Jinên Mexribî ji mafê qadên giştî bê par dimînin
Jinên Mexribî ji ber adet li ser hatine ferzkirin, ji mafên xwe yên jiyanî bê par dimînin. Ew di cihên giştî de li bajêr bi tacîz, gotinên bê ehlaqî û destavêtinê re rûbirû dimînin. Ev jî bandorê li ser têkiliyên wan ên civakî dike.

HENAN HERÊT
Mexrib – Veguherînên bajarî, pirsek bingehîn derbarê dadperweriya qada giştî û îhtîmala dabînkirina hawîrdorek bi ewle û berfireh a ji bo jinan derdixin holê. Her çend bajar pêşve diçin jî, sînorkirinên civakî azadiya tevger û beşdariya jinan sînordar dikin û ev mijar dike mijarek sereke di avakirina civakek dadperwertir de.
Di nava berfirehbûna bilez a bajarî ya Mexribê de, pirsa edaleta qada giştî hê jî mijarek girîng e. Gelo kolan, park û avahiyên me ji bo hembêzkirina jinan û misogerkirina ewlehî û beşdariya wan hatine çêkirin? An jî bajar hê jî ji hêla ferasetek ve tê rêvebirin ku jinan, bi taybetî jî komên xeternak ji holê radike?
Nadiya Bin Masûd ku navê wê yê nerast e, jineke 40 salî ye. Li ser kursiyekî li parkek Eldar El-Baydaayê rûniştibû û hewl dida ku ji qerebalixiya roja xwe kêliyek aramiyê bibîne. Piştî çend deqeyan biryar da ku ji wir derkeve. Nadiya Bin Masûd sedema derketina ji parkê wiha vegot: "Çav bi berdewamî li ser min in, her çiqas kes rasterast bi min re napeyive jî. Hin kes hene ku bi dengekî bilind diaxivin, gotinên bê ehlaq û êrîşkar bikar tînin, weke ku hebûna min li vir nayê dîtin an jî mafê min tuneye ku li wir bim."
Gelek jinên Mexribê wek Nadiya Bin Masûd dijîn. Hîs dikin ku cihên wan di cihên giştî de tuneyeû divê ew bêdeng û li malê bimînin.
Agahiyên ji UN Women nîşan didin ku li Mexribê ji her 10 jinan 6, li qadên giştî rastî destdirêjiyê hatine. Ev rastî, tevger û beşdarbûnê xeternak dike û gelek kesan teşwîq dike ku şêwaza jiyana xwe biguherînin da ku ji ezmûnek şermîner dûr bisekinin.
'Edalet di cihê giştî de şertek bingehîn a civakek demokratîk e'
Seroka Komeleya Kurên Welatê Min ji bo Pêşxistina Civakî û Jîngehê Xedîca Doblal destnîşan kir ku guhertina heyî ya bajêr pêdiviyên jinan bi taybetî yên komên bêparastin, pêk nayne û rolên wan ên civakî û aborî nas nake û got: "Cihên giştî bi giranî ji bo bicîhbûna mêran tên sêwirandin, bêyî ku jin wek komek bi hewcedariyên cûda werin hesibandin. Bajarê niha ji bo her kesî vekirî nîne û jinên xwedî pêdiviyên taybet di ger û geştê de û gihîştina park û tesîsên giştî de zehmetiyan dikşînin, ev yek jî tenêtiya wan zêde dike û beşdariya wan a di jiyana civakî de sînordar dike. Bajar ne tenê avahiyek e, çandek, tevgerek û siyasetek e jî. Ger jin di pozîsyonên xwe yên cûrbecûr de neyên entegrekirin, bajar dê tenê ji bo mêran bimîne. Edalet di cihê giştî de şertek bingehîn a civakek demokratîk e."
'Qada giştî mafekî kolektîf e divê rûmeta jin û mêran mîsoger bike'
Seroka Komeleya Pêşbaziyê ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Ebdo, diyar kir ku qadên giştî yên Mexribê tevî hebûna rojane ya jinan, ji hêla feraseta mêran ve tên rêvebirin û wiha axivî: "Ev hebûn bi hişyariyê dorpêçkirî dimîne. Bi taybetî bişev an serê sibê, ku jin bi tundiya cûrbecûr a sembolîk û fîzîkî re rûbirû dimînin. Ev yek bandorê li ser rewşa firoşkerên kolanan ên jinan jî dike. Ew di şert û mercên ku rûmeta wan dixin bin gefê de dixebitin û wan li hember tundiya devkî û laşî bêparastin dikin. Qada giştî ne mafê taybet ê kesek e, ew mafekî kolektîf e ku divê rûmeta jin û mêran mîsoger bike."