOYE
Koye – Kurdistan her tim bi berhemên xwe yên xwemalî tê nasîn û jin jî xwedî li van berheman derdikevin. Li sînorê qezaya Koye û Teq Teq û dewrûberê wê berhemên xwemalî bi nav û deng e. Ji ber ev herêm ji bo çandiniyê gelek destdayî ye û berhemên xwemalî yên van herêman heta nevenda Iraqê diçe. Bi taybetî berhemên masî li sînorê Teq Teq û gundê dewrûber bûye navenda herî mezin a xwedîkirina masî û hilberandina wê ya li ser asta herêm û Iraqê.
Bajaroka Teq Teq dikeve ser zêyê biçûk û xaka wê ji bo çandiniyê dewlemend e. Lê belê piraniya navçeyên gundên dewrûber, masiyan xwedî dikin û salane berhemek zêde rewaneyî bazarên herêma Kurdistan û bajarên Iraqê dikin. Li gorî daneyên dawî yên sala 2024’an nêzî hezar û 300 hewzên masiyan bi rûberên cûda hene. Hewza herî biçûk zêdeyî donimek zevî ye û ji bo her donimekê salane du ton heta sê ton berhemên masî hildiberînin. Xelkê sînor masiyan hildiberînin, bi vê jî bûye navenda hilberandina masiyan a li herêma Kurdistanê û ji sedî 25-30 berhemên navxweyî zêde dibe û debarên xelkê pêk tîne û ji derveyî wê jî derfetên kar ava dike.
Li gorî agahiyên ku me ji çandiniya Teq Teq girtiye, niha nêzî ji sedî 95’ê rûniştvanên bajaroka Teq Teqê debara wan a jiyanê li ser hilberandina masiyan e. Jin jî her tim bi destê xwe, berhemên dexl û dan zavar, genimok, tirşîn û salçe ji bo mala xwe û firotinê amade dikin. Li van deveran cihên ku xelk masiyê xwe tînin difroşin hene û her wiha li heman cihî jin jî berhemên xwe difroşin.
‘Ez hemû berhemên xwe bi xwe amade dikim’
Jina extiyar a ji navçeya Koye Sînem Memend diyar kir ku ev çend sal e berhemên xwemalî yên dan û dexl, tirşîn û salçe amade dike û difroşe û got: “Ez hemû berhemên xwe bi xwe amade dikim û xwemalî ne. Ev nêzî 16 sal e di mala xwe de vî karî dikim û li gel zarokên xwe berhemên xwe difroşim û dişînim bajarên din jî. Ez nikarim froşgehekê vekim, ji ber wê di mal de dixebitim û gelek baş e. Bikirên me bi xwe hene, li gorî daxwazên wan ez berheman amade dikim.”
‘Berhemên xwemalî paqijtir in’
Sînema Memend da zanîn ku berhemên xwemalî gelek baş in, paqij in û hemû tiştan bi destê xwe çêdike û got: “Tenê li aşkirinê ne bi dest e, wekî din hemû karên dest e û tu made tê de nîne û niha êdî xelk berê xwe didin xwarinên xwezayî û daxwaz li ser heye. Berhemên xwemalî salekê tê xwarin nabe gelek bimîne. Lê belê yên ku ji derve tên gelek made tê de hene û têk naçin, lê belê ne tendurist in. Gelek girîng e ku girîngî bidin berhemên xwemalî. Ez li gel keç û kurên xwe karê berhemên xwemalî dikim û karê destê mirov gelek xweşe her kes bikare bila karê xwe bi xwe bike. Ez di wê hêviyê de me xelek êdî vegerin ser xwarinên xwemalî, ji ber gelek bi tendurist e. Pîrik û bapîrên me ew xwarin, dixwarin, tu nexweşiyek wan nebû.”
‘Berhemên ji derve nayên, berhemên me yên xwemalî têra Kurdistanê dikin’
Jina bi navê Lîmo Mihemed a ji bajaroka Xalxalan e karê wê û malbata wê çandinî ye û gelek caran li gel hevjînê xwe berhemên xwe difroşin, bi taybetî di demê mihrîcanan de. Lîmo Mihemed têkildarî berhemên xwemalî wiha got: “Berhemên çandinî yê me berhemên me bi xwe yên navxweyiya herêma Kurdistan in, ger berhemên derve hawirde nekin, berhemên me bi xwe têra Kurdistanê dike. Ji ber ku her tim berhemên derve hawirde dikin, tu xêra berhemên me nemaye. Cotyar zirarê dibînin ji ber ku berhemên wan gelek erzan dibin û sûdê jê nastînin. Berhemên xwemalî yên Kurdî gelek baştir in ji berhemên derve, ji ber ku tu derman tê de nîne. Niha heta astekê xelk girîngî didin berhemên xwemalî. Ji ber dizanin berhemên derve hemû qirêjin û derman tê de ne.”
Lîmo Mihemed da zanîn ku malbata wê berhemên xwemalî bikar tînin û got: “Em bi xwe savar, dexl û dan, genim û hemû tiştî heta sirka hinar. Em firingiyan hişk dikim û salçeya firingiyan çêdikin. Ez qet tiştek ji bazarê nakirim.”