Di têkoşîna TÎS'ê de jinan di regl û 8'ê Adarê de mafên xwe yê destûrê bidest xistin

Piştî nîqaşên TÎS'ê yên di navbera Rêveberiya Navendî ya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê û Sendîkaya Tez Koop ÎŞ'ê de bi erênî encam bû, xebatkarên jin ên Odeya Mîmaran ji ajansa me re axivîn.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Têkoşîna xebatkarên Odeya Mîmaran a ji bo başkirina şert û mercên xebatê û mafên kesane dabûn destpêkirin, bi destkeftî bi encam bû. Di navbera Odeya Mîmaran û Sendîkaya Tez Koop Îş de dê peymanek bê îmzekirin.

Karkerên odeyê ku ji ber lihevnekirina hevdîtinên Peymana Karên Kolektîf ên di navbera Rêveberiya Navendî ya Odeya Mîmaran a TMMOB û Sendîkaya Karkerên Bazirganî, Kooperatîf, Perwerde, Buro û Hunerên Bedew a Tirkiyeyê (Sendîkaya Tez Koop Îş) de hatin kirin biryara grevê girtin, ragihand ku di encama hevdîtinên ku berdewam dikin de li ser peymanê lihevkirine. Di nava destkeftiyan de destûra regl jî di nav de, daxwazên xebatkarên jin jî cih digre.

"Me ya zehmet bi ser xist”

Xebatkarên jin ên Odeya Mîmaran a piştî lihevkirinê daxuyaniyeke hevpar jî ajansa me dan, wiha gotin: "Me bi girtina rîtmeke têkoşînê ya bi biryar û mafdarbûna xwe nade nîqaşkirine re 'yê zehmet” bi ser xist."

Jinên ku da zanîn di Odeya Mîmaran de hejmara xebatkarên jin gelekî zêde ye, diyar kirin ku “Ji ber vê sedemê pir girîng bû ku di peyamana ku ji bo îmzekirina wê em neçar man têkoşîneke pir dijwar bidin de daxwazên jinên xebatkar bi cih bigre” û wiha lê zêde kir: “Destûra regl a ku di nava daxwazên me de ye û li Tirkiyeyê weke daxwazeke nû derketiye pêş, ji bo me jêneger bû. Em difikirîn ku dîsa daxwazên sereke yên têkoşîna jinan ên wekî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê betlanebûna xebatkarên jin xuyabûna siyasî ye. Di vî warî de em vê di qada jinê de ji qebûlkirina peymana kolektîf wêdetir weke destkeftiyek dibînin û em hêvîdar in ku bi taybetî ji bo saziyên din ên demokratîk rê vebike.”

“TÎS ji bo me destkeftiya herî mezin e”

Jinên ku gotin, "Pêvajoya peymana kolektîf a ku em tê re derbas bûn, têkoşîn bi qasî ku me heta dilê hîs dikir, derbas bû” diyar kirin ku di Odeya Mîmaran a ku avahiyeke rêxistinî ya li seranserê welêt belav dibe de,“ li her derê şert û mercên xebatên wê yên cuda û newekhev” heye.

“Em ji bo kar û hawîrdorek ewledar, bala xwe didin bendên di peymanê de cih digrin. Têkiliyên rêveberî-karmend ku bi serê xwe ne xwediyê standardekê ne, dê bigihê şeklek asayî. Ji dervayî vê, me dravên arîkariya civakî yên nû ku madeyên mûçeyan jî digre, bi dest xist. Ji bo me karmendan pir girîng bû ku bendên alîkariya civakî bidin qebûlkirin. Me bi girtina rîtmeke têkoşînê ya bi biryar û mafdarbûna xwe nade nîqaşkirine re 'yê zehmet” bi ser xist. Em xala lihevkirina ku me hatin, deyndarê hevgirtina xwe ne. Em gelek kêfxweş in ku pêvajoya me ya peymana kolektîf bi lihevhatinek bi encam bû. Me pêvajoyeke nû derbas kir û li gel tiştên ku vê pêvajoyê me daye qezençkirin, em ê weke xebatkarên Odeyê şopdarê mafên xwe bin.”

Gotûbêj bi erênî encam bû

Hevdîtinên peymana kar ya kolektîf a ji 8'ê Mijdara 2021'an û vir ve di navbera Navenda Giştî ya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê û Sendîkaya Tez Koop Îş'ê de dihat berdewam kirin lihevnehatine bi encam bibû.

Ji ber ku li ser maseya TÎS'ê bi Rêveberiya Navendî re lihevkirinek pêk nehat, xebatkarên Odeya Mîmaran biryar dan ku di 11’ê Nîsana 2022’an de dest bi pêkanîna grevê bikin û ji aliyê Sendîkaya Tez-Koop-Îş ve biryara pêkanîna grevê ya li Odeya Mîmaran û kargehên girêdayî wê hatibû rawestandin. Gotûbêja dawî bi erênî encam bû.