Hilberîna pembû li gor salên derbasbûyî bi serkeftî bû

Pembû yek ji berhemên girîng ên li Sûriyê ye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Cezîrê û herêma Firatê bi rêjeyên mezin tê çandin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor - Pembû di gelek pêşesaziyan de tê bikaranîn û tovên wê di çêkirina rûn de tê bikaranîn, şaxên pembû jî wek çêleka sewalan û her wiha piştî çinîna berhemê wek sotemenî tê bikaranîn.

Pembû ji ber girîngiya xwe, li cîhanê yek ji berhemên çandiniyê yên stratejîk e. Lê di salên borî de rêjeya berheman û rêjeya çandiniyê kêmbûneke berçav dîtiye, ji ber şert û mercên şer û girtina deriyên sînorî.

Bi çandiniyê debara xwe dikin

Yek ji jinên kedkar Sibha El-Mihemed a ji bajarê Hecîn a gundewarê rojhilatê Dêrezorê wiha got: “Me çend roj berê dest bi çinîna pembû kir û her çend me zêdetirî 15 caran zevî av da jî, lê demsala îsal li gorî par lawaz bû. Jinên li Dêrezorê berbanga sibê radibin karê malê dikin, paşê heta yek piştî nîvro diçin zeviyê û karê çinîna pembû dikin, piştre vedigerin zarokên xwe kontrol dikin û dîsa vedigerin zeviyan û heta roj diçe ava dixebitin. Birêvebirina kar û barên jiyanê gelek westandin û hewldan dixwaze ku mirov bikaribe bi rûmet bijî. Em bi çandinê debara xwe ya jiyanî dikin û hem jî di xwarina sewalên xwe de gelek alîkariya me dike. Her wiha darên pembû di sobeyan de ji bo çêkirina xwarinê, yan jî di tenûrê de ji bo çêkirina nan tên bikaranîn. Kêzik gelek zirarê digihînin zeviyan û dibin sedema ketina kulîlkên pembû û ev jî dibe sedema kêmbûna rêjeya pembû. Ez ji berpirsên pêwendîdar daxwaz dikim ku tov û dermanên baştir ji bo pembû peyda bikin, her wiha pirsgirêkên komeleyên çandiniyê çareser bikin û mazotê dabîn bikin da ku em karibin ava çemê Firatê bigihînin zeviyên çandiniyê, nemaze piştî kêmbûna asta avê piştî qutkirina wê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve.”

“Demsal li gorî lêçûnên ku cotkar ji axê re peyda dike têkçûn tê hesibandin”

Hoşa El-Elî jî wiha anî ziman: “Em di meha Nîsanê de dest bi çandina pembû dikin, zengil di meha Îlonê de çêdibin û heya meha Kanûnê du caran têne berhev kirin. Berhema îsal baş e, lê ji ber rewşa aborî ya nebaş a cotkar, ew nikare bi semad û dermanên pêwîst bikire, ji bilî kêmbûna avê. Piştî ku pembû tê çinîn, em dixin kîsên taybet de û piştre dişînin bazaran an jî ji komeleyên çandiniyê re têne şandin. Pembû di gelek tiştan de tê bikaranîn, di nav de çêkirina cil, rûn û kelûmelên malê. Avdaniya her donim zêdetirî 15 hezar lîreyên sûrî ye, her du hefte carekê pembû hewcedarê avdanê ye û îmkanên cotyaran pir lawaz in. Demsal li gorî lêçûnên ku cotkar ji axê re peyda dike têkçûn tê hesibandin. Em daxwaza desteka çandiniyê dikin di warê tov, gubre û kêmkirina buhayê avê.”

“Werza pembû ya îsal li gorî par ji sedî 60 heta 70 serkeftî bû”

Derbarê werzê îsal de hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecîn Amna El-Salim got ku werza pembû ya îsal li gorî par ji sedî 60 heta 70 serkeftî bû û wiha pê de çû: “Tevî derengiya me di piştgirîkirina cotkar û komeleyan de û bihabûna li herêmê, çi ji ber tov, çi ji çandiniyê û çi ji ber westandin û hewldanan be jî, demsala pembû tevî tîbûnê bi rêjeyeke baş serketî bû, lê me hewl da bi qasî ku bikaribin vê pirsgirêkê bi hevdîtinan bi komele û gel re çareser bikin. Piştgiriya ku me ji cotkaran re hat dayîn ne di asta pêwîst de bû. Sedema serkeftina werza pembû ya îsal, hêz û îradeya cotkaran e ku hewl bidin zeviyên çandiniyê vegerin rewşa berê.”