ÎSÎG: Mirinên karkerên jin tên veşartin

Meclisa ÎSÎG’ê rapora xwe ya der barê cînatên kar ya 11 mehên sala 2022’an eşkere kir. Li gorî vê yekê 94 jê jinhezar û 658 karker jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya derbarê cînayetên kar ya mehane û 11 mehên sala 2022’an eşkere kir. Di meha Mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest dan, di 11 mehan de hezar û 658 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji van 94 jê jin bûn.

Di raporê de hate diyar kirin cînayetên kar yên nehatine tepîtkirin jî hene, balhat kişandin ku cînayetên kar di înşaet, çandinî û veguheztinê ya ku "xebata bêewle" serwer e zêde dibe. Di raporê de wiha hat gotin: “îsal mirinên moto kurye jî wek pîşeyek ku ji ber wan sedeman mirinan zêde dibe, di rapora me de derdikeve pêş. Heta niha 50 moto kurye di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê din ve, her çend di sektorên pîşesaziyê de mirin di rêza ewil ya çaran de nebe jî, divê bine rastiya ku di sektorên gelek cûda ye pîşesazî de (maden, metal, enerjî, tekstîl, kîmya, xurek û hwd.) were xêz kirin. Ger dema ku em têvhevbûna van milên karsaziyê digirin, 'wek sektorel mirina herî zêde di pîşesazî de” hat jiyîn.”

Di raporê de hat diyarkirin ku sedema yekem a cînayetên kar qezayên trafîkê û servîse ne, hat diyarkirin ku lê ev mirin ne wek cînayetên kar wekî qezayên trafîkê derbase qeydan dibe.

Mirinên karkerên jin tên veşartin

Her wiha di raporê de bal hat kişandin ser mirinê karkerên jin jî.

“Di îstatîstîkên qezayên kar ên SGK'ê de mirina karkerên jin ji sedî 2'ê mirinên giştî ye. Lê belê em bi derfetên xwe yên kêm 3-4 qat zêdetir mirina karkerên jin tespît dikin. Ji ber ku ev mirina wek bingeh di çandiniyê de (bê sîgorte) zêde dibin, nayên tomarkirin. Li aliyê din em bi rêya peyaman jî gelek mirinên jinan tomar dikin. Em dikarin ji vir bigihijin encama 'mirinên karkerên jin tên veşartîn û di çapemeniyê de nayên xuya kirin'."

‘Di 11 mehan de 61 zarok jiyana xwe ji dest dan’

Di rapora ku hat dşyar kirin di 11 mehên destpêkê yên îsal de 61 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane, wiha hat gotin: “Du mijarên ku balê dikişîne hene. Ya yekem, 'Hejmara zarokên 14 salî û biçûktir ên di dema xebatê de mirin zêde bû.' Ya duyemîn jî, mîna her sal di navenda mirinan de çandinî cih digre, hejmara mirina stajyer/çirax ku bi projeyên MESEM'ê tên rojeve jî, zêdebûn tê dîtin. Ji aliyê din ve em dixwazin balê bikişînin ser rastiya ku di pêvajoyeke ku nîqaşên EYT’ê di rojevê de ne de mirinên 435 karkerên 51 salî û mezintir tomar kir.”

Li aliyê din agahiya ku mirina karkerên koçber ku hejmara wan zêde dibe di encama cînayetên kar de zêde bûne hat parvekirin û ev hejmar weke 84 karkerên koçber hat parvekirin.