Li Filistînê zagon di warê mafên jinan de nayên pêkanîn

Çalakvan û parêzer Rana Hadad diyar kir ku hemû zagonên heyî divê li gorî rastî û têkoşîna jinên Filistînê bên guhertin, ji bo ku jiyana bi ewle û aştiyane ji jinan re misoger bibe divê guherînên zagonî werin çêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jin ji bo ewlehî û mafên xwe zagonên encamgir der barê xwe de daxwaz dikin û têdikoşin. Ji ber ku di roja me ya îro de zagonên heyî maf, azadî û ewlehiya jinan naparêzin berovajî wê zagonên ne têrker, dibin sedem ku her roj li welatekî ango li bajarekî jin werin qetilkirin û rastî erîşên zayendî werin. Filistîn jî yek ji wan welatan e ku zagonên der barê mafên jinan de di rojevê de ne. Çalakvan û parezer Rana Radad girêdayî mijara guhertina zagonên ji bo jinên Filistînê nêrînên xwe anî ziman.

‘Zagonên heyî gelek bi nakok in’

Der barê rastiya zagonî ya jinên Filistînê de çalakvan û parêzer Rana Hadad axivî û diyar kir ku hemû zagonên heyî divê li gorî rastî û têkoşîna jinên Filistînê bên guhertin ji bo ku jiyana bi ewle û aştiyane ji jinan re misoger bike û wiha got: “Di bin siya rewşa parçabûyî ya dawî li Filistînê, gelek zagon meclisa zagonsaz li Xeza û Difaya rojava (Westbank) derxistin, rewşa zagonên pêkhatî jî gelekî bi nakok in. Divê rastiya jinan bê guhertin û zagonên nû ji bo parastinek aktîf bên derxistin. Ji ber ku zagonên heyî bi xwe yên Misir, Urdun, Brîtanya û Osmaniyan in. Rewşa jinan belevbûyî ye ji ber gelek nakokî û astengiyan. Jinên Filistînî hêjayî jiyana zagonî dadwertir û wekhevîtir in da ku xwe di hemû warên jiyanê de îsbat bikin.”

Rana Hadad desnîşan kir ku gelek zagon û peymanên navdewletî ku mafên jinan misoger dikin hene û wiha behsa zagona herî girîng kir: “Mafên Mirovan ên cîhanî di sala 1948’an de hat ragihandin, tê de eşkere diyar dibe ku nabe tu cudakarî li ser bingeha reng, nijad, siyaset, jin an mêr bê kirin. Her wiha benda 2’yan jî peymana mafên civakî û aborî hemû dewletên endam maf û azadî û têkoşîna li dijî cudakariyê misorger kirin.”

‘Jin ji xwendinê bêpar tên hiştin’

Rana Hadad bal kişand ser hevpeymana Sêdawê û bi vê peymanê pêşketinên ku li welatên ereban çêbûne û wiha gotinê xwe domand: “Peymana taybet a li ser mafên sivîl û siyasî, madeya 3’yemîn dewletên endam wekheviya jin û mêran di mafên namzediyê de û hebûna jinan di navendên biryardayînê giştî de misoger dikin. Her wiha li dijî hemû cureyên cudakariya li dijî jinan têdikoşin. (Sêdaw) Ew li gelek dewletên Ereban pêk hat û pêşketinek baş di rewşa jinan de çêkir. Lê hê jî valahiyên mezin, bûyerên tundûtûjiyê û binpêkirinên diyar di warê mafên jinan de pêk tên. Tevî hemû bangawaziyên tevgerên femenîst û têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan jî mixabin em tundiyê ji kesên herî nêzê jinan dibînin.”

Der barê qalibên civakî û çandî ku mafên jinan bi sînor dikin de jî Rana Hadad dibêje: “Kevneşopî yek ji sedemên bingehîn ên derketina qalibên civakî ne ku hebûna jinan di malê de tenê ji bo zarokanînê û xwedîkirinê ferz dike. Her wiha jin ji xwendin, derketina derve û geştiyariyê bêpar in ji ber ku ew jin in. Nabe jin di navendên siyasî de bin an bibin namzed û hilbijêr, bi hinceta ku mêr xwedî kêrhatî ye. Ev hemû sedem bi sedsalan e jinan di vê rewşa xirab de hiştiye.”

‘Deskeftiyên jinên Tûnisê cihê şanaziyê ne’

Rana Hadad der barê serhildan û têkoşîna jinên Tûnisê de jî nêrînên xwe parve kir û got ku destkeftiyên jinên Tûnisê bi bedelên giranbuha hatine girtin û wiha pêde çû: “Jinên Tûnisê gihîştin navendên rêveberiyên bilind di dewletê de, jin bûn parlamenter, dadger, biryardar. Li gel gelek zagonên parastina jinan bi giştî dikin weke qedexe ye ji mêr re careke din bizewice yan tê girtin û cezayê darayî dide û pêdiviyên jinan weke mal, mesrefa mehane û xwedîkirina zarokan bi cih tîne. Tiştê ku jinên Tûnisê bi dest xistine cihê şanaziyê ye, bi hêvî me jinên Filistînî jî bigihîjin wê astê ji ber ku ew hêja ye di civakê de di mercên bi piştgirî û hevsengîtir de bijî. Divê zagona taybet piştî bûyerên kuştina jinan parastina malbatê bên bicihkirin. Em hewcedarên alîkariyek zagonî girêdayî desthilatdariya niştimanî ya Filistînê ne ku xizmeta zagonî li hemberî tundiyê bide jinan.”

‘Zagonên heyî di pratîkê te nîn in’

Rana Hadad di dawiya axaftinê xwe de bal kişand sert zagonên ku jinan naparêzin û mînakek ku di nav civakê de hatiye jiyîn parve kir û wiha bi dawî kir: “Yek ji sûcên herî giran ku zagon tê de parastina jinan nakin bûyera keça 30 salî ya ku gelek caran rastî destdirêjiya bavê xwe hatibû. Ew ji mala xwe direve, xwe li hêzên ewlekariyê digire lê mixabin ew wê vedigerînin mala wê gel bavê wê bi hinceta ku wan parastina wê kirine. Tevî ku ew gelek caran banga alîkariyê dike jî hêzên ewlekariyê xemsar in.”