“Hezkirina min a qehweyê bû sedem ku ez cihek ji xwe re vekim”

Dunya Elî jineke ciwan e, di bazara navçeya Girkêlegê de ji xwe re dikanek çêkirin û firotina qehweyê vekiriye der barê karê xwe de wiha dibêje: “Hezkirina min ji qehweyê re hişt ez xebatek afirîner û xweş bikim.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Her mirovek xwedî hezkirineke cuda ye û carna ev hezkirinên wan dibin afirînerî, jê karekî xweşik û baş tê derxistin. Dunya Elî bi temen 22 salî ye li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Dunya li bazara Girkêlegê ev 5 meh in ji xwe re dikaneke bi navê (Barîsta Coffee) ya çêkirin û firotina qehweyê vekiriye. Wê hezkirina xwe di vî karî de dît. Hemû cureyên qehweyê ji qehweya sada, qehweya şêrîn, tehl û qehweya bi hêl, her wiha fîncan û cezweyên qehweyê jî di dikana xwe de difiroşe. Ew bi xwe hînî makîneya hêrandina qehweyê bûye û bi pisporiyeke xurt çêdike. Têkildarî karê Dunya Elî û xebatên wê di dukana qehweyê de me serdana dikana wê kir û xebata wê şopand.

Vekirina dikana çêkirina qehweyê fikrek nû ye di Girkêlegê de

Dunya Elî behsa fikra vekirina dikana qehweyê kir û wiha hezkirina xwe ji vê xebatê re anî ziman: “Ev 5 meh in min dikana xwe di bazara Girkêlegê de vekiriye û xwestekek pir xurt ji aliyê şêniyên navçeyê ve jî  hebû ku qehweya xwe ji dikana min bikirin. Ev fikreke nû bû di navçeya Girkêlegê de ku jinek xebateke wiha bike ji ber ku her dem me qehweya xwe ji bajarên mezin weke Qamişlo û Dêrikê dikirî. Gelek mirov hene hezkiriyên qehweyê ne û her li qehweya xweş digerin ji ber hemû qehwe jî nayê vexwarin û peydakirina qehweya xweş û sada zehmet tê dîtin. Vexwarina qehweyê li gorî kêfa mirov dimîne lê piraniya gelê herêmê zêdetir ji qehweyê hez dikin. Jixwe qehwe di kevneşopiya hin civakan de û bi taybetî di civaka Ereb de tiştekî pîroz e yanî weke vexwarinek ji bo mêvanên bi qîmet tê dayîn. Di vê projeyê de hevaleke min jî alîkariya min kir û heya niha qebûlkirineke pir baş ji aliyê gel ve ji dikana min re heye.”

Hemû cureyên qehweya xweş tên çêkirin û firotin

Dunya Elî bal kişand ser cureyên qehweyê yên di dikana xwe de çêdike û difroşe her wiha derfetên anîna madeyên wê û wiha domand: “Di dikana min de hemû cureyên qehweyê û tiştên pê ve girêdayî weke qehweya sada, qehweya şêrîn, tehl û qehweya bi hêl her wiha fîncan û cezweyên qehweyê, makîneyên çêkirina wê, tên firotin. Li kêleka wê jî tiştên diyarî weke pêçandin çikolata û çêkirina pakêtên qehweyê difroşim. Ez hemû malzemeyên qehweyê û makîneyên wê ji Başûrê Kurdistanê û bajarê Qamişloyê tînim. Hin cureyên qehweyê taybet hene li vir peyda nabin, li gorî xwesteka kesên dikirin ji Başûrê Kurdistanê û derve tînim. Helbet zehmetiyên wê jî hebûn di destpêkê de heya dikana min hat naskirin û heya pêwendiyên min bi tucaran re cêbûn ji bo ji deverên derve qehweyê peyda bikim. Lê niha piraniya van pirsgirêkan hatine çarserkirin û di xebatên xwe de kêfxweş im.”

Rêbazên çêkirina qehweyê

Dunya Elî rêbazên hêrandina qehweyê û çêkirna wê nîşanî me da û wiha pêde çû: “Destpêkê her cureyeke qehweyê, hêrandina wê cuda heye mînak rêjeya hûr heye û ya hinekî gir. Ez bi xwe piranî sê cureyên qehweyê tevli hev dikim cureyek qehweya sada û herduyên din jî bi rêjeyeke vekirîtir tê. Ez van bi hev re dihêrim û li gorî xwesteka kesê ku dikire cuda dikim. Bi rastî xebateke pir xweş e tenê kişandina bêhna qehweyê canê mirov rehet dike û şêniyên bajêr ji vê yekê pir hez dikin. Pir caran êvarê mêvan tên li dikana min qehweyê vedixwin. Ez bi xebata xwe kêfxweş im ji ber ku di xeyala min de her dem projeyek wiha hebû û min pêk anî.”

“Hemû sûdên dikana xwe pêşkêşî komeleyên xêrxwaz dikim”

Dunya bal kişand ser armanca vekirina dikanê û sûdên ku ji qehweyê digre û wiha bi dawî kir: “Bi rastî ji destpêkê ve armanca min ew nebû ku ez pere qezenc bikim. Sûdên ku ji firotina qehweyê digrim hemû diçin ji komeleyên xêrxwaziyê re, tenê nisbetek biçûk ji bo pêdiviyên dikanê vediqetînim. Jixwe ji bo jinan jî bihayê wê bi taybetî kêm dikim, ez dixwazim bi vê yekê kêfxweşiyê bikim dilê hemû jinan. Fikrên pir xweş di mêjiyê min de hene ji ber ku gelek cureyên qehweyê hene hê ji welatên derve min neanîne dikana xwe û dixwazim bînim. Her wiha dixwazim dikana xwe fireh bikim da ku cihê rûniştina mêvanan fireh bibe. Ez di wê hêvî û baweriyê de me ku tiştekî xweş û baş ji bo civaka xwe pêşkêş dikim.”