Di zagonên Lîbyayê de maf ji bo jinê nayê nasîn

Hin zagonên Lîbî bi taybet zagona rewşa kesane ji salan ve cihê metirsiya jinan e. Zagonên heyî yên derbarê jinan de jinan ji mafên xwe bêpar dihêle.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Dema mirov sîstema zagonî Lîbî temaşe dike, gelek nakokiyên ber bi çav di xalên wî yê zagonî de dibîne. Zagonên heyî newekheviya di nav jin û mêr de kûr dike.

Zagona rewşa kesane ya hejmara 10’an ya sala 1984’an tê de mafên jinan hatibûn parastin, bi zagona hejmara 14’an a di sala 2015’an de hat danîn hate sererastkirin. Di madeya hejmara 6’an de jin hat sînordarkirin û cihêkarî hat kûrkirin. Bi taybet di mijara temenê zewaca keçan û şahidiya jinê li ser peymana zewacê nayê pejrandin, bi xalên girêdayî pirzewacî mafên jinan ên der barê jiyana wan de ji destê wan tê girtin.

Li gor madeya 57’an jî jin nikarin hemwelatiya xwe bidin zarokên xwe dema hevjînê wan biyanî be, lê berevajî vê dema ku mêr Lîbî be û hevjîna wî biyanî be heman rewş ne derbasdar e.

Mafên jinan tê binpêkirin

Çalakvana mafnasî û Seroka Navenda Weşim ya Lêkolînên Jinan Abeer Amnina dibêje ku zagona hejmara 10’an ya girêdayî zewac û hevberdanê mafên jinan binpê dike û got ku bi taybetî piştî parçebûna siyasî ya ji sala 2011’an de ku li welat rûdayî, gelek mafên jinan di vê zagonê de bi awayekê neyînî hatin guhertin.

Mafê jinê ya şahidiyê û hevberdanê nîn e

Abeer Amnina diyar dike ku di madeya hejmara 14’an a ji zagona hejmara 10’an ya hatî sererastkirin de, jin nikare şahidê peymanê zewacê be, her wiha destnîşan kir ku beriya zagona niha jî mafê jinê yê şahidiyê hebû weke nîv şahidiya mêr dihat pejrandin. Abeer Amnina da zanîn ku bi desthilata heyî re zagon hatine guhertin û ji binî ve jin ji mafê wê bêparhiştin, bi bihaneya ku ev şahidî zordariyê li mafê wê dike ne li gorî mezhebên olî ne ku zagona Lîbya xwe dispêrê ye.

Abeer Amnina her wiha destnîşan kir ku di mijara hevberdanê de piştî van guhertinên zagonî nemaye, ew made dibêje ku divê mêr biryara hevberdanê bipejirîne.

Zewaca bi darê zorê ya zarokan zêde bû

Abeer Amnîne dibêje guhertina di zagona mafên kesane ya hejmara 10’an ya sala 1984’an de hatine danîn piştre bi riya madeya 6’emîn hatiye guhertin, bû sedema bilindbûna rêjeya zewaca zarokan. Abeer Amnine destnîşan kir ku bi vê madeyê re temenê mafdariya zewacê kirin 18 sal û maf dan dadgehê ku biryara zewaca kesên ji 18 salî kêmtir li gor berjewendî û pêwîstiyan bide.

Zagona cezayan

Abeer Amnine ya diyar kir ku bi taybetî piştî guhertinên sîstemên desthilatdar li ser wan zagonan pêk anîne, mafên jinan hatine sînordarkirin û jin ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin.

Abeer Amnîne ya diyar dike ku hin zagonên din hene weke zagonên cezayên Lîbya ku pêwîste bi lez bên guhertin ji ber ku ew gelekî kevin in, destnîşan dike kuji ber zagonên heyî jinan naparêze divê li gor pêşveçûna pergala cîhanî ya mafên jinan bên nûkirin, her wiha divê cezayên sucên li dijî jinan jî bên guhertin.

Zagona hemwelatiyê

Abeer Amnîne ya bal lê kişand ku mafên jinan di zagona hemwelatiyê ya hejmara 21’an ya sala 2010’an de nehatiye bicihkirin, got ku ev zagon li gor ragihandina makezagonî di madeya hejmara 3’yan de, maf dide jina Lîbî ku dema bi mêrekî ne Lîbî re bizewice hemwelatiya xwe bide zarokên xwe. Abeer Amnine anî ziman ku desthilata Lîbya bi hincetên paşverû yên mîna ev zagon zirarê digihîne ewlekariya niştimanî vê zagonê pêk nayne.

‘Ev tundiya zagonê ya li ser jinê ye’

Abeer Amnîna di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi taybetî ev xalên ji zagonê yê anî ser ziman metirsiyan li ser jiyana jina Lîbî ya malbatî û civakî çêdike, bi gotina “Ev tundiya bi hêza zagonê li ser jinê pêk tê vedughêze nifşên bê” destnîşan kir ku bi taybet di rewşa hevberdanê de ev zagon gelekî neyînî bandorê li ser rewşa jinê ya aborî û jiyanî dike.