Fatma El-Şerîf a karê necariyê dike: Jin dikarin hemu karan bikin

Fatma El-Şerîf a 30 salî ya ji Qahireyê, karê necariyê dike ku weke karê mêran tê naskirin û bi xebata xwe qalibên civakî yên li ser wê tê ferzkirin dişkîne.

ASMAA FETHÎ

Qahîre – Jin xwedî kêrhatiyên destane dikarin di gelek pîşeyan de kar bikin weke karê necariyê ku xwe têde îsbat kirine. Fatma El-Şerîf a 30 salî ye û dayîka zarokekê ye, karê necariyê dike ku weke karê mêran tê naskirin û bi xebata xwe qalibên civakî yên li ser wê tê ferzkirin dişkîne. Em bi Fatma El-Şerîf re li ser rewşa jinan li bazarên gel axivîn.

Cihêkarî û sînordarkirina jinan

Fatma El-Şerîf bal kişand di gelek qadên jiyanî de sînordarkirina jinan û wiha got: “Armanca sereke ya vê gotinê sînordarkirina rol jinê ye, ditirsin jin karê mêran ji dest bigirin. Ne tenê di necariyê de di gelek karên dîtir de jî. Pirsgirêk di hişmendiya kesan de ye ku li gor wan jin nikare ev cure karan bike û alavên tuj bikarbîne ev jî nêrîneke şaşe. Pirsgirêka jinan herî zêde di necariyê de di danûstandina bi mêran re ye, dema ew diçe cureyên textan dipirse ji bo karê xwe mêr dibêjin biçe mêrekî gel xwe bîne em pêre biaxivin, ew mêr qebûl necariya jinê qebûl nakin.”

Fatma El-Şerîf qala yekem car destpêkirina xwe ya karê necariyê kir û wiha got: “Gelek kesan berhemên min ecibandin, pişt re yekem girêbest min bidestxist, ew jî çêkirina komek tiştên malê bûn, pisporiya min wê demê têrê nedikir ez çûm werşa bavê hejînê xwe û ji wir fêrî hemû hurguliyên vî pîşeyî bûm. Şeş mehan ez diçûm li ser kursiyê rûdiniştim keşa min nav destên min de bû tenê min tamaşe karmendan dikir çawa kar dikin, piştre min dît êdî ez dikarim weke her karmendekî kar bikim.”

‘Ji min re gotin ev kar ne li gor jinan e’

Fatma El-Şerîf ku rûxmê ferzkirinên li ser wê jî dev ji karê xwe berneda zextên ku ji bo pîşeya xwe pê re rû bi rû ma wiha anî ziman: “Min pirsgirêk bi bavê hejînê xwe re dît heta min ew kir karê min li herêmeke gelêrî têde karê jinan nîne bipejrîne û ne karekî bi şerm e. Destpêkê wî ez redkirim û alîkariya min nekir ji ber gotinên xelkê. Lê ez bi biryar bûm vî karî bikim û di dawiyê de ez pejirandim û alîkariya min kir cureyên daran bi min da nasandin û hemû hurguliyên dîtir. Dema destpêkê min zirar kir ji berk u min nedixwest bi necarên mêr re bikevim nakokiyan, lê piştî ez baş fêrî hurguliyên pîşeyê bûm, êdî ez li hember wan radiwestim daxwaza mafên xwe dikim û nîqaş dikim ta tiştê dixwazim dibim ne yê ew dixwazin bê tirs an dudilî ji bertekên wan.”

‘Dayîk bûn ne asteng e’

Fatma El-Şerîf a anî ziman ku dayîkbûn li pêşiya kar ne asteng e wiha got: “Tu carî dayîkbûna nabe asteng ji bo jinên bixwazin xwe îsbat bikin, lê pirsgirêk di kesên wisa dibînin de ye. Destpêkê min keça xwe bi xwe re tîna kar û ez rastî gelek loman dihatim ji ber ku ew demeke dirêj bi min re nava alavên tuj, mêxan û daran de dima, lewra min biryar da ez wê dînim gel dayîka xwe dîsa jî ez rastî loman hatim ku ez keça xwe dihêlim û kar dikim.”

‘Jin dikarin hemû karan bikin’

Fatma El-Şerîf a anî ziman ku mîna gelek karan di xebatê xwê de jî mêr timî dixwazin desthilata xwe li ser jinan ferz bikin, bal kişand ku jin dikarin di hemu qadan de serkeftî bin û wiha bi dawî kir: “Ez dibînim ku gelek mêr fikirê ku jin nikarin vê karê bikin belav dikin ji bo bikaribin baştir desthilata xwe bikarbînin û li ser jinan ferz bikin ku rola jinan di civakê de kêm bikin. Lê jin niha dikarin hemû pîşeyan de bi hêsanî kar bikin weke karê mîkanîk, necarî, boriyên avê de ta karê qehwexaneyan û nava bazaran jî. Ez rastî gelek jinan hatim xwe îsbat kirine û gotinên wan tên bihîstin. Îro tiştekî min kêm nîne weke her necarekî din, ez bi lêkolîn û zanîn û pêşxistina fikir û alavên xwe jî li gor pîşeyê xwe bi ser wan jî ketime.”