Jin û jîndarkirina çanda gundewariyê

Ji jinên di tevahî jiyana penaberiyê de çanda gund bi xwe re gerandî, dest ji sewalvanî û çandiniyê bernedayî Helîm Îzer hîna jî keda destê xwe tevlî jiyanê dike.

 
DÎLAN KORHAN
Musil - Gundikê Remo li navsera çiyayê Cudiye. Jiyana wê bi tevahî xwezayiye û bilind û bînvedayiye. Ji ber bilindî û asêbûnê hewceye gundiyên wê jîr û çelengbin. Tayîbetî jî jinên gund piştî hilgirin û jêhatîne. Di salên 1990’an de ev gund jî weke hemû gundên derdorê ji aliyê dewleta Tirkan ve hat valakirin. Gundiyên wê li gelek deveran belavbûn û hîna jî lê venegeriyane. Gelek ji wan ketin nava karwanê koçberiyê û heta Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê yê Îrayê çune. Yek ji wan jî dayika 9 zarokan Helîm Îzer a li semta du ya wargehê dijiye. Çandinî û sewalkarî jî di navê de Helîmê hemû çanda xwe ya gund bi xwe re aniye û di tevahî jiyana penaberiyê de domandiye.
‘havînan em zozanîbûn’
Helîmê xweziya xwe bi wan rojên diçu zozanên bilind tîne û wiha bahsa wan rojan dike: “Havînan jî me malên xwe bardikirin û berê xwe didan zozanên herî bilind li ber ava keviyên berfê me warê xwe didanî. Em bi hev re dibûn alîkar, dema hêstira malekê nebûya cîranan alîkarî didanê û bi xwe re dibirin. Hemû fikira me li ser jiyana me ya rojane, çuyîna zozanan û hatina gundbû. Dibistan nebû me nexwendin dizanî, ne nivîsîn ne tiştek wisan di bîra me re derbas dibû.” 
‘Şekrokên cejnê danî û nok bûn’
Helîm Îzer wek mînaka herî balkêş û niha jî civakan li ser lingan digre yekgirtin û bi hevrebuna gundan dide nîşandan, hest û keyfxweşiya xweya zaroktî bi van peyîvan bi bîr tinê: “Li cihê şekir berê li gund daniyê genim, nok û tiştên wiha didan me zarokan. Heta nîvro em li nava malan digeriyan, piştî nîvro jî me werîsê ku ji mûyê bizinan çêdikin û li cihê şelîtan pê bar girêdidin bi xwe re dibir nava baxçe kîjan dar mezine me dixist şaxê wê û xwe lê dikir. Ne tenê em zarok, hemû gund roja cejnê piştî nîvro li nava baxçan xwe li holindokê dikirin û kêfa xwe derdixistin. Heta tarî diket erdê em bi hev re vedigeriyan malê. Di dawetên buk û zavayan de jî kêfek mezin hebû. Dema ez bûm buk li mehînê kirim û berbû jî bi lingan li peyî mehînê hatin. Di sê rojên dawetê de kê tiştek bukê an jî zava revandiba divê çî xwestiba dabanê, ji ber wê nobet li tiştên wan digirtin.”
Helîm di mercên pênabertiyê de jî dev ji hînbûnên xwe yên çandî bernade, bi çend bizinên ji xwe re kiriyî çanda sewalwaniyê dide berdewamkirin. Li gel wan jî baxçeyek biçuk li devê deriyê xwe çandiye, pê sebra xwe tîne.