“Ji ber dorpêç û kêmbûna baranê cotkarên Şehbayê zehmetiyan dikişinin”

Rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Nisrîn Mihemed di der barê bandora kêbûna baranê û dorpêçê li ser çandiniyê de wiha got: "Tengaviyên ku niha di nava gel de tên jiyîn ji bilî kêmbûna baranê, nederbaskirina mazotê ye. Di rewşa ambargo û dorpêça heyî de aboriya kantonê ji sedî 50 kêm bûye."

Rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Nisrîn Mihemed di der barê bandora kêmbûna baranê û dorpêçê li ser çandiniyê de wiha got: "Tengaviyên ku niha di nava gel de tên jiyîn ji bilî kêmbûna baranê, nederbaskirina mazotê ye. Di rewşa ambargo û dorpêça heyî de aboriya kantonê ji sedî 50 kêm bûye."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Kêmbûna baranê sedema serkeye ya kêmberhemên çandiniyê ye. Ji 70 sal û vir ve îsal xerabtirîn zuhabûn tê jiyîn. Germbûna hewayî û dereng barîna baranê bandoreke mezin li çandiniyê kir û gel neçar kir ku ava bîrên heyî bikar bînin. Di gel ji dereng barîna baranê digihe erd û zeviyan, ambargoyên rejîma Sûriyê ya li ser kantona Şehbayê jî rêjeya zirarên çandiniyê zêdetir dike. Nederbasbûna madeyên sotemaniyê ji bo Şehbayê rewşa çandiniyê xerabtir dike û dibe sedem ku gel bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Têkildarî mijarê Rêvebera Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Nisrîn Mihemed di der barê bandora kêbûna baranê û dorpêça li ser herêmê ku bandorek mezin li çandiniyê dike de nirxandin kir.
 “Di sala borî de ji ber dorpêçê me gelek zehmetî kişand” 
Nisrîn da zanîn ku zehmetiyê wan di sala borî de kişandibûn ambargo û dorpêça rejîmê bû û wiha pê de çû: "Tengaviyên ku niha di nava gel de tên jiyîn ji bilî kêmbûna baranê, nederbaskirina mazotê ye. Berhemên ku em ji çandiniyê derdixin li kirîn û peydekirin û kirîna mazotê diçe. Fatureyên peydakirina madeyên sotomaniyê ji berhemên ku em ji zeviyan bidest dixin zêdetir e. Ji ber ku di sala borî de cotkaran gelek zirar ji berhemên sîr û pîvazan dîtin, îsal piraniya cotkaran dev ji çandiniyê berdan. Ruxmî ku me hewil da em alîkariyê bidin gel û pêdeviyên wan bi cih bînin, lê ambargo û dorpêç li hember me bû asteng."
 “Di rewşa ambargo û dorpêça heyî de aboriya kantonê ji sedî 50 kêm bû”
Nisrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Îsal çandinî pir kêm e. Li Şehbayê ji ber kêmderfetiyên kar hejmara bêkariyê pir bû ye. Ji bo em vê yekê telafî bikin me qada çandiniyê wekî çareserî dît. Di pirojeyên çandiniyê de em karkeran li gorî rewşa derayî ya her yekî hildibijêrin. Di rewşa ambargo û dorpêça heyî de aboriya kantonê ji sedî 50 kêm bû. nekarîna peydekirina mazotê ked û berhemên cotkaran li erdê dixe. Di vê dorpêçê de em hewil didin ku pêdîviyên gel pêk bînin û bibin çareseriya pirsgirêkên wan. Weke Komîteya Çandiniyê me jî gelek zirar ji vê rewşê dît û ji ber vê yekê di projeyên me yên îsal de tenê ji çandiniyên mewismê sîr hatin çandin.”