Aboriya jin bi xurtkirina kooperatîfan derfetên kar diafirîne

Aboriya jin a Kongra Star li Qamişloyê daxwazên jinan ên bingehîn bi cih tîne bi riya projeyên kooperatîfan mafên wan diparêze.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo-  Aborî pergala hilberandin û bazirganiya bi nirx e. Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aboriya jin a Kongra Star derfetên kar ji jinan re diafirînin. Endama rêveberiya Kantona Qamişloyê ya aboriya Kongra Star, Xaliya Necar ji ajansa me re behsa komîteyên ku bi riya projeyên kooperatîfan derfetên kar ji bo jinan diafirînin, ji bo ku pêdiviyên xwe bi cih bînin û tevli bazara kar bibin, kir. 

‘Armanca me ji bo jinan peydakirina kar e’

Xaliya Necar behsa kar û xebatên aboriya jin kir û armancên wan çi ne bi van gotinan vegot: “Weke aboriya jin a Kongra Star armanca me ya sereke peydakirina kar ji bo jinan avakirina derfetên kar e. Weke aboriya jin gelek beşên me yên mîna çandî, pîşesazî, bazirganî û aborî hene. Em pergala xwe li ser kooperatîf û projeyan ava dikin. Kooperatîfên me li gelek bajaran hene, gel piranî ji cureyên kooperatîfên çandiniyê hez dike û xwedî derdikeve. Me li bajarê Qamişloyê kooperatîfa çandiniya genim çekiriye ku 160 hektar e. Me vê kooperatîfê radestî 31 jinan kiriye hem bi xwe diçînin, hem bi xwe cot dikin. Bi vê kooperatîfê re jêhatiya jinan derdikeve hole. Di vir de tişta ku xuya dike ew e jin çawa bi erd û axa xwe ve girêdayî ne. Ruxmê ewqas êrîş li hemberî herêmên me çêdibin jî gel xwedî li axa xwe derdikeve.”

‘Meclisa kooperatîfan hatiye avakirin’

Xaliya Necar bal kişand ser kar û xebatên kooperatîfan û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Meclisa kooperatîfan hatiye avakirin ku 31 kes in ji wan 5 rêvebir in. Erka her 5 kesan ew e ku yek ji wan berdevk e, du kes pê re alîkar in û du kesên din jî aliyê darayî bi rê ve dibin. Wek rêxistinî her meh rapora wan ji me re tê. Li kêleka van karan perwerdeyên bîrdozî û semîner tên dayîn. Dema ku berhemên erdan derdikevin, her jin berheman bi awayê wekhev belav dikin. Dema nû hat avakirin gelek zehmetî hebûn, ji ber zihniyeta civakê di aliyê kooperatîfê de wate nedidan, ji ber pergal bi xwe nû bû lê bi demê re wate hat dayîn û kar bi rêk û pêk bû. Di heman demê de bi kooperatîfê, xebata bi hev re çêbû lewma hezkirinek mezin li hemberî kooperatîfan heye. Niha bi awayekî komînal kar dikin û dijîn.”

‘Divê her jin bibe xwedî berhem’

Xaliya Necar diyar kir ku projeyên wan ên cur be cur hene û armanca wan ew e ku weke aboriya jin wan derfetên kar zêdetir ji jinan re biafrînin û wiha bi dawî kir: “Ji bo kooperatîfan gelek daxwazî hene. Kooperatîfên pîşesazî hene bêhtirî xwe firinên nanê sêlê li gundan, cihê baqijiyê cihê materyalên paqijiyê hene. Ev kes bi rengê kooperatîfan kar dikin û feydeya xwe li hev parve dikin. Em weke aboriya jin çi tişt di destên me da hebe em dikin ji bo derfetên kar û xebatê ji jinan re biafirînin. Her jinek bibe xwedî berhem û ji keda xwe berhem bigre. Em dixwazin aboriya xwe bi xwe bi cih bînin û bêhtir projeyan ji jinan re vekin, komperetîfên berfirehtir ji wan re peyda bikin.”