Bi dikaneke biçûk destpêkeke nû

Jinên bajarê Amûdê ku di nav bazarên kar de cih digrin û di bazirganiyê de dixebitin, bi projeyên xwe yên vekirina dikanên cil û bergan hewl didin hebûna jinan di nav bazara kar de bidin îspatkirin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li kolan û bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hebûna jinan êdî ne tenê dîmenek e, bûye taybetmendiyek diyarker ku veguherînek civakî û aborî ya mezin nîşan dide. Di navber pencereyên dikanan û qerebalixa rojane ya kirîn û firotinê de, jin bi beşdariyên berbiçav di zindîtiya bazarê de cihê xwe diparêzin. Tevî zehmetiyên civakî û aborî, gelek jin dikaribûn riya xwe di van bazaran de bibînin, bi rêvebirina dikanan an jî beşdarbûna firotina tiştan de. Ev yek aliyekî nû li rola jinan a di teşwîqkirina çalakiyên aborî û zêdekirina serxwebûna wan de zêde dike.

Jinên ji Amûdê yê girêdayî bajarê Qamişlo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku jin di bazarê de cihekî mezin digrin.

Ala Ehmed behsa destpêka vekirina dikana xwe kir û da zanîn ku malbatê piştgiriya wê kiriye. Ala wiha got: “Ez pir ji jiyana bi xebat hez dikim, ji ber wê salek û 8 meh in min li Amûdê dikanek cilên mêr û jinan vekiriye. Min dît ku cilên jinan zêdetir balê dikşînin, min dikana xwe guherand û tenê cilên jinan tê de firot. Malbata min got baweriya me bi te heye lê gotin pêwîst e tu gavên xwe baş bavêjî û pir bixebitî li ser kar û xebatên dikanan. Gelek jin tên ba min û dibêjin em bi te pir dilşad in û cilên dixwazin, ji wan re pêşkêş dikim. Dema min dest bi vekirina dikanê kir, ez di gelek zehmetiyan de derbas bûm ji ber tenê jin bûm di Sûka Fatrore de.”

‘Pêwîst e jin heta bigihîjin daxwazên xwe hewl bidin’

Ala Ehmed diyar kir ku dixwaze li dikana xwe gelek tiştan pêşkêş bike lê derfet tune ye ji ber ku dikanên Amûdê biçûk in û wiha got: “Armanca min bi vekirina vê dikanê, avakirina tiştekî nû bû. Ez dixwazim pêlavên mêr û jinan jî pêşkêş bikim lê dikana min biçûk e. Emlak li Amûdê kêm in, Sûka Fatrore pir bi hereket e û kar lê heye lê sîstema avakirina dikanên wê biçûk û qedîm in. Ez dixwazim mixazeyek cilan a pir mezin vekim lê derfet tune ye. Ez piştgiriya her jina ku projeya wê ya taybet hebe dikim. Pêwîst e jin bixebitin, dema xwe vala derbas nekin û hewl bidin heta bigihîjin daxwazên xwe.”

‘Ez gav bi gav bi pêş ketim’

Bêrîvan Elî destnîşan kir ku 3 sal in dikana xwe li Amûdê vekiriye û wiha pê de çû: “Destpêkê ez mamoste bûm lê rewşa min a tenduristiyê nebaş bû min ji dev karê mamostehiyê berda. Piştre min dest bi karê dirûtinê kir û pê re min odeyeke xwe ya malê kir weke dikanekî û tişt tê de difirotin. Ger karê te rast be tu yê bi pêş bikevî. Min pir zehmetî kişand gava destpêkê min dikan vekir. Ji ber ku navê gelek tiştan nizanibûm û kesê ku ez ji wan bikirim min nas nedikirin. Destpêkê min tiştên dikana xwe ji Qamişlo û Amûdê dianî lê êdî ji Iraqê tînim. Min gav bi gav avêt heta xwe bi pêş bixim û dikana xwe mezintir bikim, niha 2 dikanên min li ba hev hene û embarên min jî hene.”

‘Jin tên ba min gelekî dilşad dibin’

Bêrîvan Elî di dawiya axaftina xwe de got ku hewl dide karê xwe bêtir bi pêş bixe û wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim Mallek (navendeke mezin a danûstandinê) mezin a bi taybetî tiştên jinan tên firotin li Amûdê vekim. Ez gelek tiştan li dikana xwe pêşkêş dikim. Dema dibistan vedibin ez tiştên dibistanan jî pêşkêş dikim li dikana xwe. Jin dikarin bixebitin, li mal û zarokên xwe binêrin û birêve bibin Jin tên dikanê ba min, gelekî dilşad dibin bi min re. Em bi hev re sohbet dikin, ez ji wan re bûme heval, bi wan re li êş û derdên wan guhdarî dikim. Ez dixwazim her jina ku kar dike berdewam bike. Ji ber ku jin di her alî de xwe îsbat dikin û karê ku bikin gelek bi pêş dikevin.”