Rojnamegerên jin ên Tûnisê di bin zexta darazê de ne

Rojnamegerên jin ên li Tûnisê ji bo peywira xwe bi awayê azad bi cih bînin, li dijî hemû şêweyên tundiyê li ber xwe didin. Gelek ji wan dema ku peywira xwe dikin rastî gefan tên, lêpirsîn li wan tên vekirin û tên darizandin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê û rojnameger bi giştî ji ber fikrê azadiya çapemeniyê û zextên li ser karê wan ku di torên civakî de gelekî zêde bûne têdikoşin. Azadiya çapemeniyê yek ji destkeftiyên şoreşa Tûnisê ye. Sendîkaya rojnamegeran  li dijî hemû hewldanên çewisandinê berxwedana xwe berdewam dike.

Dema ku nelirêtiyan rexne dikin tên darizandin

Rojnameger Monia Arfaouî çend car in ji ber karê ku dike derketiye pêşberî dadgerê. Ji ber ku Wezîrê Kar û Barên Olî rexne kir doz lê hat vekirin. Di dema dawî de jî ji ber belavoka wê ya der barê serxwebûnê de li ser torên civakî rojnamegera radyoya Al-Monastir Asmaa Al-Baccoush rastî lêpirsînan hat. Her wiha ji ber ku şaşîtiyên waliyê Al-Monastir eşkere kir ku ev yek bi pîşeya rojnamegeriyê ve girêdayî ye lê bû sedema dozê. Lewre rojnamegerên jin di şert û mercên dijwar de kar dikin pêdiviya wan bi parastinê heye bi taybetî dema ku balavok û gotaran bi rexneyên akademîk belav dikin.

Di xebatê de cihêkarî tê kirin

Endama sendîkaya rojnamegerên Tûnisê Amîra Mihemed ji ajansa me re axivî û got ku di her warî de azadiya rojnamegeriyê tê binpêkirin. Tevî ku hejmara wan ji ya mêran zêdetir e, bi taybetî binpêkirinên li ser bingeha rêgeza civakî ne li ser bingeha kar û pîşeya rojnamegeriyê zêde ne.

Amîra Mihemed destnîşan kir ku carna heman bûyer bi herdu zayendan re pêk tê lê ji bo jinan rewş û nêzîkahî cudatir e û got: “Li ser wê esasê êrîşî jinan dikin û wan ditirsînin bi hemû awayan hewl didin wan bêdeng bikin. Rojnameger dema ducaniyê û zarokanînê ji hemû mafên xwe bêpar dimînin. Di warê kar de pirsgirêkan derdixin û dibin sedem ku dest ji kar berdin."

Rojnamegerên rastiyê dibêjin rastî bertekan tên

Der barê gotinên ku li ser nave rêgezên civakî tên gotin û tundiya sîber li ser torên civakî li dijî rojnamegerên jin de Amîra Mihemed got: “Her rojnamegerek xwedî nêrînek e. Dikare mijareke siyasî û taybet ne li gor alîyekî yan jî desthilatdariyê, bi rêbazên exlaqî û zagonî bibîne û binirxîne lê dema ku dike tê reşkirin. Binpêkirinên li dijî exlaqê pîşe û zagonan digihîjin asteke wisa ku gefan bi zarokên rojnamegeran li wan dixwin ji bo ku wan bitirsînin loma gelek ji wan neçar dimînin ji kar derkevin.”

‘Li ser medyaya dîjîtal gefan li jinan dixwin’

Rojnamegera meydanî Zeina Bakrî jî der barê binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên rojane rûdidin de teqez kir ku asta tundiya li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibe û got: “Rojnamegerên jin li ser medyaya dîjîtal hedef tên girtin ji aliyê hemû kesan û desthilatdariyê ve rastî gefan tên. Dema rojnamegerek rexneyek di warê siyasî de dike rastî gef û gotinên nebaş tê.”

Zeina Bakrî destnîşan kir ku girêdana exlaqê pîşeyî, berpirsyariya veguhestina nûçeyan, serxwebûn û rihê kar di berxwedaniya li dijî azadiya rojnamegeriyê de dikare pêşî li gefên li  rojnamegeran tên xwarin bigre û binpêkirinên li dijî wan rawestîne.