Bi xwaringeha ku li Reqayê vekir çanda bajara xwe zindî dike

Reem Dhîab xwaringeha ku bi şêwaza mitbexa Levand e li bajarê Reqayê vekir birêve dibe, bi xwaringeha xwe hem çanda xwe zindî dike û hem jî nêrîna civakê ya li dijî jinan diguherîne.

YUSRA AL-EHMED

Reqa- Reem Dhîab, ji ber sedemên aborî bi du zarokên xwe yên keç re ji Şamê koçî bajarê Reqayê kir. Reem Dhîab a 37 salî, salek berê li Reqayê bi xwaringeha ku bi navê "werd Şam" vekir re ket nava xebatan. Reem Dhîab a ku xwaringeha xwe bi şêwaza mitbexa Levant a kevneşopî ya Şamê dîzayn kir, wiha got: “Min xwest çand û mîrateya bajarê xwe û bîranînên xwe yên li wir zindî bikim. Min hewl da di dekorê de sêwirana Levant û klasîk bikim. Atmosfera bêdeng û sade mirovan vedigerîne raboriyê û pir kes jî vê yekê tercîh dikin.”

'Min dixwest tiştek cuda pêşkêş bikim’

Reem Dhîab, diyar kir ku xwarinên ku çêdike tên ecibandin û wiha axivî: “Min xwest tiştekî cuda pêşkêş bikim. Projeya min ji aliyê gel ve hat ecibandin û vê yekê jî wêrekî da min. Kebab jî di nav de gelek xwarinên Levant ên navdar çêdikim. Ez sibehê ji bo taştê zeytûn û penîrê berê bi kar tînim. Ez xwarinên teze tercîh dikim û ji xurekên hazir dûr diseknim.”

‘Li vê derê jin di her qada jiyanê de cihê xwe digrin’

Reem Dhîab, da zanîn ku bi pergala neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye re hemû mafên jinan di jiyanê de hatine misogerkirin û wiha got: “Jin li vir di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digrin û di hemû astan de rolên aktîf dilîzin. Ji bo jinan şert û mercên guncav tên avakirin û derfetên ku dikarin bi xebat û projeyên xwe pêk bînin tên pêşkêşkirin. Ez heyranê projeyên ji aliyê jinan ve tên destpêkirin im.”

'Min nêrîna civakê guherand'

Reem Dhîab, bal kişand ser girîngiya jinên ku bi riya xwebaweriyê jêhatîbûnên xwe bi pêş dixin û da zanîn ku bêyî alîkariya mêrek birêvebirina xwaringehek pêşdaraziyên civakê şikand. Reem Dhîab, wiha got: "Civak her dem jinan qels dibîne. Min xwest û bi îradaye xwe nêrînên civakê guherand, projeya xwe bi pêş xist û jêhatibûna xwe îsbat kir. Dema em li cihê xwe bisekinîn, serkeftin pêk nayê. Divê em îradeyek xurt nîşan bidin û wêrek bin. Divê çiqas astengî hebin jî jin dev ji xwe bernedin.”

'Projeyên min ên cuda jî hene'

Reem Dîab, anî ziman ku proje û planên cuda yên dixwaze pêk bînê jî hene û wiha got: “Yek ji wan jî xwaringeha jinan a Sabahiyat a navdar a li bajarê min e. Ez ê bi vê projeyê hewl bidim ji bo gelek jinan derfetên kar misoger bikim. Kedkarên li wir wê jin bin.”